KurdFM bi bernameyên xwe yên dewlemend êdî ZINDÎ ye

Radyoya Kurdî KurdFM di 12.02.2010 ê de, berî bi salekê li Elmanya bajarê nêzîkî Frankfurtê Mörfelden ê dest bi weşana xwe kiribû. Radyoya Kurdî eve saleke di weşana ceribandinê de bû. Ji bo ketina sala nû şahiyekî sersalê şahiyekî berfireh li dar xist. KurdFM berî dawiya sala 2010 ê xwe wekî merqeyekê li Elmanya Tomar kir.
Radyo KurdFM her roj hîn bêhtir kar û xebatên xwe yên Kurdewarî mezin kirin û 02.02.2011 an, sibê berê beyanî demhijmêra Amedê 09:00 ê dest bi weşanên xwe yên zindî dike. Radyo KurdFM di vê demê de bi 10 karmendên xwe yên ku li deverên cûda yên cîhanê xebata xwe ya bi şev û roj karên xizmetkariya Kurdî û Kurdewarî dike.
KurdFM bi bernameyên lêkolîn, hevpeyvîn, konser, çand û huner, helbest, muzîk û gelik rengên dîtir bernameyên li ser jiyanê dê hertim xebatên xwe yên Kurdewarî bi pêş ve bibe. Dê dengê xwe bighîne her deverên cîhanê.
weşana KurdFM vê demê tenê li ser Înternetê tê meşandin. û li her deverê cîhanê ji aliyê hejmarekî zêde Kurd ve tête gûdarkirin. Bêgûman bi App a xwe ya ji bo Iphone, ipod û ipad ê ve KurdFM xebatekî mobîl jî dimeşîne û xwe dighîne dest û berîkê mirovên Kurd.
hun dikarin bernameyên KurdFM bi rêka malpera KurdFM an jî Rewanbej bişopînin.
Hun dikarin bi her awayî xwe bighînine radyoya KurdFM
Bi rêka Telefonê :
0049 6105 3087880
Bi rêka emailan:
Frankfurt û Studio
Ciwan Zagros :
ciwan@kurdfm.com
Cuma Genc :
cuma@kurdfm.com
Siwîsre aliyê Elmanî:
Evîn Bagog :
evinbagog@kurdfm.com
Siwîsre aliyê Fransî
Selahedîn Bayezîdî :
bayezidi@kurdfm.com
Amed
Jiyara Ahmed:
ahmet@kurdfm.com
Dihok
Azad Azadi :
azadazadi@kurdfm.com
Ji bo proje û karên mezin û nûjen di hemî warê çapemenî û ragihandinê de,
Ji bo reklama li ser Iphonê û malperên KurdFM û girêdayî Hêvî Groupê
Ji bo her rengî hevkarî û karên çandî an jî karên bazirganî peywendî bi Hêvî Group re çêbikin.
peywendi@hevigroup.com
www.kurdfm.com
www.rewanbej.com
www.hevigroup.com
Dîroka girtina ser: 01.02.2011 19:28:50
ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN
hîna şirove nehatiye kirin...
Şirove bike/Zanyarî bigre ser
Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...