YE: Divê Kurdî têkeve qada gelemperî YE: DIVÊ KURDÎ TÊKEVE QADA GELEMPERÎ

YE: Divê Kurdî têkeve qada gelemperî




Pêşnûmeya ku pêşkêşi PE’yê hate kirin û ji aliyê Raportorê Tirkiye yê PE’yê ve hatibnû nivîsîn de, qala Kêşeya Kurd, zêdebûna kuÅŸtinên li ser navê namûsê û astengiyên li ber derbirîn û hizrê cî girt.

DIVÊ ZIMANÊ KURDÎ TÊKEVE QADA GELEMPERÎ

Di Pêşnûmeyê de Yekîtiya Ewropayê ji Tirkiyeyê xwest ku divê çarçoveya pêşîlêvekirina li ser navê Kêşeya Kurd kku wekî “ Pêşîlêvekirina Demokratîk” hate bilêvkirin, were berfirehkirin û zimanê Kurdî li Tirkiyeyê têkeve qada gelemperî û civakî û ji bo vê yekê jî guhertinên zagonî pêk were. Her wisa derbarê Zagonên Têkoşîna bi Terorê re jî de hate xwestin ku ew bi awayekî ku neyê îstîsmarkirin nûbibin û hate destnîşankirin ku welatiyên ku gundê wan hatiye xerakirin divê bikaribin li gundê xwe vegerin.

BILA ZAGONA ÇAPEMENIYÊ WERE SERASTKIRIN

YE’yê di pêşmûmeyê de li ser derbirîn û îfadekirina çapemeniyê jî sekiniye û metirsiyên xwe yên vê mijarê aniye zimên. Bi taybetî jî li ser otosansurê sekiniye û xwestiye ku zagona çapemenî û weÅŸanê were serastkirin û nû bibe. YE’yê nav neda lê di bin re qedexeya li ser Youtube’yê ya li Tirkiyeyê jî rexne kir.

BILA LI DIJ ÎŞKENCEYÊ PROTOKOL WERE ÎMZEKIRIN

Her wisa di pêşnûmeyê de hate destnîşankirin ku ew mane li erdeke reş ku Tirkiye çawa protokola Peymana Navneteweyî ya li Dij Îşkenceyê îmze nekiriye.

BENDAV PIRSGIRÊKAN DERDIXIN

Mijkareke din ku di pêşnûmeyê de cî girtiye, santralên hîdroelektrîkî û zirara wan a ji hawirdorê re ye. Bendavên ku di çarçoveya Projeya Başûr-rojhilatê Enedolê tê çêkirin gelek zirarên hawirdorî û beşerî derdixe holê. Ji bo vê yekê jî bang li Tirkiyeyê hate kirin ku li gorî normên Tirkiyeyê tevbigere.

DI CÎNAYETÊN LI SER NAVÊ NAMÛSÊ DE ZÊDEBÛN HEYE

Dİ Pêşnûmeyê de rexne li hukimetê hatekirin ku di hejmara cînayetên li ser navê namûsê zêde bûye û hate xwestin ku ji bo parastina jinan guhertinên zagonî wre kirin.

Her wisa hate xwestin ku di çêkirina makezagona nû de hemû partiyên siyasî û saziyên sivîl tevli xebatan bike û vê yekê mîsoger bike.

BUTÇEYA PARASTINÊ JÎ DI PÊŞNÛMEYÊ DE YE

Hate xwestin ku Meclîsa Mebûsan a Tirkiyeyê bikaribe bi her awayî butçeya parastin û ewlekariyê kontrol bike.

Di pêşnûmeyê de, hêviya ku beriya hilbijartinên sala bê bendava hilbijartinê ya ji sedî 10’e kêmtir bibe.

JI QIBRISÊ LEŞKERAN VEKÊŞE

Di pêşnûmeyê de li ser pirsgirêka Qibrisê jî hare rawestîn û hate xwestin ku muzakereyên çareseriyê were destekkirin û Tirkiye di ling de leşkerên xwe ji Qibrisê vekşîne ew ê rê li ber çareserriyê jî veke.

JI BO KOMÃŽTEYA WINDAYAN PIÅžTGIRÃŽ

Di belgeyê de ji Tirkiyeyê hate Xwestin ku piştgiriyê bide Komîsyona Windayan ku bikaribe bi rehetî li herêmên leşkerî yên bnakurê Qibrisê xebatên xwe bike.

BILA MARAŞ ÎADEYÎ QIBRISA BAŞÛR BIKIN

Di biryara derbarê Tirkiyeyê ya lijneya giÅŸtî ya PE’yê de di 10 Sibatê de ji Tirkiyeyê hatibû xwestin ku di zûtirîn demê de leÅŸkerên xwe ji Qibris vekêşin û ligel vê jî MaraÅŸ a girtî radestî Qibrisa Başûr bike.



ANF NEWS AGENCY
Dîroka girtina ser: 08.12.2010 12:09:44

ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN

hîna şirove nehatiye kirin...

Şirove bike/Zanyarî bigre ser

Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...

Navê we/Paşnavê we *

Navnîşana-e

Berfirehiya şirovê *

>

Nûçeyên dîtir...