ticle")
RS.Close
Set RS=nothing
end if
RSb.Close
Set RSb=nothing
end if%>
end if
RSb.Close
Set RSb=nothing
end if%>
S = Server.CreateObject("Adodb.Recordset")
RS.Open sql, conn, 1, 3
if not RS.eof then
Response.write RS("article")
RS.Close
Set RS=nothing
end if
RSb.Close
Set RSb=nothing
end if%>
Pêt û agirek girtî, dilê min kir mîrat e
Zilma ku li me barî, wek rêwî ya Sîrat e
Roj li me kirin tarî, agir berdan xelat e
Tarî ya ez dibêjim, agir li me dibare
Welatê xwe azad kin, ji bin zilma celat e
Fîxan û zarînek tê, ji bin xaka welat e
Fîxana Gel’yê Zîlan çû heta Rojhelat e
Rabin birano rabin, welatê me mîrat e
Nalîna Helepçe yê, tê heta Araratê
Zarîna Mehabatê çû Sîpanê Xelatê
Ew nalîna Dêrsimê, zeft kirî Semawat ê
Dema Seîd birin dar, mala me çû mîratê
Şêx Seîd ji bîr nekin! Kurdewarê Xelatê
Tirba Şehîd li ku ye! Bipirsin ji Feratê?
Pirsa Seîdê Kurdî? Tev bikin ji zilmatê!
Gora Seyîd li kuye! Pirs bikin j’Araratê?
Dest bidin destê hevdu, bikin kar û xebatê
Rabin birano rabin, welat hê ne felat e
Rabin birano rabin, welatê me mîrat e
Di bin zilma zalim de, welat hê ne felat e
Ji me distînin bêşê, xwarin hemû zikatê
Xapandin şêx û mela, li ser navê rikatê
Kirin xewa xefletê, ji me’r nehîşt heyatê
Xwarin mal û milkê me, ji me’r nehîştin katê
Bi zilm û pest û sîtem, wan me kirin sikratê
Hindik ma em bimeşin li ser pira Sîratê
Di bin zilma zalim de, welat hê ne azad e
Rabin birano rabin, mala me çû mîratê
Gelê kurd maye sêwî, bê ziman û welat e
Rabin em xîret bikin, bigên maf û heyatê
Tev bihevra bibên bes: Dêrsim û Mehabatê
Pişt bidin pişta hevdu, başûr û rojhelatê
Mînanî kulmek yek bin: Hemû Reîsên Welat!
Destanek binivêsin: Li ser xaka Feratê
Di sed û bîst û yekê de hemû berbesta rakin
Ala kesk û sor û zer, li asîman li bakin
Rabin birano rabin, welatê me mîrat e
Rabin camêrno rabin Newroz e xweş heyat e
Kengê Newroza me bê, digrin govend û dîlan
Wexta bihara me bê, dertên Geliyê Zîlan
Da ku em azad nebin, felat nabin ji zilmê
Kengê em rizgar bibin, azad dibin ji kulmê
Divê em tev bibin yek, nekin em xeyb û kînê!
Kîn nahêle bibin yek, nakewîne birînê!
Zilma zalim dibare, li cîhan û gerdûnê
Bi ser me da tê xwarê, wekî gul û beybûnê
Xwarin ga û gamêşa, avêtin ber me hestî
Ew dewlemed, qiral in, danin me bêr û destî
Ji xwe‘r kirin pistîvan, dil û cîgeran best î
Gem kirin ziman û dev, ax vî derdê bindestî
Ew pispor û zananin, em xizan û nexwendî
Ew çûn dîharê hîvê, em jî şivan û gundî
Naxwazim ez naxwazim, biratî ya b’derewa
Ji ber zalim pişt hûr kir, me kir mîna cedew a
*****
Hinekî şêx û mela, xwe danin alyê zilmê!
Bûn piÅŸtîvanê zalim, rezîl bûne l’gerdûnê!
