Serokê Akademiya Hunerê ya Elmanya Klaus Staeck ; Eger Kurd Çanda xwe neparêzin ewê têk herin

Hevpeyvîn//Serokê Akademiya Hunerê ya Elmanya Klaus Staeck ; Eger Kurd Çanda xwe neparêzin ewê têk herin




Amadekar: Sîrwan H. Berko - Berlîn  

Elman gelek caran welatê xwe wek "welatê helbestvan û bîreweran" bi nav dikin. Ev hevoka ku ji gotinên rexnegirê wêjeyê û nivîskar Wolfgang Menzel pêk tê, ne ji valahiyekê tên. Elmanya ne tenê xwedî dîrokeke çand û hunerê ya mezin e, ew ta roja îroj yek ji mezintirîn piîn piştivanên çand û hunerê ye, eger em nebêjin dewleta herî mezin ku mesrefeke pir mezin ji bo paraztin û piştgiriya çand û hunerê tirxan dike. Yek ji dezgehên hunerî ku Elmanya di cîhanê de serê xwe pê bilind dike, Akademie der Künste (Akademiya Hunerê) ye, ku avahiya wê li giringtirîn devera Berlînê ye, li pêşiya Dergehê Brandenburg ê binavûdeng e. Erkê vê akademiya ku dewleta elmanî qanûneke taybetî ji bo wê saz kiriye û her sal 18 milyon Euro ji bo xebata wê tirxan kiriye, ew e ku piştgiriya hunerê bike û di pirsên huner û çandê de şîretan bide Komara Federal a Elmanyayê. Li gor qanûna wê Akademiya Hunerê dikare tenê 500 endaman bipejirîne. Lê niha tenê 317 hunermendên ji seranserî cîhanê endamên vê dezgeha giring in. Akademiya Hunerê, ku mezintirîn akademiya neteweyî ya elmanî ye û di warê perwerdeyê de ne çalak e, xwe wek komelgeheke navneteweyî ya hunermendan dibîne. Erkên wê yê bingehîn ew e ku erşîva xwe ya hunerî ya neteweyî ya mezin biparêze û piştivaniya huner û hunermendan bike. Ji nîsana 2006ê ve hunermendê siyasî û parêzer Klaus Staeck serokatiya Akademiya Hunerê dike. Di hevpeyvînekê de bi Rûdawê re ew behsa Akademiya Hunerê û rola çand û hunerê ji bo netewe û civakê dike.

*****

Birêz Klaus Staeck, mirov çawa dibe endamê akademiya we?
Klaus Staeck: Akademiya me ji şeş beşan pêk tê: hunera şêwekarî, hunera avakirinê, mûzîk, wêje, hunera pêşkêşkirinê û hunera film û ragihandinê. Mirov tenê dikare bibe endamê van beşan. Divê du an sê endam mirovekî ji bo endametiyê pêşniyar bikin û ev pêşniyar di civata mezin de dikeve dengdanê. Dibe ku carinan tikes neyê hilbijartin, carinan jî heyşt kes dibin endam. Ti pîvanên ji bo hilbijartinê tunene.

Hûn tenê piştgiriya hunera endamên xwe dikin?
Klaus Staeck: Di asta yekem de em piştgiriya endamên xwe dikin. Lê gelek projeyên din jî hene ku em piştgiriya wan dikin.

