ticle")
RS.Close
Set RS=nothing
end if
RSb.Close
Set RSb=nothing
end if%>
end if
RSb.Close
Set RSb=nothing
end if%>
S = Server.CreateObject("Adodb.Recordset")
RS.Open sql, conn, 1, 3
if not RS.eof then
Response.write RS("article")
RS.Close
Set RS=nothing
end if
RSb.Close
Set RSb=nothing
end if%>

Ahmet Altan
Wergêr: Agirî Soran
Dema ku dihunê min malper xwendin û li bernameyên televizyona nerî min wisan zanî ku tiştekî seyr û sam bû. axaftin, daxuyanî, sansur...
Çibûye?
Ahmet Turk di parlemenê de, di civîna koma xwe de bi Kurdî xeber daye.
Naveroka rastiya ku welatê me mat dike eve: Kurd bi Kurdî peyivîye.
Ez li welatekî wisan dijîm ku axaftina Kurdekî bi Kurdî wekî bûyerekî mezin dibîne.
Binêrin ez nihêniyekî mezin ji were aşkere dikim.
Kurd bi Kurdî diaxivin.
Tirk bi Tirkî diaxivin.
Ingilîz bi Ingilîzî diaxivin.
Fransiz bi Fransî diaxivin.
Ku hun min hêrs bikin ez dê vana wisan rêz bikim û pêve biçim.
Çima ji bo me peyivîna Kurdekî bi Kurdî evqas ji mere xerîb tê?
Dema ku Bill Clinton tê, herkes ji bo axaftina wî di parlemenê de li çepka dixe.
Lê jibo axaftina Ahmet Turk herkes mat dimîne.
Di parlemenekî ku ingîlîzî têde tê axavtin de, çima Kurdî neyê axavtin.
Jixwe ku hun vêya bibînin, derbirînekî vêya li gorî hiş nîne.
Derbirînekî bi vî rengî dîtine:
``Di Parlemenê de tenê zimanên ku Komarê fermî pejirandine têne axavtin``
Lê eve tê vê wateyê- Di parlemena me de derveyî zimanê Kurdî her zimanek dikare were xeberdan.-
Lê êdî ev ``Leyistoka mêjî `` jî êdî nameşe.
Jiber ku Kurdî zimanek ji wan zimanê ``fermî`` yên Iraqê ye ku em jî fermî dinasin.
Wê neha çawan be?
Tiştekî ku bibe nîne.
Em dê bipejirînin ku Kurd bi Kurdî xeber didin.
Tiştek jê xwezayîtir heye ku Kurd bi Kurdî xeber bidin?
Dê çi bibe ku bi Kurdî were axaftin?
Wê Komar bi hilweşe?
Eger ev Komar wê bi jiber wê bihilweşe ku beşek ji hemwelatiyên vî welatî bi zimanê xwe xeber bidin, wê demê berdin bila bi hilweşe.
Jiber ku ew welatê bi ``axaftinê`` hilweşe, ji xwe zêde ser piyan namîne.
Lê mitala nekin, tu welat ji ber ku hindek bi zimanê xwe yê zikmakî xeber dide noq nabe.
Berovajî vê yekê, ku hin zimanê zikmakî yên mirova qedexe bikin hun dê welat biruxênin.
Li Emerîkayê di karxaneyên komarê de daxuyaniyên him bi Ingilîzî him bi Ispanyolî hene.
Jibo çi?
Jiber ku komar saziyekî wisane ji bo xizmet û karê mirovan hatiye sazkirin. Erkekî komara Emerîka jî ewe ku xizmetekî herî baş bide hemwelatiyên ku bi Ingilîzî nizanin yên bingehê xwe Latîn.
Jiber wê jî bi Ispanyolî jî dinivîsin.
Û, hun dê bawer nekin lê ji ber vê yekê noq nabin û na hilweşin.
Tirkî jî noq nabe û na hilweşe.
Ku em nivîsên kurdî bi karxaneyên komarê ve bikin jî noq nabe.
Hun dê xizmetekî baştir ji wî hemwelatiyê xwe yê Kurd re bikin yê ku dema diçe dadgehê gotinên dadger tênaghêje û pêwistî bi wergêrê dibîne.
Ku ez bizanibim wê bikêrî tiştekî were, sund dixwim ezê ser çongê xwe biçemim û lave bikim û bêjim `` çi dibe van karên teş û xelet em bidin aliyekî``
Ez kal bûm û di demekî nêzde ezê bi destûra xwedê bimrim herim, hîna jî ez neçar dimînim ku nivîs binivîsim bêjim ``Kurd bi Kurdî xeber dide``
Ji bo nivîskariyê çiqas jî rewşekî şermdare...
Nivîsên di asta ``Elî gokê ji minre bavêje``, Eyşe xwe ser ben bavêje`` de kî dixwaze binivîse?
Ku ez bêjim em nivîsên bi vî rengî nenivîsin, di bin vê tewşîyê de ewqas dramên mirovî têne jiyandin ne gengaze neyê nivîsin.
Di girtîgehan de xeberdana mehkumên Kurd bi malbatên xwere bi Kurdî tê qedexekirin.
Dayika belengaz ya girtî, ji ber ku bi Tirkî nizene, di navbera asinên girtîgehê de, li kurê xe dinêre, bêyî ku tiştekî jêre bibêje digrî.
Carê bihizirin wê dayikê...
Carê bihizirin wî kurî...
Ahmet Turk jî di bendîxana Diyarbekirê de ev dîmen heman bi vî rengî jiyaye, Bi dayika xwe ya ku Tirkî nizanê re nekariye xeber bide.
Wê demê sund xwariye û gotiye ``ezê di ciyekî fermî de bi Kurdî bi peyivim``.
Axivî jî...
Li gorî min jî baş kir.
Her law divê deynê xwe yê dayikê bide.
Dibêjin ku ``Ji bo hilbijartinan pêngavek bû``, bila bike ma dê çi bibe, qey yên dîtir nakin?
Hilbijartin ji xwe tiştekî bi vî rengî ye.
Tê bixwaze ku raderên xwe dilxweş bike.
Aliyê hilbijartinan yê baş eve.
Ez nizanim, emê ji van tiştên seyr kengî rizgar bibin?
Lê aliyê baş ewe ku ji siyastemedaran vê carê helwestên mezin nehatin.
Derveyî serokê parlemenê yê ku axaftina Kurdî ``Sucê destûra bingihîn`` dizane, ji kesekî dîtir daxuyaniyên wisan êrîşker nehate bihîstin.
Yên CHP jî nerm bûn.
Eh ev jî tişteke.
Naxwe em hêdî hêdî hîn dibin.
Kurd bi Kurdî xeber didin.
Hetanî ku ev hate têgihiştin çiqas êş hate kişandin li vî welatî, demekê li kolanan axaftin jî me qedexe kir, sitran gotina bi Kurdî me qedexekir.
Qedexe rabû, çibû?
Jiyan asayî bû û aram bû.
Ax û ax, hîna jî em vana dinivîsin.
Werin em bi hevre...
`` Kurd bi Kurdî di axifin , Tirk bi Tirkî xeber didin, zivistanê befir tê, di biharê de baran tê, Elî gokê bavêje jimin re...``
25.02.2009
Şirove bike/Zanyarî bigre ser
Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...