ticle")
RS.Close
Set RS=nothing
end if
RSb.Close
Set RSb=nothing
end if%>
end if
RSb.Close
Set RSb=nothing
end if%>
S = Server.CreateObject("Adodb.Recordset")
RS.Open sql, conn, 1, 3
if not RS.eof then
Response.write RS("article")
RS.Close
Set RS=nothing
end if
RSb.Close
Set RSb=nothing
end if%>

Di Kurdan de derbirînekî qehremanî û palewaniyê heye. Mirovên bêtirs, serhildêr, mêrxas û jîr, mirovên ku li himber dijminan, li himber hêzên mezin bi salan di nava serhildaniyê, dijberiyê dene, mirovên ku bi bîr, raman, bawerî, îman û çeka xwe ve jiyana xwe bi dijberiya dijminan ve dibihurînin, ev mirovana wekî qehreman û palewan têne nasîn wisan jî hatine binavkirin. Ew mirovana dibune çîrok, dibune dîrok, dibune amanc ji bo nifşên nû. Lê mixabin yek ji van kesan Hesen Fehmî, an jî Fehmî Begê katib bi hêjayî nehatiye nasîn û ji aliyê Kurdan ve aşkire nebûye.
Di nava welatên Rojava de, ku zanyarek, an jî bijîşkek derdikeve û xwedî ramanekî taybet be, ewe dibe dîrok û dibe ronahiyek ji bo wan gelan. Lê zana û jîrên me Kurdan dewrekî piralî di dîrokê de leyistine, di asta herî jor de felsefe, di asta herî jor de civaknasîn, di asta herî jorde dîrok û zanyarî bidest xistine. Mixabin dema ku ev gotin, çîrok û dîrokana ne bi ziman û nivisekî nenas bê, wekî ku naveroka wê vala ye tê dîtin û sivikiyekî ku van kesên hêje hetanî hetayê tune dike rû dide.
Hesen Fehmî jî wekî berdewamiya Melayê Cizîrî, û zanyarên pey wî re, ew jî bûye canfidayê çand û kevneşopî, bawerî û îmana netewa xwe. Ne tenê bûye hunermendekî bîrewer di heman demê de serhildêr û berxwedanvanekî hêja bû jî. Van zanyarî û agahiyana me jî rasterast ji devê kurê wî mirovê Kurdperwer û hêja Seydayê Amedî girtin. Her çend Seydayê Amedî kurê Fehmî Beg şahidê piranî bîranîn û serpêhatiyên seyr jî be, her çend xwendevanê bavê xwe û yê herî zêde wî fam dike jî be, me zanyariyekî pir kurt û kêm jê girt ji bo ku di serî de mirovên Kurd bibin xwedî zanyariyekî bingihîn di derbarê Hesen Fehmî Akgûl de.
Li gorî gotinên Seydayê Amedî me berhev kir.
Fehmî Begê katib di Sala 1908 ê de li gundekî Lice girêdayî Amedê bi navê Pecar hatiye dinê
Gundê Pecar di dema Osmaniyande cihekî pir giring bû. Gelik nakokî li vî gûndî hebûn. Bêgûman nakokiya serekî jî ya Kurdayetî û hêzên desthilat bû.
Navê bavê Fehmî Beg, Ehmet Beg bû. Navê diya wî Sidika Xanim bû. Ehmed beg mirovekî Kurdperwer û mêrxas bû. Mirovekî ku di herêmê de dihate nasîn û siparteka mirovên neçar û hejar bû. Di heman demê de navçe û navenda tevgera Şêx Seid bû. Di wê demê de Kurd di nava hejariyê de bûn. Di warê aborî de sextiyekî dijwar di jiyan. Lê rewşa Ehmed Beg dicî de bû, di herêmêde him di warê aborî de, him jî ji ber kesayeta xwe ya Kurdhez û Kurdperwer mala wî bûbû baregeh û wargeha tevgera Kurdî. Herkes li mala wî di civiya, xwe li mala wî birêk dixistin û diketin nava tevger û çalekiyan de.
Fehmî Beg jî dibistana seretayî li gûnd diqedîne. Piştî ku dibistana seretayî diqedîne Bavê wî Ehmed beg wîya dişiyênê Ferqînê. Wê demê dibistana giring ya Osmaniyan bi navê Rustuye bû. Wekî
dibistanên îro yên Lise yê bûn. Ehmed beg jî kurê xwe Fehmî dişîne Ferqînê û dixe dibistana Rustuye de. Dema ku Fehmî Beg diçe Ferqînê ji bo dibistanê pazdesalî ye. Wê demê dibistan bi tîpên Erebî di nivîsin.
