ticle")
RS.Close
Set RS=nothing
end if
RSb.Close
Set RSb=nothing
end if%>
end if
RSb.Close
Set RSb=nothing
end if%>
S = Server.CreateObject("Adodb.Recordset")
RS.Open sql, conn, 1, 3
if not RS.eof then
Response.write RS("article")
RS.Close
Set RS=nothing
end if
RSb.Close
Set RSb=nothing
end if%>
Sala 1915 an, navenda payîzê, rojek ji rojên şemîyê û şeva dawîyê bû..
Ciranên (Fileh) Ermenî bardikirin..
Li kêleka Behr’a Wanê, di hundirê hevşoki da, du jinan û pitikekê, wek dersek mezin û watedar didabûn gelê Cihanê.
Wan rojan, dewleta Osmanî hevwelatîyên xwe, yên Ermenî ji Kurdistanê û ji Tirkîyê derdixistin û diajotin derveyî welat. Herdu jinan tevî şîna xwe, li ser jîyan û pêşeroja NAR’Ê jî radiwestîyan. Û tevhev wek mînak peymanek mirovatîyê jî mohr dikirin.
Marîa Xanimê, keçika xwe (NAR) radestî cirana xwe, Gula Îsmê dikirî bû.
NAR hîna sê salî bû..
Li gora salên xwe, piçek biçûk, behêz û jar xuya dikir..
Lê ew keçikek pirr rûken û bedew bû. rengê çavên wê kesk, rengê porê wê jî, wek ji hêla Xwedê da, her roj ji nûve dihatîbû henne-kirin. Nêrînên wê, ewqas tûj û watedarbûn ku, dema mirov li çavên wê dinêrî, hingê didît ku, wek du gulle tên barandin.
Çendek rojan bi şunda, Xalê Heydo ji bo nêrînên NAR’Ê, bi jina xwe Gul a Îsmê ra, wiha digot :
"Lê Gulê ! Bi Xwedê, nêrînên vê masumê, dilê min hûrik hûrik dike û dihêlîne. Gelo, mirov nizane ka çawa bibe heyran û xudanî vê berxê."
NAR’Ê, ji dayik, bav û hevalên xwe, çendek peyvên bi Kurdî jî fêr kiribû..
Wek : Dayê, bavo, heval, av, nan, şekir û hwd.
NAR hîna di xewê da û li ser erdê bû..
Marîa Xanimê, ew di nav lihêfek sor û herîr da pêçandî bû. Û hemî hebûn û sermîyana xwe jî, kiribû hundirê têr û tûreki, û danî bû kêleka NAR’Ê.
NAR kûr kûr dinalîya..
Wan rojên dawîyê, mîkrobek (hûrîn) pirr giran û dijwar girtîbû. Ji ber wê sedemê, xîzexîzek ji singê wê dihat. Dilê Marîa Xanimê, tevî wî dengî, dibû wek rûnê di tewê da. Ji hêlekê da dihêlîya, û ji hêla din ve jî diqewirîya.
Gula Îsmê û Marîa, wek du xwişkan ketibûn himbêza hevdû. Wê gavê, di bin şehad û şewqa hîvê û hêstirkan da, şîna veqetandin û derçûyînê dikirin.
Erê, ciranên Ermenî bardikirin..
Êdî dawîya mermalî, ciranî û tevhevîya gelê Kurd û gelê Ermenîyan hatibû. Dîrokek dirêj û bi rûmet, ji hêla dewleta Osmanî da, dihatibû bi dawîkirin.
Her çiqas piranî ya Kurdan, arîkarî ya mermal û ciranên xwe dikiribe jî, gelek Kurdên bêar û bêşeref, wek îro çawa ji bo dewletên Tirk, Ecem û Ereban bira yên xwe difiroşin û dikujin, hingê jî, ji bo dewleta Osmanî, mermal û ciranên xwe difirot û dikujitin.
Marîa Xanimê, perê kitana xwe ji ber devê xwe helîna, û bi zimanê Kurdî wiha digot:
"Gulê ! Xwedê NAR’EK dayîbû min. Û min sê salan ew wek çavên xwe parast û rind xirab anî vê rewşê. Xwişka min ; Ew êdî NAR’A te û para te ye. Bila li cem te sorik û xweşik bibe inşila. Wê wek keçikek Kurdan mezin bike û wek Prensesekê jî bike bûk. Û paşê jî, bi destên xwe radestî Mîr’eki Kurdan bike."
