Albûma nû ya Destan Bê te nabe derket ALBÛMA NÛ YA DESTAN BÊ TE NABE DERKET

Albûma nû ya Destan Bê te nabe derket






Albûma 3. ya sitiranbêjê Kurd yê ciwan Destan ya bi navê “BÊ TE NABE” derket. Albûma Destan, li Ewrupa ji aliyê Korek Muzîk, li Tirkî û Kurdistanê jî ji aliyê Ses Plak ve hate weÅŸandin.  Rêvebirî û aranjoriya albûmê ji aliyê Ayhan Evcî ve hatiye kirin. Albûm li Hambûrgê di studioyên Loktown bi hevkariya Tobias Heinshon, Ayhan Evci û Niko Sieveking hate tomarkirin.

Xebatên albûmê dû salan berdewam kir û di vê albûma nû de 10 sitiranên cûrbecûr cî digrin. Sitiran û muzîka Destan ya ku di vê albûmê de jî hatî derbirîn û diyarkirin bê gûman, ne bi yek awa û stîlê ye, lê piraniya muzîkên Destan, ji muzîka nûjen pêk tê. Lê di heman demê de bi qasî rengên muzîka pop, gelik gelik awa û rengên muzîka folklorîk jî hene.

Sitiranbêjê Kurd; Destan di albûma xwe ya berî vêde bi sitirana xwe ya  “Yek yek”  gelik bal kiÅŸandibûn ser awa û şêwazê muzîka xwe. Di vê albûmê de jî car bi car cî daye şêwazên pop û hîpopê jî.

Ev albûma nû ya Destan wekî  bi awayekî cûda derbirîna hestên kur û yên taybet yên ciwanekî Kurd li xerîbiyê ye. Ji ber vê yekê hun dikarin gelik hestên cûrbecûr di nava sitiranan de bibînin. Him kurayiya hunera herêma Serhedê, him zehmetkêşiya civaka Kurdî, him rewÅŸa penaberî û koçberiya Kurdan û hevdîtina vê rewşê bi nûjeniya rojava re xwe bi rengekî vekirî di sitiran û muzîka Destan de didê der. Ji ber vê yekê jî her sitiranek wekî derbirîna qetek ji vê jiyanê ye.

Gelik kesên muzîkjen û derhênerê muzîkê beşdarî xebatên vê albûmê bûn. Bass Martin Dress, Bateri Santenza, Perkusyon Daniel Karo, Hakan Timur, Gitar Chris harms, Di Key,Strings, piyano û Rhodesê de jî Oliver Kusterer, Ayhan Evci, Olaf Godecke, Sazmend Memo û Hakan Timur, Ney Memo, Viyolin Susanne Huber, û di vokalê de Leyla Qasim, Dogan Dogan û Hasan Ozdemir cî girtin.
Wekî  din jî ji bo sitiranên “BÊ TE NABE” û “EV ROJ” klib hatine amadekirin.

Albûmên Destan :

Jiyan û Mirov
Yek Yek
Bê te nabe


Têbînî; hun dikarin albûma Destan ya nû online jî bidest bixin. www.kurdewari.com

Dîroka girtina ser: 08.08.2010 14:28:37

ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN

hîna şirove nehatiye kirin...

Şirove bike/Zanyarî bigre ser

Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...

Navê we/Paşnavê we *

Navnîşana-e

Berfirehiya şirovê *

>

Nûçeyên dîtir...