Kişanak: Xweseriya Demokratîk projeya jinan e
Şahiya Tevgêra Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) a di çarçoveya "Em civaka azad û demokratîk ava bikin, çanda tecawizê têk bibin" ku di 15?ê gulanê de li Colemêrgê dest pê kiribû bi şahiyan didomin. Meclîsa Jinan a BDP?ê ya Stenbolê, di çarçoveya heman kampanyayê de bi dirûşmeya "Gotina jinan li dijî nijadperestî, cudakarî, tundiyê û desthilatiya zayendîparêz heye" şahî pêk anîn. Jinên ku li kompleksa sporê ya Esenler Hakki Başar gihiştin hev, bi cilên xwe yên neteweyî, rengên kesk, sor û zer salon neqişandin.
Di şahiyê de zêdebûna jinên ciwan bal kişandin ser xwe. Hevseroka BDP?ê Gultan Kişanak, parlementerên BDP?ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel û ya Şirnexê Sevahîr Bayindir jî di nav de bi sedan jin amade bûn. Li salona şahiyê pankartên bi kurdî û tirkî "Ziman erdnîgarî ye, ziman çand e, ziman beden e, li bedena xwe xwedî derkevin", "Jina azad, civaka azad, pêşeroja azad, cîhana azad", "Em bi rengê jinan çalak beşdarî siyasetê bibin, feraseta siyasta demokratîk mezin bikin", "Siyaseta înkar û xapandinê nebû çareserî, dê nebe çareserî jî" darvekirin. Jinan bê navber di lehê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de dirûşme qêriyan.
EM Ê BI HEV RE TEKOŞÎNÊ XURT BIKIN
Şahiya li salona sporê pêk hat bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştî ku Kişanak, Tuncel û Bayindir ketin salonê coşa jinan derket asta herî jor. Berdevka Meclîsa Jinan a BDP?ê ya Stenbolê Asiye Kolçak, axaftina vekirinê kir û diyar kir ku êdî jinên kurd li vî welatî jinên ku aştî û demokrasiyê dixwazin li hev kom dikin û yekîtiya wan ava dikin. Kolçak, anî ziman ku ew dê bi têkoşîna xwe rêxistina jinan bi hêztir û mezintir bikin. Hevseroka BDP?ê Gultan Kişanak jî anî ziman ku ji bo azadiyê diyarî jinan bikin sond xwarine ku heta dawî têbikoşin. Kişanak, da zanîn ku wan wekî tevgêra jinan ji bo pêşxistina têkoşînê mîsyoneke giran dane ser milê xwe û wiha got: "Ji bo em li vî welatî çanda tecawizê têk bibin em ketin rê. Niha em ketine pêvajoya hilberîna têkoşînê. Divê em têkoşîna Berîtanan, Zîlanan bigînin lûtkeyê."
?DEWLET ÇANDA TECAWIZÊ GEŞ DIKE?
Kişanak, bal kişand ser kampanya jinan û daxuyand ku ew tenê vê çanda tecawizê li ser bedena jinan nabînin. Kişanak, bilêv kir ku çanda tecawizê çanda desteserkirin û dagirkeriyê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Çanda tecawizê di şexsê dewletê de bi ruh dibe. Dewleta ku çand, ziman û ol, bîr û baweriya me û her wiha nasname û statuya me qebûl neke, em jî wê nas nakin. Em feraseta ku li ser navê namûsê me qetil bike û jiyana me desteser bike, me di nava çar dîwaran de heps bike qebûl nakin. Em wekhevî û azadiyê dixwazin."
?XWESERIYA DEMOKRATÃŽK PROJEYA JINAN E?
Kişanak, bal kişand ser girîngiya Xweseriya Demokratîk û wiha pêde çû: "Xweseriya Demokratîk di heman demê de projeya jinan e. Ev proje dê li Tirkiyeyê aştî û azadiyê bîne. Êdî em rêveberiya navendî naxwazin. Em rêveberiya herêmî û demokratîk ku wekhevî û edaletê diparêze dixwazin. Ev proje dostê jinan, derdor û ekolojiyê ye. Projeya bindest û mazlûman e. Em dixwazin pirsgirêka kurd di nava aştiyê de bi xweşî çareser bikin."
?DIVÊ EM VÊ PÊVAJOYA BÊÇALAKIYÊ BAŞ BINIRXÎNIN?
Kişanak, bal kişand ser pêvajoya bêçalakiyê jî û wiha li axaftina xwe zêde kir: "Ger ku hûn bi rastiyê aştiyê dixwazin divê hûn li hemberî pêvajoya bêçalakiyê û biryara KCK?ê gavên aştiyane û erênî bavêjin. Divê ev pêvajoya bêçalakiyê ku li ser banga Birêz Ocalan dest pê kir, baş bê nirxandin. Heta meha hezîranê ev pêvojo didome. Ji bo çareseriyê demek baş e. Divê em vê pêvajoyê tev bi hevre baş binirxînin û vegerînin aştiyek mayinde.
BANGA YEKÃŽTIYA JINAN
Kişanak, bang li hemû jinên Tirkiyeyê kir û xwest ku hemû jin ji bo aştiyek mayinde û bi rûmet bibin yek û têkoşîna xwe ya azadî, demokrasî û wekheviye bilind bikin.
Piştî axaftinê Koma Pêşandana Hunerê ya Zanîngeha Bogazîçî derket ser dikê. Piştî pêşandana dansê bi zimanên cuda stran hatin gotin. Herî dawî Rojda û Îlkay Akkaya konser dan.
ANF NEWS AGENCYDîroka girtina ser: 10.01.2011 12:43:46
ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN
hîna şirove nehatiye kirin...
Şirove bike/Zanyarî bigre ser
Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...