Dr.Celîlê Casimê Celîl DR.CELÎLÊ CASIMÊ CELÎL

Dr.Celîlê Casimê Celîl




Prof.Dr. Celîlê Celîl kurê Casimê Celil e:1908-1998, (Yê ku ji rew‏enbîrên sereke bû di nav kurdên Sovyêta berê de û tê hejmartin ji ronakbîrên pê‏în, yên ku bingehê rew‏enbîriya kurdî di Sovyêta berê de danîne. Ew di roja 24/10/1998 an de, li Yerîvanê, komara Ermenistanê çûye ber dilovaniya Xwedê).
Celîlê Celîl, di roja 26 ê meha yanzdan, sala 1936 an de, li bajarê Yêrêvanê Ji dayika xwe çêbûye. Ji ber ku dê û bavê wî, sêvî bûn û li sêwîxanê mezin bibûn, wan xwandina xwe a pê‏in li wir girtibûn, ji ber wê jî jîyan û karê wan bi bajarê Yêrêvanê ve hatibû girêdan, ango bibûn bajari û zarokên wan bajarî xwedî bûn.
Mala Casimê Celil ji ‏e‏ kesan pêk dihat: Casimê Celîl û kebaniya xwe Xanima Celîl û her çar zarokên xwe: Ordîxanê Celîl, Celîlê Celîl, Cemîla Celîl û Zîna Celîl. Ji ber ku kurdîtî li bal wan gelekî xurt bû, mala Casimê Celil li Yêrêvanê, di nava behra ermenîyan de wek dibistanek kurdî bû.. ? wiha jî xwe parastîye. Ji destpêkê ve karê Casimê Celil bi jîyana rew‏enbîriya kurdî ve girêdayî bû, dergehe mala wî her dem li ber çûn û hatina kurdan, vekirî bû.
Vê malbatê ji roja roj de, Kurdîbûna xwe e‏kere kiriye, vene‏artiye û kêm jî nekirye. Ew pirtûkên kurdî yên pê‏în, ewên ku di salên 30-î de li Yêrêvanê çap dibûn, li ber destê Casimê Celil amadeyî çapê dibûn û di pirtûkxaneya mala wî de cî digirtin.
Casimê Celil, evîndarê pirtûkan bû. Bi taybetî pirtûkên ku qala kurdan dikirin, yan jî ku bi zimanê kurdî bana...
? wiha Celîlê Celîl di gel birayê xwe yê mezin Ordîxanê Celîl û hedû xwî‏kên xwe Cemîla û Zînê, di vê mala kurdperwer de hatin xwedî kirin, mezin bûn û di jîyana xwe de li ser rîya xizmeta çand û zanistiya kurdîtiyê fêrbûn û xwe ji vê rêkê dûr nexistin...
Celîlê Celîl di dibistana seretayî de, deh salan li Yêrêvanê (1944-1954) bi zimanê ermenî, xwendiye, di pey re, di navbera (1954-1959). Li ûnîvêrsîtêta dewletê, a Yêrêvanê di fakûlta dîrokê de berdewamî kiriye.. Li ûnîvêrsîtê, di konfêransên komala zanistiyê a xwendekaran de li ser dîrok û çanda kurdan wek lêkolîner gelek axaftin kirine...
Di sala 1959 de, pi‏tî xwandina bilind, berê xwe daye bajarê Lênîngradê, înstîtûta Rohilatnasîyê, ji bona xwendina li aspîrantûrayê û wiha têza xwe a doktorayê bi navê (Serhildanên kurdan yên azadarîyê di salên 1850-1880 an de), di sala 1963 an de wergirtiye. Di sala 1964an de, vegeryaye Yêrêvanê û li înstîtûta rohilatnasîyê heta sala 1992 an, wek kurdzan kar kirye. Di Sala 1991 de li Moskvayê têza profêsoriyê (hebîlitation) parastiye. ?end salan li ûnîvêrsîtêta Yêrêvanêye ser navê Davît Anhaxt dersên kurdologîyê daye wek: Dîroka kurdan, Dîroka rojnamagîrya kurdî, êtnologîya kurdî û yên mayîn. Ji sala 1992 heta niha, li Awstryayê cîware. Ji sala 1994-a heta niha li ?nîvêrsîtêta bajarê Wîenayê wek kurdzan, ser ziman, dîrok, çand û edebyeta kurdî kar dike û dersan dide. Di Akadêmîya zanistiyê de, çend salan lêkolînên xwe li ser kurdzanîyê bi berdewamî kar kirye. Di înstîtûta Pêdagogîyê de, ji bona amadekirina mamostayên zimanê kurdî, wek kurdolog û dîroknas du sêmêstran dersan daye...
