Li ser Kurd û Tirkan - Ahmet Altan LI SER KURD Û TIRKAN - AHMET ALTAN

Li ser Kurd û Tirkan - Ahmet Altan




Ahmet Altan
    Wergêr : Agirî Soran

   Ku Mustafa Kemal ne li Selanîkê, PaÅŸayekî ku li Musilê çêbuyî bane, Ku navê wê Komara di avakirina wê de jêre buye ling û bi tekoşîna Kurd û Tirkan ve pêk anîye kiribane “Komara Kurdiyê”. Ku wî jî bi biryara meclîsê navê “Atakûrt” girtibane.

Ji ber ku ji tevayî hemwelatiyê Komara Kurdiyê re “Kurd” hatibane gotin, em hemu bubane “Kurd”. Li Taksîmê, Kadikoy ê, Hola Kizilay yê, Kordon ê, lewha “Her bijî ji bo yê ku bêje ez Kurdim”(Ne mutlu Kûrdûm diyene) hatibane libakirin.

Di Kurdiyê de hatiba gotin ku Tirk nînin, herkes Kurd e, û hatiba diyarkirin ku yên xwe Tirk dibînin di bingehde bi navê “Kurdên Derya” hatibane binavkirin...

Hatiba diyarkirin ku dîrokekî Kurdan ya “Heft hezar sal” heye, xwedanê sereke Kurdin, di bingeh de Mogol, Hun Etrûsk bavikên Kurdan têne dîtin, Palewaniyên PaÅŸayên Kurdên Osmaniyan di ders û perwerdeyê de hatiba xwendin.

Navlixwekirinên me yên wekî Teoman, Cengiz, Atilla, Osman hatibane qedexekirin, em neçar mabane ku navên Berfîn, Beruj, Tiruj, Nevruz li xwe bikin...

Vekirina TV yên Tirkî hatiba qedexekirin, tevayî weşanên TV yan bi Kurdî hatibane kirin...Em neçar mabane ku çîrokên xwe, Romanên xwe, helbestên xwe bi Kurdî binivîsin, tenê me sitranên Kurdî godar kiribane, me rojnameyên xwe bi Kurdî derxistibane...

Di dibistanê me de tenê me bi Kurdî xwendibane, xwendina Tirkî hatibane qedexekirin...

Dema ku me bigotana “Em Tirkin, dîrokek, zimanekî me heye” Bê pirsîn û bê lêpirsîn em avêtibane bendîxana. Li Sitenbolê, Enqerê, Izmîrê, Burasayê, Edîrneyê polîsan hertim em ÅŸopandibana, “Tîmên taybet” hertim ji me goman kiribane ku em cudaxwaz û parçexazên “Komara Kurdiye” ne û nêzîkatiya “tawanbar” li himber me kiribane, Tenê ji ber ku em Tirkin dijûn û zimandirêjî li himber me hatibana kirin. PiÅŸtî derba 12 ê Êlunê tijî bendîxaneyên herêmên rojava kiribane, bi êşkence û lêdanên bêhempa ve rubiru bubane, xistibane malikên tijî herî û qur, hettanî bi qirikê ketibane nava wan heriyan de, bi ava pejiqandî lebatên nava wan hatibane perîşankirin, bi kuçikên direk ve çîpên wa hatibane parçekirin. Êrîşî malên me kiribane, bi nêrînên alîkariya “Teroristên Tirk” avahiyên me were ÅŸewitandin, bê ku em tiÅŸtekî xwe bigrin em ji malên me derêxistibane, û miÅŸextî Diyarbekirê, Hakkariyê kiribane û neçar hiÅŸtiba ku di çadiran de bijîn.

Em Tirk dê razî bubane, gelo me yê gotinên “Vaye hun hemu hemwelatiyên Komara Kurdiye ne û hun heryekî Kurdekin, ma ji bo çi we bi duvê Tirkîtiyê girtiye, ku hun bixwazin dikarin bibin serokwezîr jî.” Ji bo xwe gotinên hêja pejirandibane?

An jî emî bi dakokî ser rawestîbane ku nasnameya me ya Tirkî, zimanê , çanda me wekî hemwelatiyên vî welatî yên “hevbeÅŸ” were qebulkirin.?

Di vî welatî de hemwelatiyên Kurd û Tirk hene û dîrok di xeta “Tirk” de meÅŸiyaye, îro tiÅŸtên ku em wekî “Tirk” nikarin bi pejirînin me xwestiye ku Kurd qebul bikin, di encam de ev daxwaza vala teqiyaye û welat pêşî berbi terorê paşê jî bi ÅŸerê navxweyî ve gêr buye.

Dema ku mirovên bawerya wan tê ku tenê Tirkî karê bi “Demokrasiyê” û pejirandina “nasnameya” hemwelatiyên Kurd re  ji vê aloziya xwînî rizgar bibe van nêrînên xwe tênine ziman, rêvebirên me û alîgirên wan hertim heman pirsê dipirsin:

-Çiye çareseriya demokratik, çiye nasnameya Kurd?

Demokrasî ewe ku me Tirkan di “Komarekî Kurdiye” de jiyan kiribane me dê çi xwestibana, derbirîna van daxwazan ji aliyê Kurdan ve were pejirandin.

Ma hêjaye ji bo tiştekî ku em dê ji bo xwe bixwazin, nedine mirovên ku em wan wekhevê xwe dibînin, ji bo vê yekê jî evqas xwîn bête rijandin û welat berbi xaçerêyekê ve were birin.?

Vaye yên ku dibêjin “Ne hêjaye” demokrasiyê dixwazin.

 

 

Nivîsa Ahmet Altan ya Tîrmeha 1995 ê di Milliyetê de

Dîroka girtina ser: 14.08.2010 15:31:09

ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN

hîna şirove nehatiye kirin...

Şirove bike/Zanyarî bigre ser

Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...

Navê we/Paşnavê we *

Navnîşana-e

Berfirehiya şirovê *

>

Nûçeyên dîtir...