Bayik ?lîstika qirêj a Şerê Taybet a nû? vedibêje
Endamê Konseya Serokatiya Rêveber ya KCK’ê Cemîl Bayik di gotara xwe di rojnameya Azadiya Welat de hatî weÅŸandin de lîstika qirêj a ‘Åžerê Taybet’ vegot û diyar kir ku di rojên borî de, kesên ku di statuya girtî de bûn, bi sererastkirina qanûnên (Xala 102’yemîn Qanûna Muhakemeyên Ceza) ku dema wan a girtî diyar dike, kete meriyetê. Ev sererastkirin di raya giÅŸtî de bû sedema nîqaÅŸan. Ji nirxandinên hatine kirin tê fêmkirin ku ev nîqaÅŸ dê hê jî berdewam bikin.
Bayik di gotara xwe de bal kiÅŸand li ser van xalan:
Li gorî vê sererastkirinê dozên ku li “Dadgehên Rayeya Taybet” û “Dadgehên Cezayê Giran” têne dîtin di nava dozên siyasî-rêxistinî û sûcên organîze û dozên din de statuyek cuda heye. Li gorî vê yekê kesên ku bi awayekî girtî dadgehan wan deh sal in berdewam dike û cezayê wan teqez nebûye dê serbest bêne berdan. Girtiyên ku deh salên xwe temam kiribin û cezayên wan teqez nebûye dê bêne tahliyekirin.
Vê sererastkirina qanûnî ku ketiye meriyetê; aşkera ye ku ji ber siyasî û mijarên bide nîqaşkirin divê li ser bê sekinandin û şopandin.
Ev darizandinên ku di qada hiqûqî de ji ber demeke dirêj digire her tim bûye mijara rexneyê. Pênc sal, deh sal mirovek bi awayekî girtî bimîne, tu aliyê vê yê bi hiqûqê re tune ye. Kesên ku vê yekê biparêzin jî dernakeve. Tiştê rast û bi edalet jî; dozên hatine vekirin û darizandinên ku bi delîlan hatiye teqezkirin divê di demeke kurt de bê biencamkirin. Rewşa ku sîstema hiqûqa tirk di nav de ye û darizandinên têne kirin çawa edaletê temsîl dike ne mijareke ku nayê zanîn. Ancax sererastkirinên qanûnî yên vê dawiyê hatine kirin tu eleqeya wê bi edalet û hiqûqeke rast re tune ye. Bi temamî xwe dispêre berjewendiyên siyasî.
Heke bi rastî sererastkirinek ji bo hiqûq û edaletê hatiba kirin, niha nîqaşeke gelekî cuda bihata meşandin. Behsa cotstandartiyê, bûna aliyekî, bêedaletî, hesabên têne kirin nehata kirin. Dadgehên têne kirin û kesên ji girtîgehê hatin berdan nîşan dide ku ev rewş derbasdar e. Ligel ên ku esasî hatine berdan çend kesên ku bi awayekî nimûne berdana hin kesan vê rastiyê naguherîne.
Hikûmeta AKP’ê li vê derê “Hesabê çi dike?”
Bersiva vê pirsê divê bi awayekî rast bê dayîn. Weke ku ji tombalayê bê kiÅŸandin “lê kê bê” û bê berdan sererastkirineke qanûnî nehatiye kirin. Li Tirkiyeyê bi deh salan e li “Dadgehên Rayeya Taybet” an jî “Dadgehên Cezayên Giran” kesên ku di dozên siyasî-rêxistinî têne darizandin û hukmê wan teqez nebûye kî ne? Ne mumkûn e ku burokratên Wezareta Edaletê û hikûmeta AKP’ê vê yekê nizanibin. Hele hele ev qanûn di 2005’an de hatibe tesewerkirin bi tu awayî dê baweriyê nede.
Nirxandinên ku weke hikûmeta AKP’ê diÅŸibe hikûmetên Åžerê Taybet ên di destpêka salên 1990’î de hatine avakirin, R.T. Erdogan jî her diçe diÅŸibe Tansu Çillerê. Bi vê nirxandinê re di dîrokê de diÅŸibînin serdema ÅŸerê qirêj û bi xwîn ku ÅŸerê taybet-qirêj bûye topyekûn, kiryarên faîlên wan nediyar zêde bûne, tê gotin ku hivdeh hezar (17 hezar) însan hatine windakirin, girtin û îşkence zêde bûne, bi hezaran gund hatin valakirin e. Ev nirxandinên têne kirin rast û di cih de ne.
Bi sererastkirina qanûnî ya dawî re kesên ku ewil ji girtîgehan derketin di wê serdemê de ew aktorên ku roleke qirêj û bi xwîn lîstine. Bi gotina gel be bersûcên doza “Hîzbul WehÅŸet” in.
Beriya ku “Hîzbul WehÅŸet” dest bi cînayetên xwe bikin, Wezîrê Karên Hundir ê wê demê yê hikûmeta ANAP’ê Abdulkadir Aksu, dema fêm kir ku Têkoşîna Demokrasî û Azadiya Kurd bi zora metingehkeriya leÅŸkerî nikare biçewisîne, fetvaya ku li hemberî PKK’ê “kesên ku tizbî di destê wan de” bê bikaranîn da. Yek ji burokratên xwedî bandor ên li bajarên kurdan dema 12’ê ÃŽlona 1980’ê derbeya faşîst Abdulkadîr Aksu (Dema Komkujiya Mereşê pêk hat cîgirê walî bû, piÅŸtre bû waliyê Dîlokê) ew bi xwe jî di nav de û piÅŸtgiriya wî “kesên xwedî tizbî” ku ji aliyê cuntayê hate rêxistinkirin kete nava tevgerê.
