ticle")
RS.Close
Set RS=nothing
end if
RSb.Close
Set RSb=nothing
end if%>
end if
RSb.Close
Set RSb=nothing
end if%>
S = Server.CreateObject("Adodb.Recordset")
RS.Open sql, conn, 1, 3
if not RS.eof then
Response.write RS("article")
RS.Close
Set RS=nothing
end if
RSb.Close
Set RSb=nothing
end if%>
Ev dinyaya beredayî divê ji serdestên kurdan re nemîne; divê hemû bidin ser rêça Sadam û divê ji xwe re kapikekî mirinê hilbijêrin.
Ev hovîtiya wan ya nenaskirî, ev faşîzaniya wan ya çiriyayî, ev qewl û peymanên wan yên bêlomeyî, ev planên wan yên gerînekî, ev neyartiya wan ya barbarî û bêserûberî divê di qirika wan de bimîne…
Divê bi kefÅŸala devê xwe yê genî ve, bi xwîna xwe ya herimî ve, bi navê xwe û yên heft bavên xwe ve, li hemû meydanên dinyayê bêne teÅŸhîrkirin…
***
Ev dinyaya bêbext divê ji serdestên kurdan re nemîne; divê di nava xwîna xwe ya rijandî de bixeniqin.
Me ji bîr nekiriye: Heta ku ew li ber bejnên çiyayên me çok venedin em ê hovîtiya wan ji bîr nekin.
Heta ku asîmilasyona wan li ber deriyê kaniya Melayê Cizîrî neşkê, divê ev civak xewê li xwe biherimîne.
Heta ku barbariya wan xwe ji çiyayên me neterikîne, divê destê civaka me di qirika wan de be.
Heta ku bihara azadiyê li ser vî welatî neweÅŸe, divê her kes li ber ‘mal’a xwe kozikên berxwedanê vede!
***
Ev dinyaya bêbav divê ji serdestên kurdan re nemîne; divê bi teprepa serhildanên navçe û bajarên kurdan ve bikevin taya mirinê.
Divê ji çanda me ya ku di havînên xalxalokî de di nav hêviyên şivanan re bi stêrkan re hevaltî dike ya ku li ber dîwarên neyaran jî her nefel dide de, bitirsin û divê bicehimin.
Divê li ber stêrkên havînên me yekoyek rih bidin.
***
Ev dinyaya fêlbaz divê ji serdestên kurdan re nemîne; divê agirê gund û çiyayên me bibin pêt û divê xwe li gewriya wan bidin.
Divê siya me bibe şevereşkek û divê gazî azraîlê wan bike!
Divê bi êşa tirsê bikevin û divê li çol û beyarên rût û tazî bikevin!
Divê di bin cendekên me de bimînin û bicehimin.
Ev dinya divê ji wan re nemîne!
Evdile Koçer
Şirove bike/Zanyarî bigre ser
Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...