Bayik: Gelo xetereya Tirkiye bi dewletekê re şer bike heye?
Endamê Serokatiya Konseya Rêveber ya KCK’ê Cemîl Bayik da zanîn Tirkiye di rewÅŸa heyî de bi tu dewletan re ne di rewÅŸa ÅŸer de ye û got; “Hêzên Azadiya Kurd jî heta piÅŸtî hilbijartinên hezîrana 2011?an biryara ?rewÅŸa bêçalakîtiyê? îlan kirine. Tevî vê rastiyê jî di civîna YAÅž?ê de ?amadekariya ÅŸer? û ?ewlekariya sînoran? tê guftûgokirin. Ev ne tiÅŸtekî ku ji nedîtî ve bê dîtin e. Ev pirs dikare bê kirin; ?gelo di demeke kin de xetereya ku Tirkiye bi dewletekê re ÅŸer bike heye? Ev pirs dikare bê guftûgokirin û bijarkên heyî bêne nirxandin.”
Endamê Serokatiya Konseya Rêveber ya KCK’ê Cemîl Bayik di gotara xwe ya di rojnameya Azadiya Welat hatî weÅŸandin de bal kiÅŸand li ser civînên encamên Şûraya Bilind a LeÅŸkerî (YAÅž) û diyar kir ku encamên Şûraya Bilind a LeÅŸkerî (YAÅž) ku beriya dema xwe hate lidarxistin di raya giÅŸtî de baÅŸ nehat guftûgokirin û got; “Bi ÅŸeklî ji raya giÅŸtî re hate aÅŸke- rakirin û yekser ji rojevê hate xistin. Lê belê encamnameya ku hate aÅŸkerakirin her çiqasî kin jî bû xwedî naverokeke girîng a pêwîstî bi nîqaşê bû. Li gorî daxuyaniya hate belavkirin; di civîna YAÅž?ê de ?amadekariya ÅŸer? û ?ewlekariya sînoran? hatibû guftûgokirin. Ev jî ne mijarên ku wisa serve serve bêne nirxandinin. Lê mîna tiÅŸtekî wisa pir ji rêzê ji gel re hatin pêşkêşkirin.”
Bayik di gotara xwe de bal kiÅŸand li ser van xalan:
“YAÅž ne saziyeke ku tim komcivînan li dar dixe. Di demên navbera wan dirêj de dicive û bi van civînan demekê jî be di rojeva raya giÅŸtî de dimîne. Lê civîna dawî ne wisa bû. Çima ev yek wisa bû? Divê ev yek bê guftûgokirin; pirsa ?ev amadekariya çi ye û ewlekariya çi ye?? bê kirin.
Tirkiye di rewşa heyî de bi tu dewletan re ne di rewşa şer de ye. Hêzên Azadiya Kurd jî heta piştî hilbijartinên hezîrana 2011?an biryara ?rewşa bêçalakîtiyê? îlan kirine. Tevî vê rastiyê jî di civîna YAŞ?ê de ?amadekariya şer? û ?ewlekariya sînoran? tê guftûgokirin. Ev ne tiştekî ku ji nedîtî ve bê dîtin e. Ev pirs dikare bê kirin; ?gelo di demeke kin de xetereya ku Tirkiye bi dewletekê re şer bike heye? Ev pirs dikare bê guftûgokirin û bijarkên heyî bêne nirxandin.
Tê zanîn ku Tirkiyeyê bi hin dewletan re di nava nakokiyê de ye û dem bi dem jî pirsgirêkan dijîn. Demên borî Yewnanistan û Sûriye di nava van dewletan de cîh digirtin. Di rewşa heyî de ev nakokiya heyî jî ketiye rewşeke ku bi tu awayî nikare behsa îhtîmala şer bê kirin. Heta li gorî xwe gihiştine asteke dostaniyê. Ji bilî van faktorên Iraq û Îranê ketine dewreyê. Gelo dibe ku Tirkiye bi Iraqê re şer bike? Tevî ku tim li ser hebûna Federal a Kurd zextê pêk tîne û li hemberî Hêzên Azadiya Kurdistanê tim xwe mîna hezeke şer û dagirkeriyê dihêle jî, dema mertalê parastinê yê DYA?yê li ber çavan bê girtin, nikare bê gotin ku Tirkiye li hemberî tevahiya dewleta Iraqê di amadekariya şerekî gengaz de ye. Di nava dewletên ku bi Tirkiyeyê re sînorê we heye de tenê Îran dimîne. Gelo Tirkiye dikare bi Îranê re bikeve nava şerekî? Ev jî mijara guftûgoyê ye. Ji ber ku Îran di nava dewletên hedef, yanî bi êrîşa DYA?yê re rû bi rû de cihê xwe digire.