Vê daxwaza Abdulkadîr Aksu piÅŸtî salên 1990’î ji aliyê klîka hikûmeta ÅŸerê taybet Çiller-GureÅŸ-Agar ve kete dewreyê. Êdî li şûna “tizbiyan”, “sator û çek” didan destê van hêzan. Bi sedan welatparêzên kurd, demokrat ji aliyê van hêzan ve hate qetilkirin. Dema karê wan qediya û gera wan ji bo dewletê bi fikar hate dîtin ew avêtin girtîgehê. Bi sererastkirina qanûnî ya dawî re kesên ku ewil ji girtîgehên serbest hatin berdan ev in.
Ev sererastkirinên qanûnî yên dawî di warê zemanê wê de divê em bigirin dest û li ser bê sekinandin. Noqteya esasî jî ev e. Di vê derê de tiÅŸtê balê dikişîne ÅŸibandinên di warê siyasî û civakî de yên salên 1990’î û 2010’an e. Di rewÅŸa heyî de Têkoşîna Azadiya Kurd wê demê jî di zemîna siyasî ya rewa de gihiÅŸtibû sînorê ku bibe têkoşîna gel. Tabloya piÅŸtî 29’ê Adarê, îro weke diyardeyeke pratîk ku kurd pêvajoya ketinê “jiyana duzimanî” û “xweseriya demokratîk” awayên berbiçav e. Di rewÅŸeke wisa de, têkoşîneke ku bûye gel ÅŸertên ku ji aliyê zora metingehkeriyê bi tevahî ji holê rabe tune ye. Bersûcên doza “Hîzbul WehÅŸet” di pêvajoyeke wisa de serbest hatin berdan.
Rejîma Åžerê Taybet ê Tirk bi navê nû Gladioya Kesk bi sererastkirinên qanûnî yên dawî çi hedef dike tê fêmkirin. Di vê mijarê de xwedî tecrûbe ne. Di bin “Qanûna Têkoşîna Terorê (TMK)” ku di sala 1991’î de hate derxistin re bi sererastkirina der barê “înfaza cezayan” hatibû kirin. PiÅŸtre bi biryarên dadgehan girtiyên siyasî yên çepgirên tirk jê sûd girtibin jî hedefa esasî ew bû ku kesên faşîst serbest bêne berdan.
Wisa jî bû. Yên cezayê herî giran girtibûn jî piÅŸtî heyÅŸt salan di girtîgehê de man serbest hatin berdan. Lê sererastkirineke qanûnî çima wisa pêk hatiye, hate fêmkirin. Hewcedariya rejîma ÅŸerê taybet bi vê yekê hebû. Ew dîsa xistin dewreyê. Kesên weke Abdullah Çatli ku beriya 1980’ê bi cînayet û komkujiyên kirine dihat nasîn ketin nava tevgerê û navên wan ji nû ve hate bihîstin. Komkujiyên girseyî yên weke weke Madimak û Gaziyê, revandina însanan, qetilkirinên bi îşkenceyê û cesedên ku diavêtin kêleka rê hwd. kete nava bûyerên rojane yên dihatin jiyîn. Gotinên nijadperest û faşîzan, bû argumanê îdeolojîk ên bingehîn ji bo ÅŸerê qirêj û taybet ê topyekûn. Hêzên Hereketa Taybet bi temamî li gorî vê îdeolojiyê hatin perwerdekirin û li dijî gelê kurd hatin bicihkirin. Di nava gelê tirk de ÅŸovenîzm û neyartiya kurdan pêş dixistin, rê li pêşiya partiyeke kontra MHP’ê hate vekirin û bi vî rengî rayên xwe zêde kir.
Ji bo ev hemû tiÅŸt pêk bên jî, kesên ku berê bikaranîbû, rejîma ÅŸerê taybet ku piÅŸtî karê wê bi van kesên qediyabû û avêtibû girtiqe divê ‘li hev bihata’. Sererastkirina der barê înfazên cezayan û TMK’a di 1991’ê de hate derxistin jî tam hewcedariyên wê demê dibersivandin. Niha jî senaryoyeke bi vî rengî ji nû ve dixwazin bixin sahneyê.
Organîzatorê vê senaryoyê jî AKP ye. Ji ber vê yekê hikûmeta AKP’ê di ÅŸerê qirêj-taybet tê meÅŸandin de ketine nava rê û rêbazên nû. Sedema topyekûnbûna ÅŸerê qirêj ê taybet ji vê rastiyê tê. Dema vê yekê dike jî tiÅŸtên ku paÅŸve vekiÅŸandine ji nû ve derdixe pêş. Neteweperestiya tirk esas digire, berê xwe dide îstismariya olî, yanî taÅŸeron û lastîkên yedek ji nû ve dixe dewreyê. Ji nû ve derxistina pêş a Abdulkadir Aksu û bi guhertina di xala 102’yemîn ya Qanûna Dadgeha Ceza (CMK) û bi serbest berdana bersûcên “Hîzbul WehÅŸet” û daxwaza rol dayina wan encama polîtîkayeke bi vî rengî ketiye meriyetê ye.
Hikûmeta AKP’ê bi berdana bersûcên “Hîzbul WehÅŸet”, weke encama rejîma ÅŸerê taybet a tirk di salên 1990’î de dê bi dest bixe? Heman hêmanan dê ji nû ve bi kar bîne? An jî kî dê kê bi kar bîne? Tabî ev jî cuda divê bêne nîqaÅŸkirin.
ANF NEWS AGENCYDîroka girtina ser: 10.01.2011 12:39:21
ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN
hîna şirove nehatiye kirin...
Şirove bike/Zanyarî bigre ser
Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...