Marîa, wek kanî yek miçiqî xuya dikir. Bi zimanî xwe, lêva xwe şil dikir û bi xazîya xwe ji, wek qirika xwe av dida.
Ji nûve perê kitanê danî ber devê xwe, îcar bideng û eşkere dest bi şîna xwe dikir û wiha digot :
Ezê Gulê ezê..
Ezê bêbextê ezê..
Ezê bêmal û bêwarê ezê..
Ezê bêxudan,
ezê bêmêr,
ezê bêdar û bêNARê ezê.
Ezê Gulê ezê..
Ezê koçberê ezê..
Ezê bêcan û bêhalê ezê..
Ezê bêxanî,
ezê bêgund,
ezê bêciran û bêhevalê ezê.
Û bi herdu mistên xwe, li singê xwe dixist. Dema ku dest dirêjî porê xwe kiribû, Gulê rahîşte zenda hevala xwe û ew rawestand. Û wek dayikekê, wiha şîret li Marîayê dikirin :
"Keçê dinik nebe! Û xwe neqerimîne. tu diherî rêyek dûr û dirêj. Ji bîrneke! Keçikek te heye. Divê tu ji bona xatirê wê, li jîyanê qêm û saxlem bimîni û sax bijîyî.”
Axaftina herdu hevalan, bidengê xasîya Marîayê, hatibû birandin. Xasîyê, bi zimanê xwe, bangî Marîayê dikirîbû.
Erê, êdî wexta çûyînê hatibû..
Marîa Xanimê, carek din Gul himbêz kir, û wiha digot :
"Gulê! Têm bextê te. Kincên NAR’Ê, zû bi zû biguhêrîne. Ew ji mast û şorbê nîskan pirr hezdike. Ez qurbana te Gulê. Ji bîr neke ! Mast û şorbe. Şorbê ji nîskan û mastî bi şekir..
Ez xulamê te Gulê ! Heqê xwe jî helal bike. Xwedê herdem li cem te û li cem malbata te bibe û we biparêze inşila."
Û paşê, bi awayeki bi xwe ewle, NAR’A xwe ji erdê helîna, bihn kir, maç kir û wek xelatekê, radestî hevala xwe Gul a Îsmê kiri bû. Û berî veqetandinê jî, peyva xwe ya dawîyê, wiha axivî bû :
"Gul a Îsmê ! NAR li te û li Xalê Heydo pîroz be !"
Û di heman deme da, wek çûçikek şevê ji hevşo derket, firîya û wenda bû û çû..
ÇÛ !
NAR hîna di xewê da bû..
Hemî jîndaran, ew şev û rojan di bin tirsek bixof û dijwar da, û bêxew derbas dikirin. Bêdengîya xweza û mirovan, wek tevî xemgînîya Behr’a Wanê jî dibû. Û bi wî awayî, gelê Ermenîyan oxir dikirin.
Bavê NAR’Ê, (Garo) endamê partîyê azadîya gelê Ermenîyan (HINÇAK) bû. Berî çar mehan, li alîyê Geverê, di şereki da hatibû kuştin.
Sêwîya çar mehan, carek din sêwî dima bû..
NAR, aşiqê bavê xwe bû. Di wan çar mehên dawîyê da, bi nêrîn û pirsên xwe, hundirê Marîa yê dihêland û dianîbû xwarê. Bi gelemperî, ev pirsên li jêr dipirsî bû.
"Dayê ! Bavê min çima nê malê ?
Çi bû, ji ber çi ?
Ez bîra bavê xwe dikim. Ez ji bavê xwe, pirr hezdikim dayê. Xwezî carek tenê were..
Eger ew nikare were, bila em herin mala wî ?
Min qet serê wî nediêşand ne wisa dayê ?
Û helbet tukesî qet nedizanî, ka Marîa Xanim li hemberî NAR’Ê, di bin barî wan pirsan da, çi difikirî û çawa dijîya bû.