Lê belê ji ber ku di mala wan de evîndarîya mezin ser çanda, ziman, folklora kurdî, dîyanet û êtnologîya kurdî bi firehî hebû, wî karê xwe ya lêkolînê li ser van mijaran jî berfire kirye.
Li akadêmîya zanistîya Ermenistanê dema ku karê xwe li ser dîroka kurdî ya sedsalîya 19 û destpêka sedsala 20 dikir, rastî gelek astengan hatiye. Hebûna zanîyarên ermenîya, yên ku lêkolînên xwe li ser bûyarên wan sedsalîya dinivîsandin, bi çavê dostanîyê li ser dîrokan kurdan nedinerîn. Ji ber wê jî, rê li ber dihat digirtin û tim rexne lê dihatin kirin... Nedihî‏tin lêkolînên xwe li Ermenistanê bi we‏îne. Li pi‏t wan kesan çend kurdên hesûd û zikre‏ hebûn, ji nivîskarên ermenan re bibûn pal û pi‏t. Ji ber vê jî nivîsarên wî yên dîrokî li dervî Ermenistanê dihatin çapkirin, û bi taybetî li Moskvayê û Lênîngradê, ango Sankt-Pêtêrsbûrg. ? vê yekê ew aciz dikir, û gelek bele jêre çêdikirin, ta ku hina êrî‏î wî dikir... Wî jî ji bona ku nêrvên xwe biparêze, heftê du rojan; ?emîyê û yek‏emê diçû gundên kurdan; ?îrok, stran û destan didanhev û dinivîsandin... Pa‏ê, di salên hey‏têyî de, dema rê li ber vebû, sê caran (1982, 1985, 1988) bi demên dirêj, berê xwe daye nav kurdên Sûryayê û lêkolînên xwe li ser çand û folklorê wan berdewam kiriye...û wiha wî li ser matêryalên civandî li Sûryê, sê cild amade kirine. Akadêmîya Ermenistanê, bi tenê cildek ji wan berevokan bi navê (Zargotina kurdên Sûrîyê) çap kiriye û hew..
Prof. Celîlê Celîl gelek lêkolînên li ser dîroka kurdan wek pirtûk we‏andine ji wan: Serhildana kurdan li sala 1880, Kurd li împeratoriya Osmanyê di nava sedsalîya XIX ya pê‏inda“, Ji dîroka jîyana kurdan a gelêrî û sîyasî di dawîya sedsalîya XIX-despêka sedsalîya XX“, Dîroka têko‏înên kurdan li sedsalîya XIX –XX (tevî çend dîroknasên sovêta berê), „Rew‏a têko‏îna kurdan li dewra nûda“ (tevî çend dîroknasan).Ev pirtûk vekirî nehate firotin, her tenê dayîre û îdarên zanistî û sîyasî li hemû komarên Sovyêtê û wezarata wergirtin). Ji sedî zêdetir gotarên zanistî li ser cure-cûrên pirsên dîroka kurdan di kovarên zanîyarîyê de li Sovêtê çap û belav kirine.
Ji salên 70-î de, dest bi civandin û lêkolînan kiriye, li ser qewl û beytên êzîdîyan. Di vî warî de jî, bi ser ketiye. Wî dor 200 nimûneyên qewl, beyt û duayên êzîdîyan civandine û cildekî kamil ji 700 rûperî amadekirye. Dor 50 qewl û beyt di du berevokan de we‏andiye. Li ser vê jî hinek “Rew‏enbîrên” kurd eciz bûne...?! Wekî „Celîlê Celîl bi propaganda dîyanetê mijûle“...
Li ser ola êzîdîyan çend gotarên zanistî, çap kirine û di kovarên zanistî de belav bûne. Baldarya wî li ser sûfîzmê jî heye wek: Hûsêînî Helac, ?brahîm Edhem, Huceta di navbera erd û esman de û yên mayîn. Du sê nivîsarên wî yên din jî hene hêj çap nebûne. Dema wî li Sûryayê lêkolînên xwe dikirin, destnivîsên kurdî bala wî diki‏andin ser xwe, û wiha wî çend destnivîs dane hev wek: (?êxê Senan) a Feqîyê Teyra, ku bi hunera nezîrîyê (Munazere) hatibû nivîsandin, wî ew destnivîs bi ‏ertên zanistî û berhevdana sê destxetên nû çap kiriye. Ya dinê (Seyfelmulukê) bû a Sîyahpû‏, ku nivîsara wî heta hingê nehatibû çapkirin. Wî ew destnivîs ji ser asasê çar nimûneyên cuda-cuda kamil kir û çap kir.
