ticle")
RS.Close
Set RS=nothing
end if
RSb.Close
Set RSb=nothing
end if%>
end if
RSb.Close
Set RSb=nothing
end if%>
S = Server.CreateObject("Adodb.Recordset")
RS.Open sql, conn, 1, 3
if not RS.eof then
Response.write RS("article")
RS.Close
Set RS=nothing
end if
RSb.Close
Set RSb=nothing
end if%>
Tevî ku ev bûye nêzîkî 90 sal in, ku Celadet Bedirxan a.b.ceya (elfabêta) kurdî latînî daniye, û xwendevanên wê pir bûne, û gelek pirtûk û berhem pê hatine nivisandin, lê hîn jî, nemaze di van cend salên dawî de gengeşe li ser wê tên kirin, û boçûnine seyr rû didin, rastiya wê a.b.cêyê dixin ber bayê gumanan.
Hêjayî gotinê ku em bînin bîriya hevpîşe û xwendevanan, ku Osman Sebrî jî nerînine din hebûn, û weha diçû, ku divê hin caran xalekek an jî binokek li ser tîpên ( ç. k . p. t . h . x ) were danîn, ji ber ku her çarên pêşîn hin caran sert û hin caran nerm têne bilêvkirin, û her duwên dawî jî hin caran mîna ( ? . ?) erebî têne bilêvkirin.
Beriya çend rojan dostek li gel min bi telefonê têkildar bû, û ev mijar livand, û nerînine, ku hinên din jî mêldarên wan in, dan xuyakirin. Dostê min weha diçe, ku kêmaniyên a.b.ceya me ya latînî gelek in, divê çare jê re werin danîn, û ew kêmaniyan ji holê rabin.
Li gor boçûna wî, divê ev tîpên, ku xal (niqte) an jî yên kumik (^) li ser têne danîn, wek ( i . î . ê. û ) werin guhertin, û ( i ) bê xal bimîne, ( î ) bibe ( i ) û ji dêvla (ê) jî ( ee) were nivisandin. Û weha pê de diçe, ku divê (ç) bibe (ch) û (ş) jî bibe (sh). Bi vî awayî em dikarin nivîsîna kurdî hem hêsan bikin û hem ji a.b.cêya Tirkan bi dûr de bixin, û hem jî nêzîkî asta zimanên ewropî latînîn bikin.
Pirsgirêka her du tîpên ( i , î ) ji zû de ber guhên min ketiye. Tê bîra min, gava di salên 1980-1984 de ez li Lîbiyayê wek mamoste dixebitîm, çend hejmarên kovara (Roja nû ), ku P.S.Kê li Siwêdê diweşand, bi cefayê dostekî gînhan min, wê hîngê min bala xwe dayê, ku ev her du tîp di nivîsên kovarê de hatine guhertin û xalek ji ser ( i ) yê hatiye avêjtin, û ( i ) jî li şûna ( î )yê hatiye nivisandin. Ev yeka heya îro di weşanên P.S.Kê û Komkarê de berdewam e.
Bi baweriya min, hemî zimanên miletên din ji van aloziyan ne bê par in, lê a.b.cêyên wan şûnên xwe girtine, û nebûne mijara gumanan.
Zimanê elmanî,wek nimûne: Tîpa ( S ) bi du awayan tê bilêvkirin; carekê mîna (z) ya kurdî, wek (lesen, ango dixwîne) û carekê wek ( Ş ) ya kurdî ( Stop, Sprache, ango rawest , ziman ), û gava wek (S) ya kurdî bilêv dibe, divê di peyvê de dubare bibe, wê hîngê jî bi du awayan tên nivisandin; carekê (SS) û carekê (ß ), wek ( interessant . Straß, ango giring . kolan ), û carekê jî her sê tîpên (S. c. h = sch ) şûna (Ş) ya kurdî digirin, wek (Schön, ango ciwan), û her du tîpên c. h = ch) hin caran pev re şûna (Ş)êyê digirinm wek (täglich, ango her roj). Dêmek tîpeke bi serê xwe wek (Ş) ya kurdî bilêv bibe, di zimanê elmanî de nîne. Her weha di vî zimanî de tîpa, ku wek (x) kurdî bilêv bibe jî tune ye, belê du tîp (c . h = ch) pev re wek (x) ya kurdî bilêv dibin, wek ( Sprache), û hin dengên din di a.b.cêya elmanî de hene, tîpek bi serê xwe nikarê pêk bîne, belê divê du tîp pev re wî dengî pêk bînin, wek (eu) di peyva ( heutê, ango îro) de, ku li gor bilêvkirina kurdî bi awayê (hoytê) tê bilêvkirin. Her weha tîpa ( Ç ) jî di zimanê elmanî de nîne, belê her çar tîpên ( t. s. c. h = tsch ) pev re (Ç) ya kurdî pêk tînin, wek (Deutschland), ku bi awayê ( Doyçlend ) tê bilêvkirin. Bi ser de jî gava du xal (..) bi ser tîpên (a .o. u) ve dibin, bilêvkirina wan tê guhertin, Ä wek Ê ya kurdî, Ö jî, lê hinekê qelew, û Ü wek Û ya kurdî têne bilêvkirin. Bi vî tehrî, em dibînin, tevî ku a.b.cêya elmanî 26 tîp hene, lê di nivisandinê û bilêvkirinê de dibine 36 deng. Digel hindê jî evan guhertinan rojekê ji rojan a.b.cêya elmanî nexistin ber dava gumanan, û zimanê elmanî wek zimanê fîlosofiyê hate naskirin.
