Di vê nivîsa xwe de ez ê li ser hilbijartina 30ê adarê hin rexneyan bênim ziman, ew kesên ku vê nivîsa min bixwînin bila min bi bexşînin û tu loman ji min nekin. Hewqasî em di van hilbijartinan de aciz dibin û di qaherin car caran em çîr û dujunan bi xwe dikin û ji kurdbûna xwe fedî dikin. Pêşgotineke me kurdan heye dibejin “ dijminati ye bê minetiye” tu gazinên me ji dijmin û dest hiladarên me kurdan tuneye, ji xwe çi ji wan werê dikin û kurdên bi namus û bi xîret li hemberî vê zordariyê çi ji wan tê li ber xwe didin, evya tişte kî dine. Lê gazincen me ji gelê me û rêxistinên me kurda ye. Rêberê gelê kurd wuha gotiye “ rêxistinên ku xwe bi peş nexê ew rêxistina kultîr xwere” Ev gotina Reberê gelê kurd raste û di cihê xwe de ye.

Reberê gelê kurd ji şandeya ku çûbû cem ê re gotibû hûn na xebitin ez di van şert û mercan de mêjiyê xwe di peqînim şevê sê seatan nara-zim di xebitim lê hûn naxebitin. Ev gotina Reberê gelê kurd jî raste, rexistinên kurdan na xebitin, wekî ku di xebitin xwe nîşan didin lê tu xebata wan î ber bi çav tuneye, li vira ez naxwazim haqê hinekan bin pê bikim, Selehedîn Demirtaş, Ayla Aqat, Perwîn Buldan, Sureya, Ahmed Turk û ew pênç parlementêrên ku nuh ji girtîgehê derketine ne tê de wekîdin tu xebaten kesên din xuyan nakê. Wekî ku em dizanin nêzî sîh û pênç parlementêrên kurdan hene, waxta ku tu vê pirsgirêka giran bavêjê ser milên heft heşt kesan wê di binde bikevin û tu carî bi ser nakevin. Desthilatdar ji bonî ku yekbûna kurdan ji hevudin belav bikin pêve di nava hewldanan deye, kurd jî li peşberî vê siyaseta dagir keren di hilbijartina derbasbûyî de hin kes kirin namzet, ew kesan hatin hilbijartin û bûne parlementer, ev siyaseta ji bonî yekbûna kurdan jî siyaseteke rastbû û di cihê xwe debû. Lê ev bûyera wan parlememtêran bû wekî mesela qijikê “ ji qijikê re gotin zelqa te dermane, qijik firiya çû azmana” Kurdan ji wan kesan re got pêdewîya me bi fikr û ramanên we, bi tecrûbên we û xebata we heye. Cihê wiya bûhişt be, bi rêz Şerafedin Elçî ne tê de, evên din “pêdewî pê tuneye ku ez navê wan yek bi yek bênim ziman”ketine duv berjewendiyên xwe û pişta xwe dane gelê xwe. Ji fedîbûna gel car caran xwe bi gel didin nîşandan û dîsa ji kolanan hûnda dibin. Di vê hilbijartinê de kurdan ji xeynî navça Midyadê bajarê Merdîne û navçe yê girêdayî Merdîne hamu bi dest xistin, wekî ku em dizanin parlementerekî me heye bi eslê xwe ji gundê helexê ye, ew gunda jî girêdayî navçe Midyadê ye, di van du mihên hilbijartinê de ku bi şev û roj gelê kurd li ser piyan bû ji bonî hilbijartinê di xebitîn me nedît û ne bihîst ku rojekê riya xwe bi navçe ya Midyadê xistiye. Pedewiyên gelê kurd bi her însanî heye lê pedewiyên kurdan bi wan însanên ku berjewendiyê xwe datînin pêşiya berjewendiyê gelê kurd tuneye, bila ew kesan veya baş bizanibin ev tekoşîna ne bi keda wan kesên ku li berjewediyên xwe digerin gihiştiye van merhele yê, ev tekoşîna bi ked û xwîna mêrxas û lehengên kurdan gihiştiye vê astê, hûn hebin jî wê ev tekoşîna bi meşê û hûn nebin jî wê ev tekoşîna bimeşê. Bila tu kes xwe nexapenê û li ser xwîna cuwanên kurdan nekevê nava berjewendiyê xwe de, gelê kurd nahêlê ku tu kes li ser xwîna wî runê û bi çêre. Gelê kurd gelekî mazlum û bindeste rêbertî û serkêşiya gelê kurd pirr zor û zahmete, bangewaziya min ji wan kesên ku dibejin emê rêbertî û serkêşiya gelê xwe bikin re heye waxta hûn bi xwe bahwerbin û berjewendiyê gelê xwe deynin pêşiya berjewendiyên xwe keremkin wane kolan rêbertî û serkêşiya gelê xwe bikin û bikevin pêşiya gelê xwe, lê na waxta hûn bêjin em bi kêrî van rêxistinan nayên û bi fen, dek û dolaban nêzî gelê xwe bibin, bi aqilê kurdan ne leyizin herin mala xwe runin ji were çêtire, heya ku bi rêz Rêber Apo saxbê pêdewiya gelê kurd bi tu serkêş û rêberan tuneye.

Waxta ku em hilbijartina 30ê adarê bi nirxînin, mixabin em nikarin bibejin kurd di vê hilbijartinê de serkeftine, hûn dikarin bibejin gelo çima? Nêzî du milyon û nîv dengên beşek kurdan heye, di çi şert û mercandebê bila bê ew kurdên ku bedel dana tu carî dengê xwe nadin partiyên pergalê û dagirkeran, çi hilbijartinen ku çêdibê pênceh sed hezar dengan li xwe zêde dikin evya jî ne serkeftine, ev dengên wan zarwê du milyon û nivên ku em ji wanre dibejin kurdên ku dengê xwe nadin partiyên dagirkera ne. Evya jî tê wê wateyê ku peve em di cihê xwe de pîkolê dikin. Bajarekî wekî Edenê ku di navbera pênsed û heşt sed hezar kurd lê dijîn ev pênç şeş hilbijartin lê çêdibê kurdan hîn dengê xwe bi ser nod hezarî nexistine, waxta ku rêxistinên kurdan xebitîbane li bajarê Mersînê navça akdenizê hijdeh hezar dengên kurdan ne di şewitîn, ev nêzî çil sale ku herema Colemêrgê, Amedê, Êlihê û Wanê qada şer û tekoşînê ye lê hin partiyên pergalê ji sedî sîh sîh û pêncan dengan ji wan hereman distînin, bajarekî wekî Stanbolê ku jê re dibejin bajarê kurdane, kurd dikin û nakin dengê xwe ji sedî çaran derbasnakin. Waxta ku rêxistin û hilbijêrên kurda xebitîbane li kurdîstanê ji ber ku tîpên sernavê partiyeke pergalê di şibaha tîpên ser navê partiya BDP heşt hezar dengên kurdan ji wê partiya pergalên  re dernediketin. Pêşgotineke me kurdan heye dibejin “pêşî li gêsinê çavê xwe binere, bi şûnde li şujina çavê xelkê meyzeke, bila tu kes pesnê xwe nedê em kurd hamu di vê hilbijartinê de tewanbarin.2014

 

 

 

Nûkirina Dawî : 06 Nîsan 2014 23:47

Xwendin: 114

Bersivekê bidin

Navnîşana we dê neyête pêşandan.