Di gera xwe de, ew pêrgî destnivîsên gelek hilbestên hilbestvanên kurdên ku hîn nehatine naskirin bûye, wî helbestên wan civandine û di berevokekê de, bi navê (Keshkûla kurmancî) we‏andine. Têde 70-80 hilbestên nû hene yên 30î zêdetir hilbestvanên kurdan. Pêre jî sê poêm: (Hespê re‏ ), (‏erê Sîsêbanê)û (Dimdim), ku ‏axine nû bûn, wî ew ji ar‏îva destnivîsên lênîngradê peyda kiribûn, û di vê berevokêda belav kirine.
Berevokek (Sêzde rûpelên balkê‏ ji dîroka kurdan) we‏andiye, ku ji her 13 nivîsar-lêkolînên wî ava bibû. Bingehê van nivîsara dokumêntên nû yên balkê‏ in, ji dîrok û çanda gelê kurdin.
Di karkirina Dr. Celîlê Celîl a zanyarîyî de, zargotina kurdan cîhekî berfire girtye û karê wî bi pê‏de biriye, wî tevî birayê xwe profêsorê ûnîvêrsîtêta Sankt Pêtêrbûrgê Ordîxanê Celîl û xû‏ka xwe a mûzîkar Cemîla Celîl li ser vê bergehê dora bîst pirtûk-berevokên zargotina kurdan çapkirine, yên ku li ser bingeha zanistyê hatibûn civandin û derskirin û çend pirtûk bi wergera xû‏ka wî Zîna Celîl hatine wergerandin ser zimanê rûsî û lîtvanî û çap bûne.
Hêjayî gotinêye ku Dr. Celîlê Celîl li ser bingeha bîblîotêka mala xwe, li ser navê bavê xwe, Casimê Celîl Bîblîografîyekî stûr (ji 535 rûpera) ji we‏anên kurdên Ermenistanê amade kiriye.
Pirtûkên Dr. Celîlê Celîl bi gelek zimana hatine wergerandin wek: soranî, kurmancî, erebî, turkî, farisî, ermenî, rûsî, lîtwanî, almanî û hin ji wan du car û sê car hatine çapkirin.
Ji pirtûkên herî ‏îrin ber dilê wî, pirtûka ku li ser serhildana Sêx Ubêydûllayê ?emdînanî ye... Ev pirtûka ku pê‏mergên Kurdistanê di salên serhildanê de, di ‏ikeftên çîyayên Kurdistanê we‏andibûn û di nav xwe bela di kirin û di xwendin.
Pirtûk-lêkolînên wî yên nû, ku amadene ji çap kirine re gelekin.
Di van salan dawîn de, çalakiyên wî yên zanyarî bi berdewamî, bi zimanê kurdî, rûsî û almanî têne we‏andin.
Dr. Celîlê Celîl dibêje: (Karê min yê kurdologîyê belkî zêde bi berhem nebûya, heger atmosfêra mala me ser evîndarî û parastina dîrok, ziman û çanda kurdî nebûye. Di karê me yê zanîyarîyê da dewra mezin a dê û bavê min Casimê Celîl û Xanima Celîl, pi‏tovanîya birayê min Ordîxanê Celîl û xû‏kên min Cemîla Celîl û Zîna Celîl gekekî hebû..)
Dr. Celîlê Celîl, salên dirêj li Ermenistanê, li hevalbendîya zanistiyê ya, rex sêntral komîtê a partîya Ermenistanê berpirsyarê para kurdzanîyê bû. Hem jî salên dirêj li (Hevalbendîya evîndarên pirtûkê), bûye serokê be‏ê kurdî. Bi alîkarîya vê hevalbendîyê wî pirtûkeke bîblîografîyayê ya biçûk, bi sernivîsara (Pirtûkên kurdî li Ermenistanê) çap kirye.
Di sala 1979 de, bi pê‏nîyara be‏a kurdî a akadêmîya zanîyarîyêyê li Bexdayê, ji bona karên wî yên bi nirx û giranbaha di pileya kurdzanîyê de, navê endametiya ‏erefê (Andam miqaledarê akadêmîya Zanistîya ?raqê) dane wî û birayê wî Ordîxanê Celîl. Hem lî ew andemê PEN klûbê ye û çend salan li serkirdatyia wê de cî girtiye...Her wiha ew andamê înstîtûta kurdî ya Parîsê ye, û andamê hevalbendiya nivîskarên Ermenistanê ye.
Di sala 1994an de, li Vîenayê, tevî çend hevalên xwe înstîtûta kurdzanîyê ava kirine û ji roja damezirandina wê ve û ta roja îro ew serokê wê institutê ye...înstîtûtê heta niha dor 10-12 pirtûkan li ser dîrok, edebyet û çanda kurdî we‏andiye.

