KAMKARAN vedigerin bajarê xwe SINE KAMKARAN VEDIGERIN BAJARÊ XWE SINE

KAMKARAN vedigerin bajarê xwe SINE




Konsera Grûba Kamkaran dê li 5-6ê meha dahatû li bajarê Sineyê bi rê ve biçe. SerperiÅŸtê Kamkaran HoÅŸeng Kamkar ji PUKmedia’yê re got:” Me konsera xwe ya dawîna li Sineyê, li sala 1998ê yanê 12 sal berê bi rê ve biribû. Em nuha piÅŸtî 12 salan vegerin hembêza bajarê xwe û li wir ji bo alîkariya nexweşên şêrpençeyê du ÅŸev stranan bêjin.”

HoÅŸeng Kamkar got:” Emê 22ê vê mehê jî li Londonê konserek saz bikin û tê de stranên farsî û kurdî bistrên. 23ê vê mehê jî li hola Barbîkena li Londonê û  24ê vê mehê lî li festîvala Womedê konserekê saz bikin. Her weha emê 25ê vê mehê li li bajarê Mençêstêrê konserekê saz bikin û dawî li konserên li Brîtanyayê bînin.”

Hoşeng Kamkar da zanîn ku dê 6ê kewçêra dahatû digel hunermend Ednan Kerîm bibin mêvanê xelkê Silêmaniyê û 7ê kewçêrê jî li bibin mêvanê xelkê Hewlêrê.

Koma Kamkaran li sala 1965’an ji aliyê muzîkjenê rehmetî Hesen Kamkar li bajarê Sineyê hatiye damezrandin û heta niha beÅŸdarî çendîn festîvalên navdewletî bûye û xaletên cida di asta cîhanê de wergirtiye.

Endamên Komê

Hoşeng Kamkar - (serperişt û awazçêker)

Bîjen Kamkar - (yekem dengbêj û def, dehol, rubab)

Peşeng Kamkar - (jenyarê sentûr)

Qeşeng Kamkar - (jenyarê sêtar)

Erjeng Kamkar - (jenyarê tunbek)

Erselan Kamkar - (jenyarê berbet, ûd û vîolon)

Erdeşîr Kamkar - (jenyarê kemançe û qeyçek)

Erdewan Kamkar - (jenyarê sentûr)

Jêder: Pukmedia.com

Dîroka girtina ser: 17.08.2010 00:51:59

ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN

hîna şirove nehatiye kirin...

Şirove bike/Zanyarî bigre ser

Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...

Navê we/Paşnavê we *

Navnîşana-e

Berfirehiya şirovê *

>

Nûçeyên dîtir...