Pirtûka nû ya nivîskarê Kurd Evdile Koçer, Pêlava birîndar
Pirtûka nû ya nivîskarê kurd Evdile Koçer ya bi navê "Pêlava Birîndar" ji nav Weşanên Han derket.
Pêlava Birîndar ji 49 kurteçîrokên biçûk pêk tê. Nivîskar di kurteçîrokên xwe de bi sembolên cihê ve xwendevanî dîsa ber bi şopa şerê dawî yê Kurdistanê ve dibe.
Kurteçîrokên Evdile Koçer gelekî kurt in, carina bi pênc şeş hevokan, carina jî bi bîst hevakon diqedin. Piraniya kurteçîrokan rewş û derûniya şerê dawî yê ku ser rihê însanan şopa xwe hiştiye vedibêje.
Nivîskar di çîrokên biçûk ên di „Pêlava Birîndar“ de, bi "pêlav"ekê ve birînên ÅŸer, bi "gule"yekê ve ÅŸopa ÅŸer, bi "masî", "kusî", û "pêlîstok" ve çend dîmenên piÅŸtî ÅŸer yên ku li ser civakê hiÅŸtiye nivîsandiye. .
Koçer, di "Pêlava Birîndar" de wekî her car dîsa bi zimanekî şêrîn û sade ve û bi vegotineke kurt ve behsa rastiyên mezin ên civakê dike, lê ser û binê çîrokan jî ji bala xwendevanî re dihêle û wan dixe nav rêwîtiyeke dûvedirêj.
Evdile Koçer, berî niha jî bi navê "Govendistan", "Mirin" û "Koçername" sê pirtûk weşandibûn.
Pêlava Birîndar, Çîrok, Weşanên Han, Îlon 2010, Berlîn, 72 rûpel, ISBN: 978-94040997-20-03
----------------------------------------
"Pêlava birîndar"
Dema ku polîsan xalê min girtin, bi henekî wiha jê pirsîn, "Em pêlavên te yekoyek ji serê çiyê top dikin, tu çima xwedî li pêlavên xwe dernakevî, şev ji nigê te derdikevin û her yek dikeve nigê terorîstekî..."
Ji bo ku her kes bitirse, deh pêlavên wî yên ku ji serê çiyê top kiribûn li gundiyan belav kirin û cendekê wî avêtin ser sergoyê gund.
Ji tirsa kesî li cendekê wî jî nepirsî.
Dû re hate bîra min...
Ez hingê zarok bûm.
Xalê min bi pêlaveke xwe ya nû ve ji mal derketibû û bi pêlaveke peritî ve vegeriyabû.
Wê şevê jinxala min pê re şer kiribû, "Tu yê serê me bixî belayê heyran, heke sibe kesek vê qulelê di serê pêlavê de bibîne, wê sedîsed fêm bike ku guleyek lê ketiye..."
Xwedê zane ku yekî ew pêlava ku gulê lê ketibû dîtibû û paşê giliyê xalê min kiribû.
Wê zivistanê her kesî bi tirs behsa pêlavên xalê min kirin.
Pêlavên birîndar ên xalê min dû re ketin nav xewnên min jî.
--------------------------------------
Evdile Koçer
Di sala 1977’an de li Sêrtê hatiye dinyayê.
Heyamekê li Zanîngeha Uppsalayê ya li Swêdê li ser ziman û wêjeya kurdî ders wergirt.
Heta niha gelek nivîs û çîrokên wî di kovar, rojname, antolojî û malperan de derketin.
Her wiha çîrokên wî bûn şano û wergeriyan ser gelek zimanan.
Têkilî:
evdilekocer@yahoo.com
www.evdilekocer.blogspot.com/
http://www.facebook.com/evdile.kocer2
----------------------------------
Dîroka girtina ser: 11.10.2010 01:16:58
ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN
hîna şirove nehatiye kirin...
Şirove bike/Zanyarî bigre ser
Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...