BIBLIOGRAFIYA PIRT?K?N DR.CEL?L? CEL?L
1. Serhildana kurdan li sala 1880: Moskva 1966. (Bi zimanê rûsî). Her wiha di sala 1979 de bi zimanê erebî û sala 1987.
(Bi kurdîya soranî li Bexdad, di sala 1992 an de li Stokholim û di sala 1998 an de li bi Tirkî
2. ?îr û çîvanokên kurdî: Yêrêvan 1971. (Bi zimanê ermenî).
3. Mesele û metelokên kurda: Tevî Ordîxanê Celîl. Moskva 1972. Bi zimanê kurdî û rûsî. ? li Zürixê 1976. (Bi zimanê kurdî).
4. Gulçin. Tevî Ordîxanê Celîl: Yêrêvan 1972. (Bi zimanê kurdî). Her ew. Dihok 1985. Bi tîpên erebî.
5. (Kurdên împêratorya Osmanîyê li nîveka pê‏în ya sedsalya XIX.). Moskva 1973. (Bi zimanê rûsî). Her ew. Kurdekanî împêryatoryatî Osmanî. Bexda 1987. (Bi kurdîya soranî). Her ew. Min tarix el-emarat fi el-embiryetoryet al-Osmanîyet. Dumi‏iq 1987. (Bi zimanê erebî) Her ew. Anqara 1992. (Bi zimanê turkî. Her ew. Kurdekanî împêryatoryatî Osmanî. Swêdên1996. (Bi kurdîya soranî). Her ew. Kurdehayî Empêryatorî Osmanî. Têhran 1381. (Bi zimanê).
6. ?îrokê cimeta kurda.Tevî Ordîxanê Celîl. Yêrêvan 1974. (Bi zimanê kurdî).
7. (Sîyarê bahozê). Amadeker û werger Zîna Celîl û Algîrdas Alyonîs. Vîlnîûs 1977. (Bi zimanê Lîtvanî).
8. Zargotina kurda. Tevî Ordîxanê Celîl. Cilda I, II. Moskva 1978.
9. Zargotina kurda. Tevî Ordîxanê Celîl. Cilda 1. Yêrêvan 1978.
10. Kirdakan gîrki Hayastanûm, 1930-1980. (Pirtûkên kurdî li li salên 1930-1980). Yêrêvan 1981. (Bi zimanê kurdî, ermenî).
11. Qisaed min el-folklor el-kurdî. Tevî Ordîxanê Celîl Beyrût 1982. (Bi zimanê erebî).
12. Zargotina kurda. Tevî Ordîxanê Celîl. Cilda 2. Yêrêvan 1982.
13. Nehzet el-ekrad el-siqafîyet we el-qewmîyet (Nihayet el-qurn el- e‏ir bidayet el-qurn el-e‏rîn. (Dum‏iq) 1984. (Bi zimanê erebî). Her ew. Jîyana rew‏enbîrî û sîyasî ya kurdan (Di dawîya sedsala 19-a û 20-ada). Swedên ?ppsala 1985. (Bi kurmancî). Her ew. Nehzet el-ekrad el-siqafîyet we el-. (Fî el-qurn el-tase e‏ir bidayet el-qurn el-e‏rîn). Beyrût 1986. (Bi zimanê erebî). Her ew. Hendê sîmayî jîyanî û sîyasî û kultûrî kurd le kotayê sedeyî nozdeyem û seretayî sedeyî bîstemda. Stokholm 1993. (Bi kurdîya soranî). Her ew. ?z îstorîî 351;çestvênno-polîtîçêskoy jîznî kurdov v kontsê XIX- naçalê XX vv. Sankt-Pêtêrbûrg 1997. (Bi zimanê rûsî). Her ew. Bujaneweyî ro‏enbîrî û neteweyî kurd. Kotayîyê sedeyî nozdeyem-seretayî sedeyî bîstem. Suleymanî 2000. (Bi kurdîya soranî). Her ew. Kurd aydinlanmasi. Stenbol 2001. (Bi zimanê turkî).