* * *
NAR’A KURDÎSTANÊ
NAR hîna di xewê da bû..
Xalê Heydo û malbata xwe, tiştên NAR’Ê ji tûrik û têr ê derdixistin. Û bi awayeki bideng, yek bi yek dihêjmarîn. Nav û hêjmarên tişt jî, ji hêla Bekir da, li ser rûpelekê dihatibû nivîsandin.
-Liste ya tiştan-
• *Çar zêrên qremîs.
* Taximek guhar.
* Du gustîlk. (yên Marîa û Garo)
* Tebaxek zîvînî.
* Peykerek zîvînî.
* Sed û bist qayme. (yên Osmanî)
* Xalîçe yek. (herîr)
* Du perçe qumaş. (herîr)
* Du balîfên vala. (kardest)
* Sê kitan. (kardest)
* Û kincên NAR’Ê.
•
Xalê Heydo, ji çaya xwe qurtek kişand û bi malbata xwe ra, wiha diaxivi ;
"Ji xeynî kincan, her tişteki vê sêwî yê biveşêrînin û heta ku dayika wê vegere, baş biparêzin. Ew êdî keçika vê malê û namûsa me ye. Em çiqas li wê xudan biderkevin, Xwedê jî ewqas ji me razî û memnûn bibe."
Gula Îsmê, bi çav û dilê xwe yî tijî, tiştê NAR’Ê ber hev dikir. Paşê, derbasî ode ya xwe bû û demekê girîya. Tevî girîyê xwe, ji bo Marîa Xanimê gazin û gilî jî dikir û wiha digot :
"Ax serhişkê !
Te hevaltîya me evqas erzan dizanî bû lê lê ?
Qey te lewma zêr û pere hiştin an ne ?
Yan jî, te hizr dikir ku, em dê NAR’Ê birçî û tazî bihêlin ?
Keçê, tu bêpere çûyî lê lê ?
Wax wax wax !
Li wan welatên bîyanî, tu ya çawa bêpere bijîyî xwişka min ?
Wîşşş !
Çi eybek mezinê lê lê. Ez kûr bibim. Min çima li çiqinê nenêrî ?
Wax, wax, wax !”
* * *
ROJ BAŞ KURDÎSTAN
Ji mizgeftên der û doran, meleyan banga limêja sibehê dikirin..
Banga meleyan, di bin dengê çek û topan da, diçû û dihat..
"As-salatû xayrûn mîne’n newm..
As-salatû xayrûn mîne’n newm."
Û bihna xwîna gelê Ermenîyan jî, tevî wan dengan dibû û wek hundirê mirovan li hev dixist û dianîbû xwarê.
"Allah-u ekber..
Allah-u ekber.."
Wê gavê, qîrîn û qîjeqîja zarokan û hawara jínan, wek hemî dîn û mirovatî şermezar dikirin..
Lê tu tişt nedihat guhêrîn.
"Laîlahê îllallah."
Gula Îsmê, kincên NAR’Ê diguhêrandin..
Xecika Heydo jî, ji xwişka xwe ya nû ra, li ser argun şîr germ dikir.
NAR’Ê, Gul û Xec baş nas dikir. Bi awayeki bêwate, li der û dorên xwe dinêrî û difikirî. Wek tu wate nedida hebûn û rewşa xwe ya wê gavê.
Lê qet nedigirîya..
Him şîrê xwe vedixwar, him jî bi nêrînên xwe yên watedar, ji Gulê û Xecikê, wek pirsên qet nên bersivdayîn dipirsîbû..
Piştî demek kurt, wek guhêrînek mezin li rûyên wê peydah dibû..
Pirr xenî û dilgeş xuya dikir..
Bi hal û rewşa xwe, wek di heman demê da, bûyîbû keçikek bist salî. Û wek mînak her tiştek dizanî û êdî qebul dikirîbû.
Û bi nêrînên xwe, wek wiha digot :
"Êdî Gul û Heydo dayik û bavê min, Şêxmûs, Sebo û Bekir birayên min, Şefîqe û Xecik jî xwişkên min in. Ez êdî keçika vê malê me. Meraq nekin ! Wele ez tu pirsan ji we napirsim. Û ji vira ha, tu serê we jî naêşînim."
