Festîvala Wêjeya Kurdî li Berlîn FESTÎVALA WÊJEYA KURDÎ LI BERLÎN

Festîvala Wêjeya Kurdî li Berlîn




Berlîn/Elmanya

Festîvala Wêjeya Kurdî li Berlîn dest pê dike...

Li gor ragîhandina Komîteya Amedekar ya Fetîvalê, hemî amadeyiyên jibo destpêkirina mîhrîcanê ya ku roja ÅŸembî dest pê dike hatine temamkirin.  Di roja 2 Cotmeh 2010-Åžembî de Festîval dest pê dike.

Festîval dê du rojan berdewam bike û ji layek ve pirtûkên Kurdî jibo xwendevanên Kurd bihêtin pêşkêşkirin û ji layekî din ve jî semîner, panêl û rûnîştinên xwendinê û her wisa bizavên wek wan jî wê di heman demê de biqewimin. 

Festîval ji layê saziyên Weşanên HAN, Înstîtûya Kurdî li Almanya, HAVÎBÛN, Navenda Kurdî û Bûn dihête rêvebirin û Komîteya Amedekar ya ji van saziyan hatine hilbijardin hemî amadeyiyên festîvalê amade kirin. Bi dehan nivîskar û şairên Kurd yên ji her parçeyan bo festîvalê hatine vexwendin.

Di nav çalakiyên festîvalê de xwendina helbestan, axiftinên li ser wêjeya Kurdî, panelên li ser romannivîsariya Kurd jî hene.

Saziyên Kurd yên Berlîn, Mala Kurda, Sozk e.V., Xoybûn e.V., Hînbûn, Komela Jinên  Kurd li Tarawge, Mîtosfîlm, Komela Braderanê Kerkûk û gelek karsaz û kesayetên navdar yên li Berlîn jî alîkariya festîvalê dikin.

Komîteya Amedekar dide ragîhandin ku armanca wan di vê festîvalê de dansîna wêjeya Kurd ya li derveyî welat e. Her wisa danasîna nivîskarên Kurd, alîkariya xurkirina wêjeya Kurd ya li derveyî welat, teşwîkkirina xwendina wêjeya Kurdî armanca vê bizavê ye. Her wisa Komîteya Amedkar balê dikişîne ku ser ku ew dixwezin ev çalakî her sal bihête dûbarekirin û pêşxistin.

Em jibo xwendevanên Kurd û bi taybet Kurdîhezên li Berlîn û Almanya bernamya vê Festîvala girîng ji nûve diweşînin.

Şembî

1- Demjimêr 10:00

- Axavtina Vekirinê: Fehmî Balay

- Daxwiyaniya Lijneya Amadekar: Dilşad Sindî

2- Demjimêr 10:30 rûniştina yekem:

- Babet: Wêjeya Kurdî û rewşa weşanê wê

-Panelîst: Alî Husên Kerîm, Bekîr, Alî, Hesen Îrandust

3- Demjimêr 12:15 rûniştina duyem:

- Babet: Çîrokên Kurdî

- Kerîm Biyanî, Serfiraz Neqşebendî, Evdila Koçer, Rûkiye Ozmen, Pêşrew Seyd Îbrahîm

4- Demjimêr 15:00Rûniştina sêyem

- Babet: Wêjeya Zarokan

- Panelîst: Behram Yûnis

5- Demjimêr 16:15 Rûniştina dawîn

- Babet: Helbest

- Abdulrehman Mizurî, Necîb Balayî, Xelîl Dihokî, Ehmmed Deştî, Muyed Teyib, Hêvî Berwarî, Edîp Çelkî, Kirmanc Herkî, Cemal Balikaya, Tengezarê Marînî.

YekÅŸem:

6- Demjimêr: 11:00 Rûniştina Yekem

- Babet: Romana Kurdî

- Panelîst: Abdulmumîn Deştî, Husên Kartal, Helîm Yûsif, Zeynel Abedîn, Mihemed Çelkî

7- Demjimêr 12:45 Rûniştine duyem

- Babet: Wêjeya Êzidiyan

- Panelîst: Şewqî Îsa

8- Demjimêr 15:00 Rûniştina Sêyem

- Babet: Nasandina Pirtûkan

- Ayhanê Bêrtî, Abûzer Balî, Dr. Gundî Dilberz, Ehmed Balayî.

9- Demjimêr 16:30 Rûniştina Dawîn

- Armanca Mîhrîcanê

- Nîşandayîna fîlmên Kurdî


Jêder: KNN

Dîroka girtina ser: 01.10.2010 14:37:25

ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN

hîna şirove nehatiye kirin...

Şirove bike/Zanyarî bigre ser

Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...

Navê we/Paşnavê we *

Navnîşana-e

Berfirehiya şirovê *

>

Nûçeyên dîtir...