Li Merîwanê binçavkirina Kurdan berdewam dike LI MERÎWANÊ BINÇAVKIRINA KURDAN BERDEWAM DIKE

Li Merîwanê binçavkirina Kurdan berdewam dike




Pêla binçavkirinê ya li gundên bajarê Merîwan li Rojhilatê Kurdistanê dewam dike. Piştî binçavkirina 4 kesan li gundê Gogce beriya beriya bi çend rojan, ji heman gundî 3 kesî din jî ji aliyê hêza îdareya Îtla`atê ve hatin binçavkirin.

Li gorî raporta binpêkirina mafên mirov li Kurdistanê, li Merîwan û gundên wê, di 3 mehên dawî de, herî kêm 30 çalakên siyasî, medenî, çandî û wêjeyî hatine binçavkirin ku çarenivîsa gelekan ji wan nayê zanîn.

Li gor vê, herî dawî, 29ê Mijdarê li gundê Gogce 3 kesên bi navê Rehman Razxedîw, Mecîd Meryemî û Ebdullah Raygan ji aliyê hêzên sîxurî yên pasdaran ve hatin binçavkirin û veguhestin girtîgeha eskerî ya bajarê Merîwanê...

Hefteya bûrî jî ajansa Firatê ragihandibû ku ji heman gundî 4 kesên bi navê Îbirahîm Silêmanî, Bûrhan Razxedîw, Hemîd Meryemî û Umîd Nûrî ji aliyê hêzên ewlekariya rejîmê ve hatibûn binçavkirin ku ji hingî ve nayê zanîn ew veguhestine ku derê.



ANF NEWS AGENCY
Dîroka girtina ser: 03.12.2010 11:38:57

ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN

hîna şirove nehatiye kirin...

Şirove bike/Zanyarî bigre ser

Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...

Navê we/Paşnavê we *

Navnîşana-e

Berfirehiya şirovê *

>

Nûçeyên dîtir...