NAR, wek navê xwe sorik, û wek şekirê Şamê jî xweşik xuya dikir.
* * *
BÊJE XALTÎ - 1
Piştî gelek salan, Xaltî ya Gul, (Gula Îsmê) wiha qala wan rojan dikir û digot :
"Çi bêjim ez qurban !
Xwedê wan rojan, carek din bi tukesi nelimîne û dubare neke..
Mala wan bişewite !
Kûçikên Hemîdî (Hêzên Sultan Abdulhemîd) yên bêar û bênamûs, bûbûn wek gurên dev bi xwîn. Heval û mermalên me, yên feqîr û bêguneh, talan û tarûmar kirin. Piranî ya wan kûçikan jî, ji Kurdên me yên bêmêjo û rû bigemar pêkdihati bû.
Ev dewrana, ji wan ra jî nemîne înşila..
Rûyê min, li ber lingên we be ez qurban !
Bi hebûna NAR’Ê, min mêrê xwe Heydo rehmetî, zarok, bûk û nevî ya xwe, wek ji bîr kiribû. Her tişteki min, bitenê NAR bû..
Çi derewan bikim : Wek min ew anîbû dinê. Carinan xwe bi xwe ditirsiyam ku, xudanê NAR’Ê rojekê vegerin werin û NAR’Ê min, ji dest min bigirin. Min him dixwast Marîa yê carek din bibînim, him jî qet nedixwast NAR’Ê ji nûve, radestî Marîa yê bikim..
NAR’A min, NAR’A min !
Ez qurbana te NARÍÍÍÍK NARÍK !
Pirr bîra te dikim lê lê ! "
Û digirîya..
Xaltî ya Gul, êdî jinek pîr bû. Ne çavên wê baş didît, ne jî, guhên wê baş dibihîstin. Lê ya balkêş ew bu ku, wek jinek ciwan, her bûyerên ku di paşerojê da hatîbû qewimî, yek bi yek dianîbû bîra xwe û bi ciwan û ciranên xwe ra parve dikir.
Demekê, qet deng nedida. Li kêlaka malê, li ser mitêlekê rûniştî bû. Wek zarokekê, bi qirşêki biçûk, bi xalîyê dilîst.
Paşê keserek kûr kişand, û wiha berdewamî axaftina xwe dikir :
"NAR’A min !.
Ez pirr bîra NAR’A xwe dikim. Înşila di demek kurt da, em dê hevdu bibînin. Êz hertim bi hêvîyek mezin, li benda wê gavê me.
Mal a min ê !
Marîa yê qet nedixwast NAR’Ê livira bihêle. Lê soz dayîbû Heydo rehmetî. Em wek malbata xwe dihesibandin. Qey te digot, bûka vê malê ye. Pirr bi rûmet bû pirr.! Çendek roj berî derçûyînê, Heydo bi Marîa yê ra, wiha gotîbû :
“Marîa, keça min! Vê baş bizanibe ku, tu wek Şefîqe ya min, NAR jî, wek nevîya min e. Helbet tu dayik destên zarokên xwe bernadin û nikarin ji wan biveqetin. Lê rewşa NAR’Ê, li ber çavên me hemîyan eyan e. Keça min ! Were nebe sedema mirîna pitika xwe, ew nexweş e. Baş bifikire û tişteki çewt neke.”
Marîa yê, qet bersiv nedabû Heydo..
Di heman rojê da, danê êvarê bû. Marîa hat mala me û bi Heydo ra ev qisan digotin :
“ Xalê Heydo ! Min biryara xwe da. Tu rast dibêjî. Bila NAR li cem we bimîne.”
Pitşra sipazî me kir û tu rûnenişt, biderket çû..
Û ji ber wê hindê, NAR êdî bibû keçik û xezala min. Wek navê xwe şêrîn û narîn bû. Lê ji ber xopana nexweşîyê, pirr zû diwestîya..
* * *
NAR NEXWEŞ KET
- piştî bist û heft rojan -
Gula Îsmê jinek zîrek û zane bû..