Mirov çawa dikare bihêle ku siyaset bigihê wê baweriyê ku huner tiştek ewqasî bûha û hêja ye ku divê piştgiriya wê bê kirin?
Klaus Staeck: Berî çend salan li Elmanyayê gengeşeyek mezin li ser wê pirsê hat kirin, bê ma gelo piştivaniya hunerê tê wateya piştgiriya aborî ji hunerê re yan jî sermayerazandinek e ji bo pêşerojê. Ango mesele ne ew e ku mirov tenê mesrefê li ser dike û tiştek jê dernakeve. Hevgirtina, ku pêwîstiya civakekê pê heye, bêtir hevgirtineke çandî ye. Eger ev hevgirtin têk here, êdî pirsa nasnameya neteweyî dikeve xeterê. Mirov dikare bêje pêwîstiya me bi sînema, şano, film û şêweyên din ên hunerê tuneye. Lê hingî mirov gelek tiştan winda dike. Dema ez bûm serok, min got divê em piştgiriya deverên ji bo herkesî vekirî bikin. Li Elmanyayê daxwazek hebû ku hertiştî bikin prîvat. Devera prîvat ne tim devereke demokrat e, devera vekirî devekere demokrat e, ku tenê li wir danûstandin pêk tên. Wek mînak, şano tim dikeke ceribandinê bû ji bo demokratiyetê. Li ser van dikan mirov dikare bipirse bê mirov çawa dikare kêşeyan bi şêweyekî aşityane û dûrî zordariyê çareser bike. Ezmûna me bi xwe jî heye: Piştî dawiya Şerê Cîhanî yê Duyem di sala 1945ê de me ji xwe pirsî bê ka em çawa dikarin rewşeke demokratîk biafirînin. Di vî warî de çand roleke bingehîn dilîze. Miletek wek miletê kurd, tevî ku dewleta wî tuneye, lê çanda wî heye, ku nîşana hebûna wî ye. Eger çand têk here, di heman demê de nasname jî têk diçe. Ji ber vê yekê çand yek xalên pir giring e.

We li Elmanyayê çawa kir ta hûn gihan rewşa îroj ku siyaset û çand rêza hevûdu bigirin?
Klaus Staeck: Peydakirina têgihiştina demokratîk ne hesan e. Ew tenê dikare ji baweriyekê derkeve û mezin bibe. Me ji ezmûna dîktatoriyetê sûd girt. Di wê demê de beşek mezin ji hunermendan hebû, ku dewlet li dijî wan bû û hunera wan xistibûn lîsteya reş. Ew hunermend an di zindanan de bûn an jî mecbûr dibûn ku koçber bibin. Li aliyekî din hunera fermî hebû, ku îroroj rola wê nemaye û tikes behsa wê nake. Me prosêseke dirêj li dû xwe hiştiye, prosêsa pejirandina hevûdu. Mirov fêm dike ku kesê siyasî mecbûr e ji welatiyan re bêje bê çima ew bi baceyên wan piştgiriya hunerekê dike, ku ji bo gelek kesan dibe ku ne huner be. Ji bo welatî giring e ku av, elektrîk û ewlekarî hebe. Gelek welatî di wê baweriyê de ne ku ev e karê siyasetvanan e, ne piştgiriya çand û hunerê. Gelek hunermend di rewşên pir dijwar de dijîn. Lê dîsa jî em xwe weke neteweya çandê bi nav dikin. Ji mafê me ye ku em bi vê yekê serbilind bin. Ez bawer nakim ku li ti dewleteke din ewqas şano, avahiyên opera, mûzexane û dezgehên çandê hebin wek li Elmanyayê. Li herêma Sachsen-Anhalt ewqas qesr hene ku pêwîstiya wan bi limiqatebûnê heye. Ev dewlemendî ne ji ber xwe ve hatiye, lê ji kevneşopeke mezin. Ev barek giran e. Çand ne tenê xweşî ye, lê berxwedaneke berdewam e ji bo paraztina wê, bi taybetî ku kevneşopiyek hebe ku divê bê paraztin.

