ticle")
RS.Close
Set RS=nothing
end if
RSb.Close
Set RSb=nothing
end if%>
end if
RSb.Close
Set RSb=nothing
end if%>
S = Server.CreateObject("Adodb.Recordset")
RS.Open sql, conn, 1, 3
if not RS.eof then
Response.write RS("article")
RS.Close
Set RS=nothing
end if
RSb.Close
Set RSb=nothing
end if%>

Di pêşketina civakê de, bandora çapemeniyê
Berê ku dest bi kurte nivisa xwe bikim,sêrida hemû mirovên ku dilê wan ji bo pêşketina tekoşina gelê xwe lêdide silav dikim û serkeftinê ji bo we hemûyan daxwaz û hêvi dikim.
Iro dixwazim hinek nêrinen xwe ên derbarê internet û çapemeniya Kûrd de parvebikim.
Weka ku tê zanîn çapemenî ji bo propaganda u ragîhandina bûyeran de hêza herî mezin tê pejirandin. Dema ku desthiladar û sîstem bixwazin hizir u daxwazên xwe pêk bînin giraniyeke gelekî mezin didin pêşketin u bikaranina çapemeniyê. Ji berkû êdi çapemenî bi serê xwe wek rexistinekî xwedî hêz û bandore. Lê tiştê herî girîng bikaranîneke bi zanistî pêwiste. Mirov wê demê bi tevgereke zanistî wê bikaribe bighêje armanca xwe.
Weka ku tê zanîn tekoşîna gelê Kûrd ev gelik demên direje hember çapemeniyeke xwedî hêzeke bê sînor berxwe dide û alîkî da ji eniya xwe xurttir dike û xwe pêş dixe. Her roj bi riya internetê malpereke Kûrdewarî tê damezirandin. Herçiqwas neyarên Kûrdan xwedî derfetên mezin bin ji,êdî Kûrd jî derfetên heyî bikar tînin û dikin xizmeta tekoşîna xwe de. Em jî gelek caran dibin dîterên van bûyeran. Wek minak berê gelê me an ji ciwanên Kûrd zêde xwadî kevneporî û çanda xwe dernediketin û rastiya xwe nasnedikirin. Lê îro tê dîtin ku êdî gelê me bi tevahî xwedî li tekoşîna xwe derdikeve u herroj xurttir dibe. Her însanek bi riya internetê rojên dehan pel nivîs dinîvisîne û giranî zimanê Kûrdî tê bikaranîn. Êdî qedexe û binçavî bêwate dimînin. Ji alikî tekoşîneke bi riya sanal êdî wek rexistinekî dixebite. Herçiqwas gellek komar hewil didin hinek malperan qedexe ji bikin,nikarin xebatên van malperan asteng bikin. Ji berkû derfet zêde berfirehin û bêsînorin. Ez jî wek hûnermendekî gelê xwe van peşketinan re dibim dîter û her roj zedetir kefxweş dibim. Ji berk û êdî li zimanê Kûrdî wek sondekî û wek armanceke pîroz xwedî tê derketin. Ev jî hevîdariya mirov mezintir û xurttir dike.
Kurtasî dikarim bêjim,xwedî derketina çapemeniya Kûrd ,xwedî derketina tekoşinêye. Ji bo wê jî malperên wek www.rewanbej.com eniyên parastina Kûrdewariyê ne. Pêwîste bi sedan malperên me ên bi vî rengi xizmeta gelle xwe bikin.
27.10.2010
Dîno Baz
muhamed tayib tajuddin - 2010-09-13 21:42:43
ez bawerim we xebateke bashbe u cihe serfiraziyebe ku sitiranbeje me ye navdar dino bi awaki berfireh u bingihi ve babete bigre deste xwe u eme kefxwesh u serfirazbin serkeftine dixwazim
Şirove bike/Zanyarî bigre ser
Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...