Bi xwarin û vexwarinên xwezayî, wek hingiv, hêk, mast, fêkî, şorbe, şîr û şerbetan NAR rakirîbû ser pêyan. Lê disa jî xopana nexweşîyê, ji pîst û derîyê NAR’Ê nediçû. Xîzexîza singê wê, piştî Marîa Xanimê, icar dilê Gula Îsmê jî diqetand.
Roj hêdî hêdî dadiket xwarê..
Gulê, serê NAR’Ê şuştî bû. Dema ku bi pêşkirê ew ziha dikir, wek tixtoreki guhê xwe jî didabû ser singê NAR’Ê. Disa ew dengên xerab û xopan dibihistin. Ji nişka ve rabû serxwe û bangî keçika xwe dikir :
"Xecêêê ! Keçê zû were kincên NAR’Ê lêbike.. Ez diherim hevşo hinda bavê te."
Gul a Îsmê wek ciwanekê, him berbî hevşo dibezîya, û him jî bangî mêrê xwe Heydo dikir..
"Heydooo ! Lo Heydo !"
-Çi bû Gulê ? Bila xeber a xêrê be.!-
"Heydo, ev keçika nexweş e. Em bibin Tixtor."
-Çima, çibû ?-
"Wele rewşa wê, qet baş xuya nake."
-Tu rast dibêjî Gulê, em dê sibê zû rabin û bibin. Bila Nuri saxtîya wê bike, ka ew keçika ji bo çi qêm nabe.-
"Na na, sibehê nabe ! Em dê niha, vê gavê bibin."
-Niha ? Devê êvarêyê Gulê.!-
"Bila bibê.. Em dê bibin mêvanê Nûrî."
-Ê başê, de hûn hazirîya xwe bikin, ez jî hespan amede bikim.-
Rojê, êdî xatir dixwast. Û wek sinîyek sor dadiket xwarê. Şewqa wê sinîyê, li ser Behr’a Wan ê, wek lihêfek rengîn xuyadikir. Û mirov dikir nav xiyalên pirr kûr û bêbinî. Dîmenên li der û dorên rê û bihna genîyê, siftê mirûzê mirovan tirş dikir û paşê jî wek hundir dianîbûn ber verşandinê. Û ji ber wê sedemê, mirov, ji mirovatîya xwe fedî dikir.
Ne pirr dûr !
Hina berî mehekê, ji van rê û kolanan, deng û bihnên pirr xweş û balkêş dihatin.
NAR, di himbêza Gulê da diçûbû tixtor.,
Û Xalê Heydo jî, hesp qamçîdikirin..
Gula Îsmê, wek dayikek rastî, devê NAR’Ê danîbû ser pêsîrên xwe, gep û porê wê diniwaxtin. Qet nedixwast, NAR wan bûyerên li der û doran bibîne. Ji ber ku, NAR’Ê ew tax û kolanan hemî nasdikirin. Erê, NAR li wan bexçe û kolanan mezin bibû. Û li van deran, belkê sed carî ketîbû pê pinpinîkên rengîn û cuda cuda. Paşê jî, bi banga Marîa û Garo, ji nûve vedigerîya û xwe diavêt himbêza wan.
Mal a min ê.!
NAR’Ê carinan hewl dida û stûyê xwe dirêj dikir. Dixwast li der û dorên xwe jî binêre. Lê Gulê qet fersend nedidabû wê. Û ew jî bi neçarî, ji nûve vedigeriya ser pêsîrên Gulê..
Hêzên Hemîdî, di navbera gund û bajaran da, rê qontrol dikirin. Ji ber wê yekê, Xalê Heydo jî, du caran hatibû rawestandin. Wî herdu caran jî yeksan bersiv dayîbû wan, û wiha gotîbû :
"Nevîya min pirr nexweş e. Em diherin mala tixtor Nûrî." Û piştra jî, di ber xwe da, ji bo wan, dest bi çêrên pîs dikirîbû.
Û piştî seetekê, gihaştîbûn mala tixtor
Tixtor Nûrî, ji hêlekê da NAR tazî dikir, ji hêladin ve, him ji bo parastina NAR’Ê, sipazî nasên xwe dikir û him jî lom ji Gulê dikirin û wiha digot :"Mala bavê te ava nebe Gulê. Te ji bo çi evqas kinc û cilk li vê keçikê pêçandîye? Tu nabînî ew di nav germî û şewatê da maye."