14. Gulançkzêrîn. Zargotina kurda. Tevî Ordîxanê Celîl. Yêrêvan 1984.
15. Zargotina kurdê Sûryaê. Poêzîya. Yêrêva 1985. Her ew. Bi tîpên latînî. Swêdên, Uppsala 1989.
16. Têko‏îna kurda li dema nû û nûjenda. Tevî hevkara). Moskva 1987. (Bi zimanê rûsî). Her ew. Yênî ve yakin çaxda kürt hereketî. Swêdên 1991. (Bi zimanê turkî). Her ew. El-hereket el-kurdîye fî el-etr el-hedîs. Beyrût 1992. (Bi zimanê erebî). Her ew. Yênî ve yakin çaxda kürt sîyaset tarîhî. Stenbol 1998. (Bi zimanê turkî).
17. Avsûnên kurdî. Tevî Ordîxanê Celîl û Zîna Celîl. Vîlnyûs 1987. (Bi zimanê lîtvanî).
18. Kurdên Ermenistana Sovêtîyê. Bîblîografîya 1920-1980). Yêrêvan 1987. (Bi zimanê kurdî, ermenî û rûsî).
19. ?îrok lêgênd û efsûnên kurdî. Tevî Ordîxanê Celîl û Zîna
Celîl. Moskva 1989. (Bi zimanê rûsî). Her ew, (parçek). Mixtarat min asatîr û hikayat ‏erqîye. Heleb 1996. (Bi zimanê erebî)
20. Mesele û metelokê gelê kurda. Tevî Ordîxanê Celîl. Yêrêvan 1991.
Her ew. Wîen 2005. (Bi tîpê latînî).
21. ?îrokên kurdî. Tevî Ordîxanê Celîl. Frankfûrt 1993. (Bi zimanê almanî).
22. Destanên kurdî. Tevî Ordîxanê Celîl. Stenbol 1994.
23. Zargotina kurdan. Tevî Ordîxanê Celîl. Cilda I. Swêden, Bromma 1995.
24. Dîwaro terame – bûkê, tu guhdar be. Hewlêr 1999. Her ew 2000. (Bi zimanê turkî û kurdî).li Stenbolê.
25. Avtobîografîya Ebdulrizaq Bedirxan. Berlîn 1999. Her ew. Dihok 1999. Her ew. Biqet zu’e min mezkerat Ebdulrizaq Bedirxan. Bêrlîn 2000. (Bi zimanê erebî). Her ew. Abdulrizaq Bedirxan Otobîyografya.
?stanbûl 2000. (Bi zimanê turkî û kurdî) ,Her ew Bîrewerîyê Bedirxan. Hewlêr (2001). (Bi kurdîya soranî).
26. Sîyapû‏, Seyfulmuluk. (Dastan). Wîen 2000. (Bi tîpên latînî).
27. Sîyapû‏, Seyfulmuluk. (Dastan). Wîen 2000. (Bi tîpên erebî).
28. Sêzde rûpelên balkê‏ ji dîroka gelê kurd. Wîen 2002.
29. Feqîyê Teyran ‏êxê Sen’anîya. (nezîrîye). Wîen 2003.
30. Ke‏kûla kurmancî. Sedsalîya X-XX. 2004.

Konê ReÅŸ‏
Qami‏lo 21/11/2006
Dîroka girtina ser: 25.08.2010 15:55:48

ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN

hîna şirove nehatiye kirin...

Şirove bike/Zanyarî bigre ser

Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...

Navê we/Paşnavê we *

Navnîşana-e

Berfirehiya şirovê *

>

Nûçeyên dîtir...