Dadgeh -Çîrok DADGEH -ÇÎROK

Dadgeh -Çîrok

Cade ya difûre, dergehên xwandingehan mane daxistî û xwendekaran berdewamî da mangirtinê, pel ji manşêtên rojname û kovaran dipeÅŸin. Mela li mizgeftan, gewirî li xwe dirandin û çengên dêra kuh bûn ji jenînê. Şêx û pîra deriyê LaleÅŸ û mezarê Åžerfedîn berdan. Holika rojnamevanane, bi deng û basên taze re nagehin, peyamên bi lez ser ÅŸaşên televziyonan dihêne xwarê, berpirs bi peyvên nazik, sozên germ û derewan ve diriyan. Serokê hukmetê ji bêjeran pitir dihête ser ÅŸaşên televziyonan da pîçekê ji kerb û tengijîna cemawerî bihîne xwarê. Desteka “UN”ê ji bo cara siyê rûniÅŸtine xwarê li ser tawana goristanê eva ernavê mirovatiyê hejandî.Ew serê mehekê ye xelkî mirî yên xwe yên berî dû salan jî, ji wê goristanê anîne der û veguhastine goristaneka din bi sedan kîlometran ji wê dûrtir. Hindekan jî, destên xwe dikirine kovik û bi guhên hevalên xwe vedinan û pistepist dikirin. Tu dizanî dayika filanî û xwîşka filanî li wê goristanê veÅŸartî bûn? Hindekan jî, ew mehek bû tiliyên wan li ser celebkê bûn û zêrevanî li kêliyên miriyên xwe yên mê dikirin.

Hola dadgehê rê nema ji ber peyamnêr û rojnamevanan. Daxwazkerê giştî tiliyên xwe bi nik tawanbarî ve birin û bi tonekê pir ture, ev ne mirovê he yê bi reng mirov, hûn dibînin di qefesa tawanê de kiryareka hovane di derheqê mirovayetiyê de kirî. Hîç tawaneka wekî wê di dîroka mirovatiyê de nehatiye kirin, hîç sizayek nîne di yasayê de ev dirindê he li ser bihête sizadan. Sêdaredan bo vî hovê he kême, lewa em daxwaz dikin bihête pirtpirtkirin di gehan re.

Di nav şifşan de bi ser xwe ve hat wekî şervanekê westayî, çavçerînek li hemû rûniştiyên holê kir û got: Dadvanê birêz ez ev kesê beramber we yê xwedê dayî, bi ciwantirîn şêwe her wekî wî di pertuka xwe ya pîroz de keremkirî: "weleqed xeleqna el însan fî ihsin teqwîm" (me mirov ciwan daye ) hatîme zirbehrkirin ji hemû hez, viyan û xuriskên xuristiyên jiyanê, evî civakî dev, dest û piyên min bend kirine bi navê guneh, şerm, tîtal û rewiştan. Dadvanê birêz, min mafê dîkilekî jî nîne, gava heza xwe bi cih dihîne, bi azadî mirîşkekê li ser gîfkekê difisîne. Min mafê kerekî jî nîne ku her cih û demê viya bi azadî dizire. Min mafê biçûktirîn kêzik nîne gava difire bê pasport, vîze û nasname, çi sinor nînin hezên wan ragirin. Bi tenê ezê mirov hemû tişt ji bo min qedexene, ez xwe gunehbar nabînim heta bihême sizadan, belku yê ji hêjayî sizadanê be, ev civakeye yê bi saxî hemû tişt di mêşkê minê mirov de fetisandine.

Dîroka girtina ser: 07.08.2010 22:12:17

ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN

hîna şirove nehatiye kirin...

Şirove bike/Zanyarî bigre ser

Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...

Navê we/Paşnavê we *

Navnîşana-e

Berfirehiya şirovê *

>

Nûçeyên dîtir...