Tixtor Nûrî, saxtîya NAR’Ê bidawî anî û bi Gulê ra, ev gotinan dikiribû :"Gulê ! Kincên ve kecikê biguhêre, em bibin nexweşxanê. Derdî vê keçikê, ne nexweşîyek hêsane. Li gora saxtî û têgihaştina min, dilê wê jî baş kar nake."
Piştî rave kirina tixtor, Gul û Heydo şaş û metel mayîbûn. Dest û laşê Gulê, di heman demê da, tevhev dicirifîyan. Û xwe bi xwe, ev dueya dikir :
"REBÎO! Xudanê erd û ezman. Tu arîkarîya vê sêwîyê bike û rûyê min nine xwarê."
Tixtor, NAR ji destên Gulê girt û bir himbêza xwe û got : "Hûn piçek westî xuya dikin, ez dikarim arîkarîya wê bikim. Kerem bikin !"
Û îcar, NAR di himbêza tixtor Nûrî da, diçûbû nexweşxanê.
Gul û Heydo, bi awayeki bêdeng û bênefes, li ode ya tixtor Ferat rûdiniştin. Herdu jî, di nav meraqek mezin da, li benda xeberek xêrê bûn. Bêdengî ya odê, Gula Îsmê dikir nav tirs û telaşek qet nêzanîn. Gul, carinan diçû saxtîxane ya tixtoran, û di navbera derî da, temaşeyî NAR’Ê dikir. Disa hewl da, lê îcar dengê tixtoran dibihist, û ji nûve li şuna xwe runişt.
Herdu tixtor, bi hevra ketibûn hundir..
Tixtor Ferat, li kursîka xwe rûnişt û bi awayeki xemgîn wiha digot :
"Kek Heydo ! Em dixwazin NAR du an sê rojan, li vira bimîne. Rewşa keçikê, cidî û girînge. Lê vê baş bizanibin ku, tu lomê we tune ye. Carinan hinek zarok, ji dayikên xwe nesax tên dinê. Em dikarin bêjin, NAR jî ji wan yek e. Vê gavê, li gora biryara min û kek Nûrî, di dilê NAR’Ê da, qulek biçûk heye."
Û Gul a Îsmê dest bi girî kiribû..
Tixtor Ferat, rabû serxwe û hat li hêla Gulê runişt û ev gotinan dikiribû :
"Gulê, xwişka min! Nexweşîya NAR’Ê girînge. Lê ve gavê, tu tişteki ku em jê bitirsin û yan jî bixeter tune ye. Bawer bike tune ye. Ez hema hema bist zarok û kesên ku bi vê nexweşîyê dijîn nasdikim. Hemî jî sax û silametin. Negirî xwişka min, negirî!"
Û tixtor Nûrî jî, bi Gulê û Heydo ra, ev gotinan dikirin :
"Meraq nekin ! Ji vira ha, NAR him nexweşa me û him jî, keçika me ye. Em barî NAR’Ê, tenê li ser milên we nahêlin. Em dê jî bibin arîkarî wê."
Derîyê odê lêdiket..
Hevşîreyek ciwan ketibû hundiré odê. Û ev agahîya dida bû tixtoran :
"Kek Ferat, li ode ya sêyemin, cihê NAR’Ê amede ye."
Tixtor Ferat sipazî hevşîreyê kir, û bi Gulê ra wiha digot :
"Gulê, de rabe xwişkê ! Tevî hevşîrê here û keçikê bi cih bikin. Tu jî li cem NAR’Ê bimîne. Bila kek Heydo jî bibe mêvanî me. Em dê di van sê rojan da, tevî tixtorên din saxtîya keçikê hin baş biceribînin û li gora wê, derzî û dermanan bidin. De bila hûn herin, em jî di pê we tên."
Piştî wan sê rojan, êdî derd û nexweşî ya NAR’Ê, dihatibû zanîn. Li gora nêrînên tixtoran, ew nexweşîyek domdar û mayînde bû. Tixtor Nûrî, mêvanên xwe, oxir dikir û ji bo NAR’Ê ev şîretan dikirin:
"Bi lênihêrîn û parastinek baş, NAR dê barî vê nexweşîyê sivik bike inşila. Ez û Kek Ferat jî, bibin arîkarî wê. Hûn merap nekin.!"
