Doza Xwîndarî - Çîrok- Maupassant DOZA XWÎNDARÎ - ÇÎROK- MAUPASSANT

Doza Xwîndarî - Çîrok- Maupassant




Guy de Maupassant
Wergêr: Omer Dewran


Jina Paola Saverî ya bî, li kelaha Bonifacio ew û kurê wê bi pêk ve di maleka biçûk û kavil de dijiyan. Ev bajêre li ser dirêjiya çiyê bû û hinde cihan jî wek li ser deryayê hilawistî radiwestiya, li ser kendava ku mişt zinarên tûje li perava nizm ya Sardunya dinerî.

Li jêrê, li aliyê din, peraveka wek gerdeluleke mezin ku hemû bajêr radipêça hebû û ev der wek benderekî dihate bikarhînan. Li Îtalyayê yan jî li Sardunya keştiyeka kevin ya ku kelekên masîgirên biçûk tê de tijî bûn, pazde rojan carekî rêvingiya Ajaccio dikir, piştî geşteka dirêj di navbera zinarên asê de digehişte xaniyên giravê.

Koma xaniyan li ser berwarên çiyê wek deqekî sipî diyar dibûn. Ew xaniyên wek li ser zinaran hilawistîne û rengê hêlîna çûkan didin, berê wan li vê tengava tirsnak bûn ew cihê ku keştî jî jê nediwêrin tê re derbaz bibin. Ew baya bêyî rawestan xwe li derya û keviya ku bi gihayên nû pêçayî dida, dikevte nava tengavê û ew keviya dikoja. Şopa ew kefên ku şepal kun dikirin û li ser zinarên tûj yên reş bilind dibûn, li ser avê wek pateyên qet-qetî diyar dibûn.

Li ser vê kenarê, xaniyê xanim Saverini ya bî, li wê asoya dirinde û xembar dinêrî.

Xanim Saverini, li gel kurê xwe Antoine, dêlika wan Sêmillante purt tund ya şivanî û mezin lê sist, di vê malê de dijiyan. Antoine bi vê dêlikê diçû nêçîrê.

Êvarekî, Antoine Saverini li gel Nicolas Ravolatî şer kir û ji aliyê wî ve bi kêrê hate kuştin. Ravolatî hêj wê êvarê ji Sardunyayê reviyabû.

Demê ewên ku ji rêkê derbaz dibin, termê kurê wê digrin û dihînin, dayika pîr, hîç negiriya; lê dirêj û dirêj li termê kurê xwe nihêrî û wesa bê lebat ma. Paşan bi destên xwe yên çermê wê qermiçiye, mirî firikand û soz da ku tola kurê xwe rake. Ne diviya çi kesek li gel wê bimîne. Dergehê malê li ser xwe, termê kurê xwe û dêlika ku dikire kuzîn, girêda. Segê dîlikê xwe kire nav teşkên xwe, li rex nivînan serê xwe dirêjî ber bi xwedana xwe dikir û bêyî rawestan dikire kûzîn. Piştî demekê êdî dêlîk neliviya. Dayika pîrejin jî xwe li ser leşê bê giyan xwer kiribû, temaşeyî mirî dikir, bi bêdengî bi rondikên girs digiriya.

Kabrayê genc, sînga wî parçe-parçeyî bibû, bi cakêtê xwe ye hirî ve wesa diyar bû te digot qey dinive. Xwînelok bû. Kirasê wî qetandibûn da alîkariyê bikin, li ser wî kirasî, yeleg, pantolonê kurt, li ser rû û destên wî xwîn hebû. Xwîn di nav rîş û porên wî de hişk bibû.

Dayika pîrejin dest pê kir li gel kurê xwe axavt. Li ser qireciriya dengî, dêlikê kuztîna xwe birî.

- Here, here kurê min, ez tola te radikim, kurê min yê belengaz. Binive, bi asûdyî binive. Tola te radikim, tu min dibihîzî? Dayika te soz dide te. Tu dizanî dayika te her car soza xwe pêk dihîne!

Dayika pîrejin, giran giran xwe tewand, bi lêvên xwe yên sar, lêvên mirî maç kir. Di wê bîskê de dêlikê dest bi kuzîniyê kir. Kuzîniyeka dirêj ya diltezîn kêşand. Xanim Saverini û dêlik wesa li wê derê heta beyanî man. Antoine Saverinî rojtira din binax kirin û êdî careka din li Bonifacioyê behsa wî nekirin.