Her ku dem derbas dibe roj dibihurin. Serhildana Şêx Seid jî mezin dibe û pêş dikevê. Lê mixabin wekî ku tê zanîn ev serhildan jî ji aliyê Tirkan ve tê şikandin. Dema ku serhildan têk diçe, li gundê pecar jî, êrîşekî dijminan ya dirinde û hovane pêk tê. Ehmed beg û 45 hevalên wî dibine pişta gund, milê tevan bi hevdu ve girê didin û didine ber guleyan. Ehmed beg bi 45 serhildêrên Kurd ve bi dirindeyî têne qirkirin û meytên wan di avêjine newalekî kûr. meytê wan bi vî rengî hunda dibin û kes cardin nabîne. Di vê navberê de piştî vê qirkirina hovane, gundê wan gundê Pecar tê talankirin û wêrankirin. Piştî vê buyera dirinde, dost, mamhoste û kesên xêrxwaz Fehmî Beg, şagirtê ku li ferqînê dixwîne bi buyerê agahdar dikin. Dibêjin bazde, dê te jî bikujin. Fehmî beg jî hîna zaroke, temenê wî hivde sale. Rojekê li sûka Ferqînê hespê bavê xwe, di bin serleşkerekî Tirkan de dibîne û jê pirs dike " Te ev hesp ji ku aniye?" di wê navberê de tê dighin ku kurê Ehmed Beg, Fehmî ye û didine pey. Ew jî bi lez û bez xwe ji destê wan rizgar dike û berê xwe dide çiyê.
Di wan deman de li derdorê Ferqînê Serhildêrekî Kurd, şerkerekî Kurd yekî din hebu. Şêx Fexrî. Ew jî xwedî çarsed-pêncsed çekdarî bu. Xwe ji êrîş û zextên dijminan di parest. Fehmî Beg jî xwe siparte Şêx Fexrî û di nava refê wan de cî girt. Ji ber ku di nava wan de yê xwende tenê Fehmî bû, bûbû katibê Şêx Fexrî. Ji ber wê jî navê wî bûbû Fehmî Begê katib-Katibê Şêx Fexrî. Lê mixabin ev tevger jî temendirêj nebû. Hêzên Tirka ketibune tevgerekî çewisandinê ya dijwar. Şêx Fexrî jî tê kuştin û hêzên wî têk diçin. Fehmî jî di wê demê de dîl digrin. Fehmî Beg deh salan destgîr dikin. Di vê dema destgîrkirina wî de lêdan û eşkenceyekî giran lê dikin. Piştî ku ji bendîxanê derket jî gelik êş û nexweşî pêre derketibûn. Di sala 1951 ê de kulek pêre çêbûbû. Ji ber ku binkê tifingê li laşê wî xistibun, êşekî dijwar pêre çebûbû. Bi meha ew kul lê bû bela. Talî jê rizgar bû û gihişte tendirustiya xwe. Fehmî Beg jî hetanî taliya temenê xwe bi wêje jiyan û kul û êşên Kurdan re mijul bû.
Fehmî Begê Katib di meha duwanzdeha sala hezar û nehsedû şêst û nehande (12.1969) koç kir.
Fehmî Beg helbest û şeara xwe ya yekemin bi navê "Ah û enîn, ah û enîn" li ser birayê xwe nivîsiye. Ji ber ku birayê wî di temenekî ciwan de koç kir, malbat û zarokên wî mane bi tenê, helbesta xwe li ser wî nivîsî.
Fehmî Begê Katib di temenê xwe de Dîwan ek nivîsî, ev dîwan jî ji gelek helbestên dewlemend û giranbuha pêk tên. Bi kurayî zanyarî û derbirîna xwe ya bi hêz berhemekî giranbuha û pir kur e. Ev dîwan bi tîpên Erebî hatine nivîsîn û hettanî roja meyî îro nehatiye çapkirin. Di van salên talî de ev dîwana giranbuha bi hewldana Seydayê Amedî ji bo tîpên latînî hatiye wergerandin û di demekî nêzîk de him bi rengê xweyî risen, himjî bi tîpên latînî dê were çapkirin. Di vê dîwana Fehmî Beg de, helbesta herî dirêj û balkêş ya di Rêza yekemîn de ye. Di vê helbesta xwe de gotinên xwe û yên Melayê Cizîrî kirine yek, wekî ku herdûk li beramberî hev dibêjin sererast kiriye û berhemekî nemir, kur û bi nirx afirandiye. şêwaz û lihevanîna berhemê mînakekî yekem û bi hunere.
SIRA YEKEMIN- ya xwe u mela kiriye yek.
Ismê teye mektube di dîwanê qêdem da (Mela)
Herfek qelemê ilmê bi teqwîmê reqemda (Mela)
Herfû niqutî zêr û ziber cimle te gotin(Fehmî)
Şeklek mejî zanîbu di wî rojê ezel da (Fehmî)
Eşkal û xetin, daîre û noqteyê ilmê (Mela)
Ev nexş û mîsalin di xiyalatê edem da (Mela)
Nexşek zan tealimê elwahê mezin but(Hesen)
Nimek we numayî kî ji wî nunî şefeq da (Hesen)
Min metlei şemsa ehed ayine sîfet kir (Mela)
Lame ji Ereb berqê li sexarê Ecem da (Mela)
Kurê wî ku bi navê Seydayê Amedî tê nasîn jî rêça wî şopand, bi salan di bin eşkence, lêdan û zilma dijminde ma. Temenê xwe di nava xebata Kurdewarî de domand û neha jî li Elmanyayê, li bajara Bielefeld ê bi malbata xwe re dijî.
Berhevkar : Agirî Soran
Şirove bike/Zanyarî bigre ser
Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...