Gotinên destpêkê bo malperê GOTINÊN DESTPÊKÊ BO MALPERÊ

Gotinên destpêkê bo malperê

   Nivîsa yekem ya ku ezê di vê malpera me ya nû de binivîsim,hema bila li ser malperê û nivîskarên Malperê be. Min wekî yê nivîskarên me tevan li berdewamiya navê xwe jî Nivîskar nivîsî. Lê ez vêya dizanim ku ez ne nivîskarim, Ji were jî bêjim da hun jî bizanin. Lê min ne xwest bazirgan, ÅŸirove-van, mitale-van, an jî wênevan binivîsim. Hema bila nivîskar be, ezê dibin vî navî de hemî tiÅŸtên dîtir, kar û barên ku dikim ji bo we xwendevanan rave bikim. Hêvîdarim ku xwe nedim ÅŸermê. Lê bawerim azmûn û rêveçûna jiyana min jî wekî ya her mirovekî Kurd hindekî balkêşe û hêjayî nivîsandinê ye.
   HertiÅŸtek ne huner û jêhatîbûna nivîsandinê ye. Bêgûman bûyerên hatî jiyandin, serpêhatî,rudav û aloziyên hatî jiyandin bingeh û naveroka nivîsê diyar dike. Ez di wî hizrî deme ku jiyana her kesekî Kurd herî kêm mijarekî balkêş ya romanekê ye. Ji derketina Ewrupa ya ciwanekî Kurdê Silêmaniyê bigrin hetanî lêdana ku ÅŸivanekî Colemêrgê ji destê leÅŸkeran xwarî. Ji xaniyekî ÅŸewitî yê gûndekî Kurdistanê bigrin hetanî bi ÅŸewitîna dar û daristanên li ser zeviyên mezin. Ji kul û derdên bûkên me bigrin hetanî birînên zarokên wenda yên nava dayikên me. Tev jî mijarên wisan balkêş û tevlîhevin ku sînorên Romanekê dibihûrin, hetanî mijarên Filimên hêjayî xelatên giranbûha jî digre nava xwe.
   Ez di wê baweriyê deme, her kurteçîrokên ku nivîskarê hêja û hevalê me yê jîr Emer di pirtûka xwe ya destpêkê de nivîsî ji bo romanekê têrê hene. Dîsan bi heman rengî nivîsên Nîvîskarê me û hevalê me yê hêja Mîr Qasimlo jî ji bo vê yekê têrê dikin.Ji xwe hêvalê hêja û ÅŸanogerê meyî jîr Aydin Orak jî hewil dide ku van çîrok û bûyeran wekî ÅŸano, wekî filim li hev bîne, û raveyî Kurdan û cîhanê bike. 
   Dixwazim vêya bêjim jiyana ku me, beÅŸdarên vê malperê û di heman demê de ew civaka ku em hizirê xwe jê digrin jiyayî û serpêhatiyên ku dîtî, ji bo derhênan û afirandina ÅŸakarên bê hempa çavkaniyekî gelekî mezin û berfirehe.
   Her çend hertiÅŸtek ne huner û jêhatîbûna nivîsandinê be jî, her tiÅŸtek ne bûyer û jiyandina wane jî. Di heman demê de huner û jêhatîbûna nivîsandinê, bisporiya dîtin û derbirîna dîtinê bê gûman sedema berhevbûna me ya vî rupelî ye. Ji xwe di vê xalê de, di vê kêliyê de, di vê dawî û destpêkê de huner û wêjevanî, nivîskar û derhênerî dest pê dike.
   Herkes kare gelik tiÅŸtan bijî, herkes kare di nava bûyer û serpêhatiyên giring û serzîvrênerde bijî, lê herkes nabîne. Gelik kes dikarin bûyer û bobelat û serpêhatiyên hatî jiyandin bibînin lê ji vana herkes nikare tiÅŸtên dîtî derbibîre. Ji xwe ji bo ku em bixwe bawerin ku em jî di nav wan kesan dene yên vê birêveçûna jiyanê dibînin an jî bi awayekî kur dibînin, em li vira berhev bûne û dixwazin dîtinên xwe derbibirin. Êdî herkesek û hêza pênûsa xwe, an jî hêza derbirîna xwe. Lê mixabin di nava me Kurdan de hîna jî di vê çerx û serdemê de kêmbûn û kêşeyekî giring heye ku, tiÅŸtên tê dîtin, piÅŸtre jî bi rengekî hunermendî tête derbirîn bi xwestek û peywendîdariyê nayê xwendinê. Ku me arîşeya dîtin û derbirînê çareser kiribe, kêşeya xwendinê jî divê em bi hevre hewil bidin ku di vî rûpelî de vêya çareser bikin. Bi zanîn hunera xwe, bi zimanê rast û gotinên pak ve em karibin xwendekarên xwe zêde bikin û bihêlin ev hizirgeha me, ev rupelê zanistê û rewÅŸenbîrîyê xwe bigihîne çardorê welatê me û tevayî xwendevanên Kurd yên li çardorê cîhanê.
   Her çend min û çend hevalî ji bo avakirin û birêkxistina vê malperê hewil dabe jî, her gotinek, her peyvek ya malperê dê li gorî hizir û zanîna nivîskarên me yê malperê bête bicîkirin û ji bo xwendevan û mêvanan bête pêşkeÅŸkirin.
   Ji ber vê yekê jî di wê baweriyê deme ku malpera Rewanbej dê karibe di astekî hêjayî nivîskar û xwendevanên xwe de demekî gelekî dirêj bimîne û bi xebite.
   Carekî din sipasiya Nivîskaran dikim ku dilê me nehiÅŸtin û beÅŸdarî vê xebata giring ya Kurdewarî bûn. Rêka malpera me rêka Nivîskarên meye. Rêka malpera me tenê rêka Kurdewarî ye û bê gûman hevkariya tevayî kar û barên berjewendiyên Kurdî ye.
   Hun bixêr û xweşî hatin malpera Rewanbej. Bi hêvî û daxwaziya xebatekî serkeftî û bê hempa.

Dîroka girtina ser: 08.08.2010 14:25:33

ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN

hîna şirove nehatiye kirin...

Şirove bike/Zanyarî bigre ser

Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...

Navê we/Paşnavê we *

Navnîşana-e

Berfirehiya şirovê *

>

Nûçeyên dîtir...