Demîrtaş: Divê hikûmet bipejirîne ku PKK, ne ?terorîst?e
7’emîn Konferansa Navneteweyî ya Kurd, ku ji aliyê Komîsyona Welatî ya Tirkiyeyê (EUTCC) ya Yekitiya Ewropayê (YE) hatiye organîzekirin û ji aliyê Koma Dostaniya Kurd a PE’yê ve jî tê piÅŸtgirîkirin, îro piÅŸtî nîvro, li paytexta Belçikayê Brukselê dest pê kir. Li PE’yê konferansa ku rêyên çareseriya pirsgirêka Kurd tên gotûbêjkirin, Hevserokê GiÅŸtî yê BDP’ê Selahattîn DemîrtaÅŸ di axavtina xwe de anî ziman ku ji bo keşûhewaya erênî ya hatiye çêkirin belav nebe û xirab nebe; divê hinek gavên şênber bên avêtin.
DemîrtaÅŸ di axavtina xwe ya Parlamentoya Ewrûpayê (PE) de dest nîşan kir qeyrana em dijîn ya herî mezin, pirsgirêka baweriyê ye ji hevdû nebawerkirin li holê ye û wiha domand: “Li meydanê pirsgirêkeke cidî ya ji hevdû nebawerkirinê hey e. PKK ji dewletê bawer nake, dewlet jî PKK’ê ne bawer e. Em wek BDP girîngiyeke mezin didin meseleya bihevbawerkirinê. 30 sal in du hêzên ku bi hev re ÅŸer dikin û hêzek ya din têk nebiriye, qonaxa lihevhatina van herdû hêzan jî dê ewqas asan (hêsan) nebe.”
Demîrtaş dest nîşan kir ku negihiştine wê hewa û astê ku herdû alî ji hevdû bawer bikin.
DemîrtaÅŸ derbirî ku asayîdîtina gotûbêjên bi BDP, Ocalan û Qendîlê re ji bo herdû aliyan jî rêxoÅŸkerek nûwaze ye. DemîrtaÅŸ got: “Teyran jî berdêlên giran da, darên ku ew lê dihewirîn hatin ÅŸewitandin. Divê ev keşûhewaya erênî, ev zemîna baÅŸ ya bi çetinahiyên mezin hatiye çêkirin nehêlin vala biçe, valaçûyîna vê keşûhewayê tawanek mezin e. Ji bo pêbaweriyê, divê her kes pûte û girîngiyê bide gotinên xwe.”
DIVÊ HIKÛMET BIPEJIRÎNE KU PKK, NE TERORÎST E
DemîrtaÅŸ bi lêv kir ku ger di destê hikûmeta AKP’ê de ‘pêşîvekirin’ hey e, bila bi lezûbez bixe jiyan û meriyetê û aÅŸketa bike. Di vî warî DemîrtaÅŸ got: “Pêwîst e hikûmet li beramber gelê Kurd ziman û şêweyekê (uslûbekê) bawerdayînê bi kar bîne. Divê hikûmet qebûl bike ku Tevgera Kurd û Serakatiya wê, ne terorîst in. Derbareyê nêzîkatiyên jinavbirinê (tasfiyeyê) de, pêwîst e raydarên hikûmetê aÅŸkera bikin ku polîtîkayên wan ji bo jinavbirînê tune ye (...) Pêwîst e hikûmet bîne ziman ku mafê Kurdan hey e ku li welatê xwe yê bav û kal û pîran de bi azadî bijîn. (...) Pêwîst e serokwezîr jî berdevkên hikûmetê jî, bikaribin bibêje mafê zimanê zikmakî mafê bingehîn yê her kesek e.”
DemîrtaÅŸ bal kiÅŸand ku lêpêwîstkirina (lêferzkirina) dest ji berdana çekan dibe sedemê bêbaweriyê û bi vî awayî pêbawerî hildiwiÅŸe. DemîrtaÅŸ wiha pêde çû: “Heya keşûhewaya pêbaweriyê çê nebe, qalkirina xilaskirin, destjêberdan û lawazkirina maşînên (çek...) di dest de hene, pêbaweriyê çê nake hildeweşîne. “
BI GIRTINA 2 HEZAR ENDAMAN Û BENDAVA JI SEDÎ 10 DESTÊN ME GIRÊ DANE
DemîrtaÅŸ anî ziman ku pêş dest jê berdana çekan divê rê û rêgehên demokratîk yên siyasetên bên vekirin. DemîrtaÅŸ wiha domand: “Dest û piyên BDP’ê girê dane. Wek tê zanîn bendava hilbijartinê ji sedî 10 e, 2 hezar endam, rêveber û ÅŸaredarên me girtî ne, alîkariya aborî ya gencîneyê nadin me, ji bo her gotinek me dozekê vedikin. Ger dixwazin BDP rola xwe bi cîh bîne, divê dest û piyên wan yên hatine girêdan bên vekirin. Herwiha BDP’ê tenê ne mûhatab e; di heman demê de PKK û Ocalan jî mûhatabê vê pirsgirêkê ne. Ger muzakere tê çêkirin, divê berê her tiÅŸtî li ser makezagonek azadîxwaz, yeksan û sivîl gotûbêj û muzakere bên kirin.”
ANF NEWS AGENCYDîroka girtina ser: 19.11.2010 11:53:54
ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN
hîna şirove nehatiye kirin...
Şirove bike/Zanyarî bigre ser
Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...