Antoine, ne birayek, ne jî kes û karekî xwe li pişt xwe hêlabû. Çi birayek nebû ku doza vê xwîndariyê bike. Bi tenê dayika pîrejin, doza xwîndariyê dikir.

Xanim Saverinî, sibehê heta êvarê li aliyê din yê tengavê, li deqeka sipî dinêrî. Ev der gundekî biçûk Longosardo ya Sardunyayê bû ku nijdevanên Korsîkayê xwe li wê derê vedişartin. Nijdevanan li wî gundê ku li beramberî warê wane, bi tena serê xwe dijiyan û çaverê bûn ku ew dema guncaw bihêt da ku bikaribin vegerin warên xwe. Dayika pîrejin, ji xwe dilniya bû ku Nicolas Ravolati jî li wî gundî ye.

Heta êvarê bi tena serê xwe li rex pencerê rûnişt. Hizra tolrakirinê dikir û li gundê aliyê din dinêrî. Çi kesekî wê nebû, gelek nêzîkî mirinê bû û bê hêz bû, dê çawa tola xwe rake? Lê soz dabû, li ser gora kûrê xwe sûnd xweribû. Ne dikarîbû soza xwe ji bîr bike, ne jî dikarîbû xwe bigre. Dê çi bike? Êdî şevê nikarîbû xew bike. Asûde nedibû û kerba dilê wê sar nedibû. Her tim li rêkekî digeriya. Dêlika li ber çoga wê ya xewkirî jî caran serê xwe radikir û ber bi cihên dûr ve dikire kûze kûz. Dêlîk, pişti mirina xwedanê xwe, gelek caran dikire kuzîn, wek gazî wî dike û bi giyana xwe ya ajelî ve te digot qey bîranînekê vedişêre.

Şevekê demê Sêmillante ji nû ve dest bi kuzînê kir, ji nişkê ve hizreka dirinde û hovane ya tolrakirinê hate bîra pîrejinê. Heta beyanî hizra vê çendê kir. Paşê bi zertava sibehê re rabû çû dêrê. Heta xwerê xwe çemand û li beramberî xwedê niza kir; lava kir ku piştgirî bidê û alîkariya wê bike, hêz bide leşê wê ya pîr da ku bikare tola kurê xwe rake.

Paşê vegeriya malê. Li derazînka malê ji bo ava çoretanê kom bike, cûrnekî kevin û kun hebû. Ew cûrne li ser rexekî danî, nava wê vala kir, bi kevir û daran li ser erdê bi tundî çespand. Paşê jî dêlika Sêmillante di nav vê holikê de bi zincîrê girêda û vegeriya malê.

Pîrejinê êdî di nava mala xwe de bêyî rawestan diçû û dihat, awirên xwe dida ser keviya Sardunyayê. Kujekê kurê wê, ew kabra li wê derê bû.

Dêlîk wê şevê heta sibehê kire kuzîn. Pîrejinê danê sibehê tasek av ji bo seg bir, lê ne nan, ne jî tişteka xwerinê dayê.

Roj wesa derbaz bû. Dêlik ji ber westanê ji xew re çû. Rojtira din çavên wê dibiriqîn û purtên wê pîj pîjî bibûn. Wek harbûyî zencîra xwe dikêşand.

Pîrejinê dîsa çi xwerinek nedayê. Dêlik hêdî hêdî har dibû û bi dengekî fetisokî dirawtiya. Şev jî bi wî awayî derbaz bû.

Demê bû sibeh, xanim Saverini çû ji cîranê xwe daxwaza du qewde ka kir. Cil û bergên kevin yên mêrê xwe anî der û nava wan bi kayê tijî kir û pê helemetek çê kir. Li pêş holika Sêmillantê darikek çikiland û ev helemeta li dora wê girê da û ji pateyan li serê darikê seriyek jî çêkir.

Seg, bi awayekî seyir berê xwe dida wî kabrayê ji kayê çêkirî. Seraray ji nêza dimire jî, lê deng jê nedihat. Pîrejin çû goştfiroşî, tîkek dirêj ji goştê berazan kirî. Demê hate malê, li sivderê, li rex holika dêlikê agirek hel kir û goşt sor kir. Sêmillante mat mabû, xwe hildihavêt, ji ber dukela ku dihate bêvila wê çavên xwe kutabû tîke goşt û kef ji devê wê belavî dewrûberê dibû.

