Qisedan bi dayê re QISEDAN BI DAYÊ RE

Qisedan bi dayê re

“Tu negirî, ez ê di dewsa te de bi qasî dinyayê bigirîm” çi dema ku hestiyariya me dixeriqî û dizariya, ji bo tu sihêlbûneke dilhesa pêkbînî, te her ev gotina dildayikî ya navhatî yanî ya li jor, li nik min hesayî dikir.

Nagirîm dayê.. Min niha xwe li telandiye, di teldeyeke şil de li dengekî hilpekîner, li ronahiyekê spî digerim. Winda bûme. Bayekî qeşagirtî ji devê min diherike dayê. Dilê min mîna aqilzaykiriyek bi kolanên biyanî ketiye, bi vir û wir de dibeze.....Bêhn bi bêhn.... Li ser baskên min ên xerîb, xerîbiya xopan mirin hatiye venivîsandin û janekî pirşax li ser kevçika dilê min direqise.

Bêbinyad bêbinyad!!
***

Na, bawer bike ku ez ê behsa hejmara rondikan nekim.

Û ez ê behsa mirinên janenîr yên bêrîkirinan nakim.

Û ez ê behsa dildemayînên kezeb lêrizyayî nekim....

Û bi sond ez ê bi kûrahiya behsa çîroka xwe û te bikim. Heta tiliyên min mîna dilê min û te ku ji ber negihêştina ji hev dizariyan û dizarin, bizare.

Çimkî çîroka min û te ne çîroka dê û ewladekî, erê çîroka welatekî ye ku negihêştiye mirazê xwe. Ma ka ez gihîştim te?. Ma ka min karî pêşiya tu bar bikî, carek be jî xwe ber bidim paxila te ya pemboyî?. Ev hesret û kul a janenîner, ji çarenivîsa nijada me ne dûr e. Ji zikê wê welidiye. Belkî hin ji hevnijadên me nizanibin, lê bawer bike ku ker jî êdî bi vê rastiyê dizane....

Çîroka min û te û çîroka welatê me yê bi mêr!  Axx dayêêê..

Û ez ê devê “bilbil” ê xwe yê xemgîn gem nekim. Ma “bilbil” ê me çi çaxê bi ken bûye? Kes nizani be jî, em dizanin. Em dizanin. Çimkî em endamên miletekî sêwî û serhildêr û xwedî xayînanin dayê. Ji ber vê ye ku em ji tîna rondikan re ne xerîbin lê lê sitranê.... Sitrana ber dilê bavo.

***

Dayê, min rondikên xwe ziwa kirin. Di behra rondikên te yên dayikî de li janekî asayî digerim.. Ma ez ew kes nebûm ku êşên janenîner ji çîrokên te yên pelweşandî hîs bikim? Ma çend çîrokên me yên pel ne weşandî hene? Ji ber vê ye ku bilbilê min ji xwe re navê balindeyeke bêperwazmayî maqûl dibîne dayê.

Erê dayê, tu ji famîleya çûkan bû ligel stranbêjiyeke spî

Sirtana ber dilê bavo axxx.....

Û ji ber ku te ligel bavo deng û awazandin û bêrîkirin û giriyên ji malbata hişînahiyeke ezmanî û spîtiyeke berfî ravî û fêrî me jî kirî, li pey barkirina te ya nelibendî famîleya çûkan niha bi hizniyê dayê...

***

Dayê, ji ber ku te em wekî "bira" û "xwiÅŸk" û "dost" ên "xwarin"ê mezin nekiriye, bêguman e ku tu mezin î û ez vê mezinahiya te wekî xwedawenda dilpakiyê raber dikim… Lê mixabin dayê, em gelek caran li ber bayê sar yê xwarinîneran ket in….. Her kirin hinek jî bêlome ye. Hemû çalakiyên pak û xirab hinek bêlome ye ji bilî mirinê…

Û ji ber ku tu hêz û derbirîn nikare têra ravekirina kûrahiya dilê dayikan û dilê te bike, radestî wî dilê pîrozwer dibim….. Û bi rastî jî niha kud im. Dest û pî li min girêdayîne. Ji bilî kela min a volkanîk û birçî ku dixwaze mirinê bikuÅŸe, bêdengim. Bêdengiyeke xalî veniÅŸiye ser pêlikên çavên min. çavên min ên avbîr ku niha li yek dilopeke spî digere... Wê dilopa lêdigerim didî min dayê?
 
