Esad qala reforma ?Bê Kurdan? kir
Civaka Ereb destnîşan kir û diyar kir ku nêzî 30 salan e di nava xwe de girtî maye û pêwîstiya wan bi reformê heye. Esad zextên li ser Kurdan û kêmeneteweyên din, herwiha sansûrkirina çapemeniyê ji nedîtî ve hat û angaÅŸ; “Jixwe li Sûriye reform hene.”
Piştî serhildanên li welatên ereb, Tûnûs, Misirê welatên din jî ketin nava liv û tevgerê. Yek ji welatên li hemberî guhertinê li ber xwe dide Sûriye ye. Sûriyeya bi danekirinên NY û navnetewî re rûbirû mayî, di van demên dawî de zextên dijwar li Kurd û etnîkên ne ereb dike. Herwiha sansûrek sosret ya li ser çapemeniyê heye. Piştî ku çirûska pêtên serhildanên Tûnûs û Misirê gihişt Sûriyeyê, Beşar el- Esad qala reforman kir.
Esadê ku xwedî rêbaza desthilatiya kevneşopî ya welatên Ereb e, derbarê pêşketinên li welatên Ereb de bersiv da pirsên rojnameya Wall Street Journal (WSJ) bal kişand li ser desthlatiyên demdirêj ên welatên ereb û diyar kir civak di nava 30 salan de di nava xwe de girtî maye û ev gîrtîman jî rê li ber fanatîzmê vekir û ji ber wê jî pêwîstî bi reformê heye.
LI SÛRIYE REFORM HENE!
Herçendî li Sûriyeyê di van demên dawî de zextên li ser Kurdan û gelên din ên li Sûriye de zext zêde bûne, herwiha sansorek sosret li ser çapemeniyê heye, BeÅŸar El- Elsad angaÅŸt ku li Sûriyeyê reform pêk tên û got; “Pêwîstiya aramiya Sûrî bi reforman heye û ev jî li ser bingeha hevsengiya bawerî, bawerî û dozan bê avakirin.” Esad agaÅŸt ku reformên li Sûriyeyê bandorê li welatên cîran Iraq û Libnanê jî dike.
Hêjayê gotinê ye, Serokdewletê Surye BeÅŸar Esad, 17 tîrmeh 2000, axaftina xwe ye yekemîn wisa dest pê kir ‘’ Afirandin, zelalî û dêmokrasî’’. Sozên Esad ye bi vî rengî piÅŸtî 30 salî carek din gelê Surî hêvîdar kiribû. Esad li vir nesekinî û hîn jî di warê ‘berfirehkirina azadiyên kesane, damezirandina sîstema pir-partî, parastina maf û azadiyan’’ sozên gellek reforman dan. Lê 10 salan ji me re da nîşan ku ew tenê soz bûn. Ji bilî wê Esad hemî sozên dayî Kurdan bin pê kirin û li ser Kurdan zext û zordarî zêdetir kir.
PiÅŸtî sozên Esad ên sala 2000’ê dayî Sûriye di warê çapemenî de bû welatê 165. Sîstema pir-partî bû xeyalek, zextên li ser muxalefetan zêde bûn. Herwiha ji bo Kurdan jî tenê pêngavek avêt, ew jî zextên li ser Kurdan zêdetir kir. Kurdan neçarî koçberiyê kir. Ji beriya niha Endamê Konseya Rêveber ya KCK’ê Rûstem Cûdî, ji ANF’ê re ragihandibû ku Sûriye Kurdan neçarî koçberiyê dike û berê wana dide Libnan û Erûpeyê.
ANF NEWS AGENCYDîroka girtina ser: 01.02.2011 23:03:19
ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN
hîna şirove nehatiye kirin...
Şirove bike/Zanyarî bigre ser
Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...