Dayik Saverinî, paşê ev goştê ku dukel jê bilnd dibe, wek bike nava helemetê, li dor stuyê wê aland û girêda. Piştî ku karê wê qediya çû zencîrê seg vekir.

Ajel, bi awayekî sersûrhinêrî xwe hilavête ser stuyê helemetê, pêpikên xwe danî ser milên wê û stuyê helemetê pirt-pirtî kir. Kuçikê, dev dihavête goşt paçeyek jê diqetand û dikete erdê, careka din radibû ji nû ve bi qîlên xwe yên tûj, xwe hildihavête stuyê helemetê û çend parçê din jê diqetand û careka din dikete erdê û dîsa radibû bi heman awayî xwe hildihavêtê. Ajel bi wan qîlên xwe, rûyê helemetê didirand û stuyê wê parçe-parçeyî dikir.

Pîrejinê, bi awayekî bêdeng û bê lebat berê xwe dida dêlikê û nava çavên wê dibiriqîn. Paşê dîsa kuçik bi zencîrê girê da. Wek caran dîsa heta du rojan ew ajele birçî hêla û ji nû ve ew fêrî wê tiştê seyir dikir.

Xanim Saverinî, heta sê mehan, dêlik fêrî têkoşîneka bi vî cûreyî kir da ku xwerina xwe bi qîlên xwe, bi hêza xwe werbigre. Êdî seg bi zencîrê girê nedida lê bi hejandina destî, seg hêrîşê helemetê dikir.

Pîrejinê ew fêr kiribû, bêyî goşt jî hêrîşê li ser stuyê wê bike û wê qet-qetî bike. Paşê jî wek xelat goştê pijyayî dida segî.

Sêmillante, êdî demê helemet didît xwe dilerizand û berê xwe dida xwedana xwe. Ewê jî bi tilîka xwe nîşan dida û bi dengekî weke fîqînê dikire qêr û digot "dêy".

Dayika Saverinî, hizir kir ku êdî dema wê çendê hatiye û sibêdeya yekşembekê, di nav peroşiyekê de çû dêrê niza kir û gunehê xwe weşand. Hate malê kincên zelaman li xwe kir. Bi vê rewşa xwe bibû wek pîremêrekî xirpanî û belengaz. Li gel masîgirekî Sardunî bazara xwe kir. Wî jî ew û segê wê derbazî aliyê din kir.

Di nav tûrikê wê de parçeyek goşt hebû. Sêmillante eve du roj bû birçî bû. Pîrejinê caran tûrik dida ber bêvila seg û ew har dikir.

Hatine Longosardo. Jinika Korsikayî bi kulekî rê ve diçû. Ji nanpêjekî pirsa cihê Nicolas Ravolati kir. Nicolasî, dest bi karê xwe berê, dartiraşiyê kiribû. Li dikana xwe bi tena serê xwe kar dikir.

Pîrejinê dergeh pal da û vekir û di jûr de gazî wî kir.

- Ho! Nicolasî!

Zelam vegeriya li pişt xwe nihêrî. Jinika ku segê xwe vekirî hêlabû kire qêrîn:

- Dêy, dêy wî parçe-parçeyî bike!

Segê harbûyî, xwe avête pêş û dev avête stuyê kabra. Ravolati, milên xwe dirêj kir li seg aland û kete erdê. Çend bîskan lingê xwe li erdê da û gevizî. Sêmillante goştê stuyê wî parçe-parçeyî dikir û dikola, Ravoletî jî bê lebat ma.

Du cîranên ku li ber dergeh rûniştibûn, baş dihête bîra wan ku wan bi çavan dîtîne, pîremêrekî hejar, li gel segê xwe yê hişkelok ji dikanê derketine û demê bi rê ve çûne xwedanê seg her carê tişteka qemirî daye segî.

Dayik Saverinî, êvarê vegeriyabû mala xwe. Wê ÅŸevê heta sibehê xeweka xweÅŸ kiribû. 

 

 

 

 

 (14-10-1883)

(Tevayî mafên nivîsê girêdayî Omer Dewran û malpera Rewanbej.com e)

Dîroka girtina ser: 18.08.2010 00:52:57

ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN

hîna şirove nehatiye kirin...

Şirove bike/Zanyarî bigre ser

Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...

Navê we/Paşnavê we *

Navnîşana-e

Berfirehiya şirovê *

>

Nûçeyên dîtir...