Helwesta Tirkiyeyê ya di dema Sedam de ku li hember DYA?yê û hêzên navneteweyî yên pê re tevdigerin dema li hemberî dorpêçkirina Iraqê nîşan da li bîra me ye. Tirkiye ku di serî de piştgirên ?şermok? ê van hêzan be jî, dema rewş cidî bû, mîna Şerê Cîhanê yê Duyemîn dema ku encam diyar bû dest bi helwesta cihgirtina li cem ê bihêz kir. Ne mimkûn e ku li hemberî Îranê jî Tirkiye di nava helwesteke cuda de be. Lêgerînên wê yê bi Îranê re li hemberî Hêzên Azadiya Kurdistanê ketina tevgerê jî dibin asteng ku helwesteke cudatir nîşan bide. Polîtîkayên li hemberî ambargoyên DYA?yê yên li ser Îranê jî dibin sedem ku nirxandinên bi vî rengî bêne kin. Di vê rewşê de ya li ber destê me dimîne bersiva pirsa, ?amadekariya şer? û ?ewlekariya sînoran? li dijî kê tê pêşxistin e. Bêguman ev amadekariyên dewleta tirk ne ji bo li Afganistanê li dijî Talîban-El Qaîde an li hemberî Israîlê ne. Li vir mîna hedef tenê gelê kurd dimîne. Hikûmeta AKP?ê hê jî bersiv nedaye biryara ?rewşa bêçalakîbûnê? ya ji aliyê Hêzên Azadiya Kurd ve hatiye îlankirin. Bi leşkerên bi pere yên bi navê Artêşa Profesyonel hatiye sazkirin dixwaze ewlekariya hidûdan pêk bîne. Dixwaze, rêxistinbûyîna gelê kurd a heya dawî mafdar û demokratîk biçewisîne û xwe di wê pozisyonê de bihêle. Dema vê yekê jî dike dixwaze şert û mercên li gorî xwe biafirîne. Sedema bingehîn a daxuyaniyên Kongreya Civaka Demokratîk ên di cih de û rast berovajî dike, di rojevê de dihêle û li gorî xwe dixwaze bikar bîne û raya giştî bandor bike jî ji ber heman sedemê ye.
Dewleta tirk bi civîna dawî ya YAŞ?ê amadekariyên xwe yên di vê çarçoveyê de careke din di ber çavan re derbas kirine. Divê ev rastî neyê jibîrkirin. Gelê kurd berê jî bi êrîşên tunekirin û tevkujiyê re rû bi rû hate hiştin. Bi van êrîşan bi sedhezaran kurd hatin qetilkirin, hatin sirgunkirin, avêtin zîndanan û bi îşkenceyên giran re rû bi rû hatin hiştin. Tevkujiyên Koçgirî, Genç-Palu-Hanî, Agirî-Zîlan û Dêrsim hêj zindîbûna xwe diparêzin û birînên dilan ên hena xwîn ji wan diherike.
Ji ber wê yekê gelê kurd naxwaze careke din heman tevkujî, êrîş û qetlîaman bijî û bibe qurbanê wan û li hemberî vê yekê ji bo standina tedbîr û ewlekariyê xwedî biryar in. Bi rêxistinbûyin û berxwedana nîşan dide vê yekê piştrast dikin.
?Amadekariya Şer? û ?Ewlekariya Sînoran? ku di YAŞ?ê de hate guftûgokirin tenê li hemberî berxwedana ku gelê kurd di nav de ye û rêxistinbûyina avakiriye pêk tê. Ji ber vê yekê jî encamên civîna YAŞ?ê bi lezgînî û bi daxuyaniyeke kurt ji raya giştî re hatin aşkerakirin û paşê ji rojevê hatin xistin. Mîna ku daxuyaniyeke bi vî rengî nehatibe kirin. Ev nayê wateya ku talûkeya heyî ji holê radibe. Berovajî nîşan dide ku asteke xetere di asteke pir cidî de heye. Lewma li hemberî vê yekê tedbîr û ewlekariya bê standin ji yên her demê girîngtirin û pêwistî bi lezgîniyê heye. Di vir de wezîfeyên lezgîn ku nikare bê taloqkirin li pêşiya gelê me ne. Divê gelê me ji bo vê yekê jî Xwesariya Demokratîk di bingehê civakî de bi rêxistin bike, dîsa bigihije asteke ku têra xwe dike û pirsgirêkên xwe bê dewlet dikare çareser bibe û bigihije asteke ku li hemberî her cure êrîşê karibe li ber xwe bide.
Riya rê li ber girtina tevkujî û qetlîamên nû û xwe gihandina jiyaneke azad di vir de derbas dibe. TiÅŸtê ku gelê me dijî û dîroka wî fêrî me kiriye tu rê û bijarkên ji bilî vê yekê tune ne.”
ANF NEWS AGENCYDîroka girtina ser: 13.12.2010 10:52:24
ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN
hîna şirove nehatiye kirin...
Şirove bike/Zanyarî bigre ser
Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...