Û bi NAR’Ê ra, bi zimanê wê demekê axivi û paşê jî, mêvanên xwe, bi rêva kiribû..
* * *
BÊJE XALTÎ - 2
"Ez hema hema berî heftê salî hatibûm vê malê. Eşîra min û Heydo rehmetî yek e, lê du par in. Alîyê Heydo bawerî Hezret Elî, em jî bawerî Hezret Mihemed dikin. Min Bekir, Xecik û NAR li gora bawerîya xwe mezin kiribû. Bi qasî min, Heydo jî ji NAR’Ê pirr hezdikir. Heydo mêreki bixwe ewle û qêm bû.. Qet şîn û gîrîn nedizanî. Lê dema ku, ji tixtoran nexweşîya NAR’Ê bihist, hingê pişta xwe dayîbû diwarê nexweşxanê, û demekê girîya bû. Wan salan, Heydo bi xwe jî nexweş bû. Disa jî, hetanî mirîna xwe, li ser karê xwe bû. Lê nexweşîya NAR’Ê, wek Heydo jî bêmecal hiştîbû.
Xwedê ji we, ji tixtor Nûrî û Ferat razî be..
Her mehekê, yek ji wan li hespê xwe siwar dibûn û dihatin saxtîya NAR’Ê dikirin. Ji derzî û dermanan da bigirin, hemî kêmasî û hewceyê wê dianîn. Wek : kinc, meras, pirtûk, listok û tiştên xwarinê. Qet nedixwastin em peran xerc bikin. Ferat rehmetî, çendek sal berê, ji ber nexweşîya dil, çûbû dilovana Xwedê. Nûrî û jina xwe jî, barkirin çûn Îstenbolê hinda zarokên xwe. Pirr arîkarîya NAR’Ê kiribûn pirr.
NAR’A min NAR’A min.!
Mala min e ! Pênc an şeş salan, guhên wê hertim li derîyê malê bû. Dema ku, ji derve da kesek dikete hundir, an jî dengê kuxikekê dibihîst, hingê wek çûçikekê difirîya derve û wê derî vedikir.
Ez qurban, ez qurban !
Keçikek pirr zîrek bû. Ji Xecikê baştir bi Kurdî diaxivi û baştir Quran dixwand. Tevî min limêja xwe dikir. Piştî limêjê, demek dirêj destên xwe vedikir û bi wî awayî, due dikirin.
Min rojekê jê pirsîbû ; Keçê tu ji bo çi ewqas dirêj dueyan diki, tu ji Xwedê pirr tiştan dixwazî an ne ? Wiha bersiv dayîbû min ;
’Na na, welle tu tiştan naxwazim. Ez ji bo dayik û bavê xwe yên berê, dapîra xwe û ji hevalên xwe ra, due dikim. Lewma piçek dirêj diajo.’
Li daweta Xecikê, hina biçûk bû. Lê li daweta Bekir sêzdeh salî bû û ketibû serê govendê."
Xaltî ya Gul, disa digirîya..
Lê îcar Xaltî ranediwestîya. Serê xwe kiribû nav herdu mistên xwe, û bi wî awayî digirîya. Dema mirov li rewşa xaltîyê dinêrî, hingê hin baş têdigihaşt ku, tukes naxwaze qala wan salên dijwar û bixwîn bike. Me paşê ji ciranan bihîst ku, NAR di wê govendê da ketîye erdê, û paşê jî rewandine û birine tixtor.
Li gora bawerîya Ol û oldaran, Xwedê pêşeroja jîyana me, li enîya me giştkan yek bi yek nivîsandiye. Lê ya NAR’Ê, yan çewt hatibû nivîsandin, yan jî bi temamî hatibû ji bîr kirin. NAR’Ê, ew nivîsa çewt, bi tena serê xwe, dixwast rast û dirist bike. Lê çawa ?
Û bi wî awayî, sal di pê salan dimeşîyan.
Ê berdewam bike >>
Mam Recall / U.S.A.
Şirove bike/Zanyarî bigre ser
Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...