Ji bo zikê wek çewal, bûnin mîna meymûnê
Dan in pey sifra tecal, ket in kêf û hebûnê
Dibên bila zik têrbe, navê me ê meymûnê!
Divê xwe nexapînin! Hûn bi polê gerdûnê!
Mal qirêja desta ye, wekî kefa sabûnê
Nebên bila zik têr be, navê me ê meymûnê!
Rojekî derbasnabe li welatê me bêxwîn
Xaka welat sor kirin, wek çîçeka ji xûnê
Rabin ey şêx û mela, tevê gundî û axa
Azad bikin em welat, gul û sosin û baxa
Vegerin ser riya rast, bibînin heqîqetê
Divê dereng nemînin, hûn werin mehrîfetê
Êdî xwe nexapînin, bi pol û malê dinê
Wegerin ser riya rast, rezîl nebin l’gerdûnê
Naxwazim ez naxwazim, biratiya vî rengî
Naxwazim ez naxwazim biratiya derengî
* * * * *
Bes e! Vexwin şijû yê, em jî bixwin goşt û mast
Demek zûtir vegerin, werin tev ser riya rast
Tawîz nedin j’rûmetê, bikin êdî xîretê
Bînin êdî em dadê, rakin zilm û zîletê
Nebe hevkarê zalim, eva zilmek mezin e
Jê dikin ew serî ya, mîna serê bizinê
Alîkarî ya zalim, te dibe delaletê
Ewqas bêwijdan nebe, êdî wer merhametê
Zilm te dibe dojehê, dihêre mînanî aş
Dad jî dibe bihuştê, neke tu emelê şaş
Cî bigre’l hinda mezlûm, rabe li dijî zilmê
Hazar salin dikujin, nahêl kurd bigrin hilmê
Naxwazim ez naxwazim, ji zalim re biratî
Naxwazim ez naxwazim, heta hebe hovîtî
* * * * *
Gelo guhdêrin li min! Şêx û melê nehişyar
Gelo kengê dibînin! Ev zilm û zor û fişar
Ji mele yek azanek, ji min jî yek gotinek
Gelo tu kengê terkî, zilma roviyê fenek
Rabin bo malê dinê, nebin kole hûn êdî
Ecêb û gosirmetê, me pir bi çavê xwe dî
Naxwazim ez naxwazim, ji zalim re biratî
Naxwazim ez naxwazim, heta hebe koletî
* * * * *
Hemû zalim bûnin yek, girê danin rext û çek
Rabin cotkar û gundî, me dikujin yek bi yek
Dibên em tev biranin, ew bi vir û derewa
Wekî goşt û neynûkin, bi hîleyên wek hewa!
Heta îro xapandin, bi derewên sed sala
Zilm û zor li me kirin, agir berdan in mala
Bi hezaran kurd kuştin, avêtin bîr û çala
Xwîna kurda sor dike, mînanî gul û lala
Ma we çi zû ji bîr kir? Komkujiya sed sala!
Nîjadkujî ya Dêrsim û ya Geliyê Zîla
Ya Amed û Mehabet, heta Sîpanê Xelat
Bi mîlyona koçber kir, ji ser wê xaka welat
Divê ji bîra nekin qet Enfal û Helepçe
Li dest û zenda xist in bi mîlyona kelepçe
Naxwazim ez naxwazim, ji zalim re biratî
Naxwazim ez naxwazim, heta hebe hovîtî
Bi xwîna me dimijin, ewan hovên bêfedî
Rabin birano rabin, ji me ra şerm û fedî
Dixwazin hê bixapîn, bi gotina biratî!
Gelo! Tê pejirand in, bi vî rengî biratî?
Almanya, 23.09.2010
Ev Helbest di Malpera: www.serhed.org de hatiye weÅŸandin.
Şirove bike/Zanyarî bigre ser
Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...