Leşkerên li ser sînor ên Îranê gule reşand: 1 mir, 2 birîndar LEŞKERÊN LI SER SÎNOR ÊN ÎRANÊ GULE REŞAND: 1 MIR, 2 BIRÎNDAR

Leşkerên li ser sînor ên Îranê gule reşand: 1 mir, 2 birîndar




 Li navçeya Wan Elbakê, li sînorê Tirkiy-ÃŽran bi hinceta ku qeçaxçitiya mazotê kiriye, leÅŸkerên ÃŽranê gule barandin û di encamê de 1 kes mir, 2 birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku hatine standin, Mehmed Keskîn (18), Akîf Yildiz (18) û Zakir Turgut (24) jibo ji Îranê sotemeniyê bînin gundê Xaşkan yê Elbakê, ji aliyê leşkerên Îranê ve gule lê hatin reşandin. Zakir Turgut û Mehmed Keskîn bi birîndarî li gel hespên xwe vegeriyan gund. Mehmed Turgut (18) ku bi giranî birîndar bibû ji aliyê gundiyan ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Elbakê lê di rêde jiyan xwe ji dest da, Zakir Turgut jî mudaxeleya destpêkê li Nexweşxaneya Dewletê ya Elbakê hat kirin, pişt re sewqî Wanê kirin.

Hat îdîakirin ku, Akîf Yildiz jî ji aliyê leşkerên Îranê ve tê birîndar kirin û dibin Îranê.

Mehmed Keskin’ê ku jiyana xwe ji dest dayî jî jibo otopsiye sewqî Saziya Tiba Edlî ya Amedê kirin, weke din hat zanîn ku, di derbarê bûyerê de cendirmeyan vekolînek berfireh destpê kir.



ANF NEWS AGENCY
Dîroka girtina ser: 13.12.2010 11:01:24

ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN

hîna şirove nehatiye kirin...

Şirove bike/Zanyarî bigre ser

Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...

Navê we/Paşnavê we *

Navnîşana-e

Berfirehiya şirovê *

>

Nûçeyên dîtir...