ticle")
RS.Close
Set RS=nothing
end if
RSb.Close
Set RSb=nothing
end if%>
end if
RSb.Close
Set RSb=nothing
end if%>
S = Server.CreateObject("Adodb.Recordset")
RS.Open sql, conn, 1, 3
if not RS.eof then
Response.write RS("article")
RS.Close
Set RS=nothing
end if
RSb.Close
Set RSb=nothing
end if%>

Ahmet Altan
Wergêr: Agirî Soran
Bi birhên ku bi belengazî berbi cênîka ve belav buyî, çavên kesk yên ku di awirên wê de hêrs û xemgînî tevlîhevbuyî, lêvên xeyidî, rawestîna xwe yî bi tenê zarokekî tîne bîra min ev nav, û keviyên berfê yên di berpalên çiyan de berhev buyî, şikêrên xemrî, gorên tenha û mirovên rubiruyî xiyanetê buyî tîne bîra min.
Dema ku vî navî di bihîzim dibime Kurd ek.
Zarokê nijadekî me ku tê piçukxistin, hincirandin û bi belaya biruskan ve tê lêxistin.
Musayê ku Derya sor ne qelişand, Îsayê ku ji çarmixa xwe nekarî dakeve, Mihemmedê ku ne karî koç bike(hicret) me ez.
Bêçare me.
Bi hêrsim.
Tenê me.
Dema ku vî navî dibihîzim ez Kurd ekim.
“Berfîn” tê wateya Kardelen(berfqelêş)
Dema ku vî navî dibihîzim sitranekim, liyanekim, li ser çiyan dengê bilurekê me.
Hindekî serçemiyayî me.
Bi keserim.
Hertim xayintî li min hate kirin lê hertim xayin, bume ez.
Zarokên min kuştin gotine min mêrkuj.
Yê ku mala wî tê şewitandin ezim, yê hatî mişextkirin ezim, yê ku meytê kurê wî yê mirî berbi êvarê bi navgihînê tê anîn ezim.
Ne sitran dane gotin, ne destur dan ji bo bigirîm.
Ez Kurdek im û hertim xwestin ez ji Kurdekî bêhtir bibme tiştekî dîtir.
Yê ku navê dayika xwe nikare li zarokê xwe bike ez.
Berfîn; tê wateya gula Kardelen (befirqelêş)
Û dema ku vî navî dibihîzim ez dibime Kurd ek.
Dîsan qedexe kirine navê Berfîn.
Zagon, rêvebirî, parlemento vana ne di xema qedexekeran de ne, ji navekî ditirsin û zagonên xwe binpê dikin.
Nahêlin zarok bibêjin Berfîn.
Begên veşartîne wana, ruwên xwe vedişêrin, nasnameyên xwe vedişêrin, di kurayiyên komarê de tevdigerin û xiyanetê li zagonên xwe dikin, ji zarokan ditirsin, ji sitranan, kulîlkan, rengan, navan ditirsin.
Ji xwîna minin ew û min dixin şermê.
Ez ne ji wana me êdî.
Ez ne ji wana me yên ku navên zarokan qedexe dikin.
Ez ne ji yên tepeserkerim.
Tevlî bindestan dibim.
Dema Berfîn tê gotin ez dibime Kurd.
Û êdî ez ji Tirkan serhildanê hêvî dikim.
Edî dixwazim dengê wan Tirkan bibihîzim yên ku li himber wayên ji zarokên Kurdan re gotina Berfîn qedexe dikin, derbikevin.
Di nijadê min de kesekî ku li himber vê bêdadiyê raweste nîne?
Tirkekî ku hêrs û kesera navê diya xwe li zarokê xwe nekirinê hevpar bike nîne, nîne kesekî ji xwîna min ku li himber bêdadiyê derkeve?
Nîne kesekî ku ji vê bêdengiyê şerm bike, yekî ku ji rasthatina nasnameya xwe di nava bindestande bêzariyê hest bike?
Berfîn; tê wateya gula Kardelen(befirqelêş)
Dîsan navê Berfîn li zarokakirin qedexe kirine.
Çend salin van mirovana ji gula Kardelen(gula befirqelêş) ditirsin.
Çend salin ji zarokan ditirsin.
Dema navê Berfîn dibihîzim dibime Kurd ek.
Musayê ku Derya sor ne qelişand, Îsayê ku ji çarmixa xwe nekarî dakeve, Mihemmedê ku ne karî koç bike(hicret) me ez.
Ez Berfînek im li çiyan.
Û di tirsim, her ku tirsa tirsonekan dibînim.
Bi hêrsim.
Bêçare me.
Tenê me.
06.09.2008
Şirove bike/Zanyarî bigre ser
Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...