Kilicdaroglu ji bo bloka BDP-ê çi got KILICDAROGLU JI BO BLOKA BDP-Ê ÇI GOT

Kilicdaroglu ji bo bloka BDP-ê çi got




Serokê CHP-ê Kemal Kilicdaroglu di dema bloka îttifa çep dinirxand got " pêwîstiya CHP-ê bi blokan tune. Ne lêgerînek û ne jî bangeke me ya wisa heye. Armanca CHP-ê bi serê xwe desthilatdarî ye. Ji bo vê jî emê herin ji gel destûrê bigrin û ew hêmbêz bikin.


Kilicadroglu bi berdewamî got Hinek partiyên siyasî dikarin bang bikin. Rêza me ji wan re heye. Ew dikarin fikrên xw ebêjin. Lê armanca CHP-ê desthilatdariyeke bi serê xwe ye."


Kilicdaroglu di derheqê serdana Diyarbekirê de jî got "Ezê roja şemiyê biçim Rihayê. Lê ji ber ku balafir ê li Diyarbekirê dakeve, ez jî dixwazim silavekê bidim diyarbekiryan jî. Cejna wan pîroz bikim. Ew jî mirovên me ne. Belkî bi min hêrs jî bibin. Belki ji min gazina jî bikin, belki jî ê ji min re bêjin " tu bi xêr hatî, Belkî jî ê çayekê bidin min."

Jêder: Netkurd

Dîroka girtina ser: 19.11.2010 12:16:11

ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN

hîna şirove nehatiye kirin...

Şirove bike/Zanyarî bigre ser

Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...

Navê we/Paşnavê we *

Navnîşana-e

Berfirehiya şirovê *

>

Nûçeyên dîtir...