Hilbijartina Iraqê bûye çirûska qeyraneke nû

Zeyat Brusk

Li ser hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê re 7 meh derbas bûn. Doh jî li Iraq û herêma Kurdistanê hilbijartinên parlamentoya Iraqê û parêzgar û encûmenên parêzgaran pêk hat. Li gor encamên destpêkê rêjeya beşdarbûna hilbijartinan di seranserê Iraqê de 60 ji % ye. Li herêma Kurdistanê rêjeya beşdarbûnê bilintire. Bê guman di nava tundî, dijwarî û gefa rûdanên terorê de ev rêjeyeke kême.
Başe piştî van hilbijartinan çi li pêşiya dahatuya Iraqê ye? Di nava van tevlîhevî û aloziyan de kîjan alî dê bikare di çarçoveya yekitiya Iraqê de hikûmeta nû ava bike. Jixwe eve demeke senaryoyên sê perçebûna Iraqê têne nivîsandin. Rewşa vê gavê jî vê yekê piştrast dike.
Wesa diyare ku li Iraqê tu partî an jî hêzek nikare bi tenê serê xwe piraniya dengan bibe û hikûmeta nû ava bike. Serokwezîr Nurî Malîkî piştî van kiryarên xwe yên dawiyê bûye dijberê Erebên Sunni û Kurdan. Her weha piştgiriya berî ji Şiayan werdigirt jî wenda kiriye. Arîşeya bûtçe, petrol û mijara pêşmergeyan ya li gel herêma Kurdistanê hîna jî nehatiye çareserkirin. Ji aliyekê din ve jî eve nêzîkê salekêye pevçûnên li herêma Enbarê, teqînên li derdora Kerkûkê xelkê herêmê bêzar kiriye. Pevçûn rengekê mezhebî digrin û eve weke jî encama polîtîkayên Malîkî tê dîtin.
Ji aliyê din ve partî û hêzên Kurdî bi germegermî beşdarê hilbijartinan bûn. Lê vê carê partî û hêzên Kurdî ji lîsteyên cûda başdarbûn. Ji aliyekêve hîna nakokiyên di nava hêzên Kurdî de jî çareser nebûne. Wesa diyare ku Kurdan bixwe jî êdî hêviya xwe ji parlamena Iraqê birîne. Nayê hêvîkirin ku pirsgirêkên bûne weke girêkek kor di bunya parlamentoya navendî ya Iraqê de, di çar salên pêşiya me de bi hêsanî bêne çareser kirin. Lewma Kurd zêdetir li ser cûdabûnê hizir û planan dikin. Bi gotinek din nexşeya siyasî ya Iraqê dê di nava van çar salên dahatuyê de zelaltir bibe.
Di nava meha dawî de bi beşdarbûna PDK û Tevgera Goran û Partiyên Îslamî civînên avakirina kabineya hikûmeta heştem ya herêma Kurdistanê birêve çûn. Li gor rêkeftinan YNK li derve ma û rêkeftina stratejîk ya PDK û YNK jî bi awayek fermî li bidawî bû. Bêguman YNK qebûl nake ku weke muxalefet li derveyî hikumetê bimîne. Ev yek jî dide nîşandan ku bayê alozî û tevlêheviya pirsgirêkên li seranserê Iraqê wê herêmê jî hilde nava xwe.
Bi kurt û kumancî li Iraq û herêma Kurdistanê hilbijartin dibin çirûska qeyranên nû.

Nûkirina Dawî : 01 Gulan 2014 14:17

Xwendin: 26

Bersivekê bidin

Navnîşana we dê neyête pêşandan.