***
Axxx ez ê bêar dîsa dilê te dişewitînim... Axx ez ê bêar dîsa giriyên dilşikestî diyariyê giyanê te yê westa diki...Bibore dayê..Ji ber ku min destûr ji te nestendiye û hema wisa mîna her carî bi filitî ketime gotinê û min dilê xwe vekiriye, li min bibore.

Niha destûr ji te dixwazim. Dixwazim ku tu rê li min vekî da ez di astmosfêreke bê perde de, bi pêdeçûneke bi her awayî, bi zimanê dil, bi rengê hundirîn, bi bilbilandina resen yê bilbilê nepen, bi karektereke nû ku qet naşibe karekterê heyî yê raserî mêrê rojhilat e, bi te ezîza ber dilê bavo re biaxivim.

Li benda hatina te me. Deriyên xewnên xwe heta ser piÅŸtê vedikim. Pencerayan jî vedikim. Hiznîgeha xwe bi berkenînên te yên binevşî ve dadigirim... Bajarê xwe ji germ û qilêr û bobelatan diparêzim....ÅŸekirin cam yê tirÅŸ û eqala gulgulî ku min ji bo te kirîbûn û her li ba min bûn digirim datînim kêleka nivînê xwe û…. û ji bo di bihîstina dengê te de zehmetî nekişînim, qerebalixiya xwe û ya derveyî dikuÅŸim û firindeyên xwe yên ezmanî diqefisînim û perdeyeke çîk reÅŸ dikişînim ser rûyê asûlekên ezmên û ajalên xwe yên rûerd û binerdik bêdeng dikim, dikişînim bêdengîgeha xwe û hemû riyên cûyînûhatingeha (Gar) dilê xwe belawela dikim da tu ÅŸemîndefereke (tren) ku dostên dilpak û yên terkexem hildigire neyê lê raneweste....

***
 
Bi rastî jî ji bêdengiya min re bêdengiyeke kûr divê. Ji rêketina min a dilînî re giriyekî spî divê dayê. Niha...Aniha vedikişim. Şîngerên te li şîngehê li benda min e. Îşev zû dinîvim. Îşev zû xwe diavêjim paxila giyanê te û îşev xwe û bêrîkirinên xwe yên hilhilî yên nola kirasê te yê gulgulî li biranînên me dipêçim û îşev nagirîm û...... û li benda dengê te yê pamboyî û awazadina te ya ji delaliyan im. Delaliyên te hebûn dayê. Yên jê çemên hezkirin û janê diherikîn. Li benda ji wan yekê me. Di jêçêtirgirtinê de bi gor xweziya dilê xwe tevgere. Lê hema min divê bêjim ku tu dizanî ka ez herî zêde jî kîjanî hez dikim. Tu dizanî ne dayê? Te bi awazandina wê re ez feş û şor dikirim. Delalî û biçûkê te bûm lewra... Erê tu dizanî. Lê min maf nîn e ku te pir biwestînim. Ji ber vê ye ku dixwazim ji bo hesabûna giyanê te yê westa hêmayek ravî cenabê te strana ber dilê bavo bidim.
 
"....Ez tevgirêdana kesî nizanim hay hay... lê tevgirêdana Dilalê min mîna tevgirêdana Mîr û Begên welatê Serhedê ye...."
 
Pencereyên bajarê xwe yek bi yek vedikim. Firindeyên xwe yên mîna te belek û dilbigirî û firînhezin temî dikim bila nekin qerebalix, di cihê xwe bisitirin da bayê ji jîngeha te ku dê were seh bikim. Heke dayê... Heke ez bayekî sivik di valahiya pencera bajerê xwe de hîs bikim ku ew biherike ser rûyê min, neke ez ê têbigihim ku te destûra pêdeçûnê daye min. 

Lê ez nizanim ka ez ê piştî destûrdayîna te ji te re çi bêjim dayê?.


Dîroka girtina ser: 23.08.2010 15:01:46

ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN

hîna şirove nehatiye kirin...

Şirove bike/Zanyarî bigre ser

Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...

Navê we/Paşnavê we *

Navnîşana-e

Berfirehiya şirovê *

>

Nûçeyên dîtir...