• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Federasyona Rojava û Bakurê Sûrîyê hate ragihandin

Federasyona Rojava û Bakurê Sûrîyê hate ragihandin


barkirin: Adar 17, 2016, 10:51


Hevserokên Meclîsa Damezirîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê Hediye Yûsuf û Mensur El-Selum ragihandin ew dê bibin nimûneyek ji bo çareserkirina krîza Sûriyê.

Îro pênşemî Komîteya Amadekar a Kongreya Damezrêner a Sîstema Rêveberiya Pêşerojê ya Rojavayê Kurdistanê û Bakûrê Sûriyê li bajarokê Rimêlan ê girêdayî navçeya Dêrikê civiya li ser ragihandina sîstema federasyona Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê biryarda.

Di civîna Rimêlanê de derdora 200 delegeyan beşdar bûne ku ji nûnerên Kurd, Ereb, Suryanî, Aşûrî, Ermenî, Tirkmen û Çeçen ên Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê pêk tên.

Encumena Damezrêner a Sîstema Rêveberiya Rojava – Bakurê Sûriyê piştî civînê bi beşdariya Hevserokên Meclîsa Damezirîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê Hediye Yûsuf û Mensur El-Selum û beşdariya hemû delegeyan konferanseke rojnamevanî lidar xist.

Encamname ji aliyê Hevserokê Meclîsa Damezirîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakûrê Suriyeyê Mensur El-Selum ve hate xwendin.

Mensur El-Selum diyar kirin ku ew dê bibin nimûneyek ji bo çareserkirina krîza Sûriyê dê bi hemû pêkhateyan re biser bikevin.

Mensur El-Selum amaje kir ku mafê ti kesî nîne li dijî biryara wan a ragihandina sîstema federasyonê derbikevin û ew naxwazin ti pirsgirêk di navbera wan û hikûmeta Sûriyê de derbikeve û wiha pê de çû:

“Sîstema federaliya demokratîk li ser esasê hembêzkirina hemû pêkhateyên civakê, mîsoger dike ku Sûriya pêşerojê ji bo hemû sûriya ne.

Armanca Sîstema Federala Demokratîk a Rojava-Bakûrê Suriyeyê ya di asta herêmî de ew e ku li Rojhilata Navîn yekîtiya demokratîk pêk bîne û navbera hemû civakên ku Rojhilata Navîn dijîn, di warê siyasî, civakî, aborî û çandî de yekîtiya demokratîk ava bikin û bi wê re jî sînorên netewe dewletan derbas bikin da ku jiyanek di nava aştî, ewlekarî û biratiyê de bê avakirin.

Mafê şêniyên hemû herêmên ku ji çeteyan têne rizgarkirin heye ku bi dildariya xwe tevlî sîstema federal bibin. Ev sîstem yekbûna xaka Suriyeyê diparêz e.”

Rûdaw

image

image

image

dîtin: 525

Pêveker:

federasyona rojava û bakurê sûrîyê hate ragihandin