Mirov dikare di vê serdema cîhanîbûnê de bêje ku nasnameya neteweyî ya çandî heye?
Klaus Staeck: Çanda neteweyî heye, lê ev ne armanca çanda me ye. Pêwîstiya me bi çandeke cîhanî heye. Dema mirov çanda xwe ji yên din cuda bike, ew dibe îdyolocî û êdî xetereke mezin çêdibe. Em naxwazin tarîfekê bidin hunerê. Nabe ku mirov bêje ev huner e û ev ne huner e. Li Elmanyaya Rojhilat kesên ku ne endamên dezgeha hunerê ya dewletê bûn, ne hunermend bûn û dewletê dikarî li dijî wan doze veke. Ev yek ne ji zû de bû. Ji ber vê yekê em jib o hunereke azad têkoşînê dikin. Çand tim dîmensyoneke azadiyê ye. Pêwîstiya me pê heye. Di dewleteke ne azad de pir zehmet e ku mirov hunerê çêbike. Lê ew dîsa jî heye. Gelek caran hunera herî mezin di dema dîktatoriyetê de çêdibe.

Li Elmanyayê huner çawa tê paraztin?
Klaus Staeck: Di xala siyem a bendê pêncê yê destûra elmanî de hatiye nivîsandin: "Huner û zanist, lêkolîn û dersdayin azad in." Azadiya hunerê elementeke bingehîn e ji bo demokratiyê. Pir giring e ku mirov ne xwedî heman nerîna hikûmetan be, bêyî ku mirob bitirse ku ji bo vê bîrûboçûnê bê cezakirin. Ev xala destûrê xebata azad diçesipîne û misoger dike. Mirov dikare ji gelek tiştan re bêje ev huner e, bêyî ku herkes xwedî heman nerîn be. Eger dewlet piştgiriya hunermendekî bike û hunera vî hunermendê ne bi dilê hikûmetê yan jî xelkê be, hingî dewlet ranabe û pereyên xwe ji hunermendî nastîne. Tiştek baş e ku ewqas azadî hebe ku mirov tiştên ku hê hez nake, tehmûl bike û bipejirîne. Li cem me siyaset destdirêjiya hunerê nake.

Erkê hunermend di civaka wî de çi ye?
Klaus Staeck: Pêwîst nake ku hunermend pi pêlê re bimeşe û bi civakê re di hemû xalan de heman nerîn be. Em dibêjin ku divê hunermend xwiya di şorbê de be. Ez bi xwe ne piştgirê wê gotinê me ku dibêje "huner tenê ji bo hunerê". Dîtineke min a rexnegir heye û ez dixwazim bi hunera xwe rewşa heyî rexne bikim. Hunermendin din jî hene ku tabloyên spehî ji bo dîwarên kirêt çêdikin. Her hunermend azad e. Li cem me tiştek bi nave "hunera dewletê" tuneye. Ev xala herî giring e.

Çand çawa dikare civakên paşdemayî bi pêş xîne û sîstemên ne demokratîk têk bibe?
Klaus Staeck: Çand bê sînor e. Ji bo me giring e bê çand çawa dikare bibe xwedî bandor li ser dîmokratiyetê. Ji ber ku li piraniya dewletên cîhanê demokratî pêk nayê, ev dibe erkeke mezin ku mirov dikare di rêya çandê re hewil bide wî pêk bîne. Çand tim derfetê dide ku strukturên tevlihev û hişk têk bibe. Ev yek derfeteke mezin e ji bo wê wê, çimkî ew bi zimanekî din diaxive, ne bi zimanê siyasetvanan, ne jî bi zimanê jiyana rojane. Tiştek veşartî di çandê de heye û ji ber vê yekê lê hêja ye ku mirov wê belav bike.

Te çi radeyê Akademiya Hunerê amade ye piştgiriya hunera li herêma Kurdistanê bike?
Klaus Staeck: Em akademiyeke neteweyî ne û derfetên me yên aborî sînorkirî ne. Lê em amade ne ezmûna xwe pêşkêş bikin û piştgiriya hunerê bikin di pêşdebirina demokratiyê de.

E-Mail: sirwan@amude.com
Jêder: Amude.net

 

Dîroka girtina ser: 07.08.2010 03:54:50

ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN

hîna şirove nehatiye kirin...

Şirove bike/Zanyarî bigre ser

Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...

Navê we/Paşnavê we *

Navnîşana-e

Berfirehiya şirovê *

>

Nûçeyên dîtir...