Hesen Zîrek
Di sala 1921ê da li bajarê Bokanê li Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye. Her di genciya xwe da wekî dengxweşekî dest bi gotina stranan kiriye, lê cihê daxê ye her hîngê bavê xwe ji dest dide, lewma ji bo ku debar û jiyara xwe bike li piraniya bajar û gundên Kurdistanê digere; ku li ku derê mabe pir neçûye nav û dengê wî belav bûye.
Her çend nêrîn û dîtinên cuda li ser jiyana wî hene, lê mirov dikare bi vî awayî kurteyekê ji jiyana wî pêşkeş bike: Hesen Zîrek di 12 saliya xwe da Bokanê li cih dihêle û diçe bajarê Seqizê. Di 15 saliya xwe da dîsa vedigere Bokanê, lê pir li wir namîne û ji bo karekî peyda bike diçe bajarên Tewrêz û Tahranê. Pişt ra jî diçe başûrê Kurdistanê û li bajarê Silêmaniyê li Taxa Dergezên bi cî û war dibe. Her weha demekê jî dibe mêvanê xelkê Kerkûkê û di dawiyê da di sala 1953da diçe Radyoya Bexdayê ya Kurdî û bi dehan stranên kevnar yên kurdî digel Orkestraya Radyoya Bexdayê tomar dike.
Di 14ê meha gelawêjê sala 1959 da li ser daxwaza Radyoya Kurdî ya Tahranê vedigere Îranê û digel orkestrayên cur bi cur li Tahranê kar dike. Her weha carinan li Radyoya Tewrêzê li Azerbeycanê stran gotine. Dû ra di sala 1960î da diçe Kirmaşanê û piraniya karên xwe yên hunerî digel Orkestraya Radyoya Kirmaşanê bi rêberiya hunermendê mezin yê kurd Mucteba Mîrzade tomar dike ku nav û dengiya hunerî ya Hesen Zîrek zêdetir ji ber vê yekê belav dibe, lewre ew stranên ku li wir tomar kirine wekî şakarên hunera wî têne danîn.
Hesen Zîrek piraniya stranên xwe bi şêwezara kurmanciya jêrîn (soranî) gotine, lê carinan bi şêwezarên dî yên zimanê kurdî her weha bi zimanê farisî û tirkî jî stran gotine û heta radeyekê zimanê erebî jî zanibû.
Hesen Zîrek 26ê meha hezîranê di sala 1972an da di 51 saliya xwe da li bajarê Bokanê xatir ji meriv û dilxwazên xwe dixwaze û mala xwe bar dike. Ew li dû xwe arşîveke hunerî ji bo neteweya xwe dihêle ku bûye çavkaniyeke dewlemend bo hunera xwerû û resen ya kurdî.
Hesen Zîrek stranbêjê herî xebatkar yê kurdan e ku bi sedan stran li radyo û televîzyonanan tomar kirine. Aniha piraniya berhemên wî di arşîva enstîtuyê da hatine hilanîn ku di pêş da dê berebere wekî albûm bêne belavkirin.
Di albûma yekem da dê komek ji stranên wî bêne belav kirin ku li Radyoya Bexdayê û dû ra li Radyoya Tahran û Kirmaşanê hatine tomarkirin. Di albûmên bê jî da dê stranên wî yên dî bêne belavkirin, bi hêviya ku em bikaribin hemû berhemên wî wekî arşîveke hunerî pêşkêşî bengî û hogirên dengê wî hunermendê nemir bikin ku hêjayî hunera xwerû û resen ya gelê me be.Dîroka girtina ser: 19.11.2010 12:50:20
ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN
hîna şirove nehatiye kirin...
Şirove bike/Zanyarî bigre ser
Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...