Zimanê îngilîzî jî ji van sergêran ne bê par e, wek ku her du tîpên ( S. h = sh ) pev re wek (Ş) ya kurdî, û her du tîpên ( C . h = ch) wek (Ç) ya kurdî bilêv dibin, û hin caran jî her du tîpên (T. U = tu) pev re wek (Ç) ya kurdî bilêv dibin, wek çawa di peyva ( Pictur, ango wêne ) de diyar e, ku mîna (pîkçir) bilêv dide. Bi ser de jî (C) ya îngilîzî hin caran wek ( K) û hin caran jî wek (S) tê bilêvkirin. Di zimanê îngilîzî de tîpeke, ku bi serê xwe dengê (x) ya kurdî dide, nîne, belê her du tîpên ( k. h = kh ) vî dengî didin, û hin caran her du tîpên (p. h = ph) dengê tîpa (f) didin, lê van aloziyan nikarîn rojekê ji rojan kend û bend bidana pêş vî zimanî, û nehêştana ku bibe firehtirîn ziman li dinyayê.
Bi rastî, eger mirov di pey zimanan keve, wan vekole, dê gelek aloziyan di wan hemiyan de bibîne, çi ji hêla dengan de û çi ji hêla nivîsînê de, wek ku di zimanê erebî de (L)ê ya (?? , EL) tê nivisandin, lê gava di pêş hin tîpan de tê, bilav nabe, û ji xwendinê dikeve, lê ez bawer nakim, ku wan aloziyan ew a.b.cêyan hemî xistine ber gumanan, wek çawa em Kurd her tim ji karînên xwe bê bawer in.
Pirsgirêkeke din li kêlek vê yekê rû dide, ew jî ew e, ku hin kesên vê aloziyê nîşan didin û mezin dikin, ne pisporên zimanewanî ne, lê tevî ku bi xwe jî vê yekê baÅŸ dizanin, tu dibînî destên xwe tê werdidin, û gotin û boçûna xwe wek rabazekê pêşkêş dikin, wek çawa ev dostê min, kû rojekê du hevok bi zimanê kurdî nenivisandine, lê tevî vê jî serê xwe dixe van pirsên zimanewanî, û wek gelek kesan, penda kurdî ku dibêje „ Ardê xwe bide sûsanî, tevî ku nîvî jî buxe“ ji bîra dike.
Dibêjin: gotin gotinê tîne, pêre jî em dikarin vê bêbaweriya me kurdan bi karînên me, di gelek waran de bibînin; di warê rexneya wêjeyî û romana kurdî de, tevî ku evê rexnê, û vê romanê, li gor rewşa kurdî ya gelemper, û ya nivîsînê bi taybetî, gelek gavên berbiçav ber pêş de qevaztine jî, lê gotina (me rexneya wêjeyî nîne, me romana kurdî nîne) her tim li guhên me dikeve û dubare dibe, û dide xuyakirin, ku em mazoşiyên xwe ne.
Her weha polîtîka kurdî jî ji vê bêbaweriyê ne bê par e, her tim polîtîkvanê kurd li pey diyarkirina dilpaqijiyê dibeze, û hewl dide ku kesên din bi dilpaqijiya xwe, ne bi rastboçûna xwe, bide bawerkirin, û pirê caran ji bîra dike, ku polîtîk ne bi dilpaqijiyê, belê bi sersariyê û xwînsariyê biser dikeve, pêre jî zû tê xapandin, û carcaran destkevtinan jî wenda dike.
Bi nerîna min ev bêbawerî rûdaweke ji rûdawên çanda civaka gundî, ku her kesek tenê bi xwe bawer dike, û ji xwe de dest pê dike, cefa û keda kesên din bi paş pişta xwe de davêje, ne dikar sûdê ji wan cefayan werbigire, û ne jî dikare avahiyê li ser bilind bike, pêre jî her tim li ba kevirê pêşîn, ku wî bi xwe daniye, dimîne.
Elmanya / Stadê
14. 11. 2010
Şirove bike/Zanyarî bigre ser
Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...