Di bûyera Şemzînanê de daxuyaniyekî seyr ya nû DI BÛYERA ŞEMZÎNANÊ DE DAXUYANIYEKÎ SEYR YA NÛ

Di bûyera Şemzînanê de daxuyaniyekî seyr ya nû




Wezîrê hundur yê Tirkiyê Beşîr Atalay bi daxuyaniya xwe ya nû, him serê Tirkiyê tevlîhev kir him jî gotinên ku bûyerê ronahî bikin kirin.  Bûyera kuÅŸtdar ya Åžemzînanê ku bû sedem 9 kes werin kuÅŸtin rewÅŸa Tirkiyê ya siyasî jî têv dabû û rewÅŸa siyasî ku hêviyên baÅŸ didan jî têk da.

Wezîrê hundur Atalay da diyarkirin ku hîna xebatên berfireh li ser bûyerê têne meşandin. Lê daxuyaniya herî giring ya Atalay eve ku dibêje: - Berî ku koma me ya lêkolînê û savciyê me yê sereke herin ciyê bûyerê, ji aliyê hindeke din ve ciyê bûyerê hatiye tevdan. Eve jî dihêle ku em di lêkolînê de zehmetî bikêşin.

Atalay da diyarkirin ku bi giştî nêrîna wan li ser wêye ku bûyer ji aliyê PKK vê hatiye kirin. Hate diyarkirin ku rengê bûyerê, cî û awayê bûyerê û gelik diyardeyên dîtir didin diyarkirin ku PKK ev bûyer pêk aniyê. Lê atalay her çend ev bersivana dabine rojnamevanan jî ji aliyê dîtir ve dide diyarkirin ku berî koma wan ya lêkolînê hindek kesên dîtir destdirêjî ciyê bûyerê kirine û ciyê bûyerê tevdane.

Ev daxuyaniye jî dide diyarkirin ku pêkanîna vê bûyerî hîna jî tariye û dide dest ku dibe ji aliyê hêzên ne diyar yên nava Tirkî ve hatibe kirin.

Hîna jî kiryarên bûyerê aşkire nebûne.


(Rewanbêj.com)
Dîroka girtina ser: 19.09.2010 17:26:30

ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN

hîna şirove nehatiye kirin...

Şirove bike/Zanyarî bigre ser

Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...

Navê we/Paşnavê we *

Navnîşana-e

Berfirehiya şirovê *

>

Nûçeyên dîtir...