Hevpeyvîn// Hevpeyvîna Mesûd Ozil bi Çapa Ispanî re HEVPEYVÎN// HEVPEYVÎNA MESÛD OZIL BI ÇAPA ISPANÎ RE

Hevpeyvîn// Hevpeyvîna Mesûd Ozil bi Çapa Ispanî re




-Ev hevpeyvîna berfireh ji aliyê Netkurd ê ve hatiye wergêrandin û ji malpera Netkurd hatiye girtin-

Mesûd Ozil piştî antremana xwe ya ewil hevpeyvînekê da medya resmî a Real Madrîdê. Nîqaşên li ser koka Mesûd Ozil berdewam in. Tirk di manşetên rojnameya de diyar dikin ku ew tirk e. Kurd jî dibêjin ew kurd. Ji ber ku wî piştî maça Ganayê di hevpeyvîneke bi televîzyona ZDFê de gotiye ku" ez bi kurdbûna xwe serbilind im"





Televîzyona Real Madrîdê bi Mesut Ozil re hevpeyivînê dike



Li jêrê em hevpeyvina ku televîzyona Real Madrîdê îro piştî antremana ewil bi Mesûd Ozil re çêkiriye diweşînin.


Mesûd Ozil kurd e an tirk e? Heke hûn hevpeyivînê bixwînên ew dibêje ku ew çi ye.

...

Antremana te ye ewil a bi Real Madrîdê re çewa derbas bû?


Bi rastî jî pirr xweş bû. Min hemû lîstikvan û antrenor dîtin. Ez gelekî kêfxweş im ku ez li vir im. Wer xuya ye gelek tiştên xweş hene. Hewa xweş e. Lê perwerde ji wezîfê zêdetir e.


Wek lîstikvanê Real Madrîdê behsa roja xwe ya ewil bike. te çi kir?

Ez ji balafirxaneya Dusseldorfê zû derketim û saet di 11.00an de gihîştim Madrîdê. Wextê min zêde tune bû ez îstirhetê bikim. Lê ez kêfxweşim ku ez beşdarî civîna xwe ya ewil bûm. Ev tîm û ev klûb ya çaktirîn e. Tiştên ku heta nuha min dîtin pozîtîf in û ev jî min kêfxweş dike ku ez li vir im. Bi awayekî hêsan min tecrubeyeke baş girt.






Antremana ewil ya Mesûd Ozil a di Real Madrîdê de


Tîmên ewropa yên din jî te dixwestin. Çima tu hatî Real Madrîdê?

Bi baweriya min Real Madrîd tîma çaktîrên ya cîhanê ye û futbilîzê çaktirîn yên cîhanê jî li vir in. Wek Crîstiano Ronaldo, Kaka û yên din. Ez kêfxweşim ku li vir ez bi wan re me. Ji alî din ve ez serbilind im ku antrenorekî min wek Jose Mourinho di tîmê de ye. Bi rastî jî sedem ev in ku ez li vir im. Ew antrenorê çaktirîn yê cîhanê ye. Ji bo min imtiyaz e ku ez bi wî re kar bikim.

Beriya tu werî vir şansê te çêbû tu bi Mourinho re bipeyivî. Wekî din tu bi kesî din re jî peyivî?

Erê ez bi Mourinho re peyivîm. Min got "tu çi ji min dixwazî da ku ez di vê tîmê de bikim" Wî got "ez dixwazim tu li vir bî" û loma jî ez hatim vir. Min bi rêya SMSê têkilî bi Khedira jî danî Ji ber ku ew take futbolîz e li vir ez nas dikim. Yên din jî min roja ewil nas kirin


Khedira behsa çi kir?

Wî got ez dixwazim tu werî vir. Go klûb herîqa ye û pê re jî hem hewa û hem jî Madrîd gelek xweş e. Wî got hemû futbolîz gelek baş in û wextê wî yê baş jî hebûye. Nuha ez li vir im û ez bi çavên xwe dibînim.

Tu nuha lîstîkvanek 21 salî yê klas ê cîhanê yî. Behs bike tu lîstikvanekî çewa yî?

Ji bo min zehmet e ez bersiva vê bidim. Dikarim bêjim ku dema top bi min re be ez gelek lezgîn im. Kontakta min a bi topê re baş e û teknîka min a dîtina pozîsyona jî baş e. Ez ji Tîmleyiz (lîstika bi hev re (takim oyunu) hez dikim. Ew kesên ku lîstika min dizanin, dizanin ku ez çewa jî dileyizim. Ez gelek kêfxweşim ku ezê îspat bikim ku ez lîstikvanê Real Madrîdê me. Ez dixwazim gel qezenc bike dema li min temaşe dikin.

Te hem di Bundeslîgayê de û hem jî di lîga neteweyî de gol avêtin. Her weha te alîkariya futbolîzê din jî dikir. Dixwazim zanibim tu yê van li vir jî bikî?

Erê, min golên xweş hem li Werder Bremen û hem jî di tîma Almanyayê de avêtin. Ev ji bo min dibe banga qada dualoyê da ku ez li vir jî heman tiştan bikim. Dixwazim navdarbûnê qezenc bikim û alîkariya tîmê bikim da ku dawiya sezonê em wê derxin armanca herî bilind. Ez bawer im em dikarin beşek zêde ji vê îsal biafirînin. Hemû tiştên pêwîst in hene û ez dixwazim em di La lîga de bibin şampiyon û Qûpa Lîga şampiyonan jî qezenc bikin.


Divê tu zêde kar bikî da ku bikaribî di vê tîma bi kalîte de bileyzî?

Ez natirsim. Ji ber ku heman tişt di Werder Bremen de jî hebûn. Bi baweriya min ev tiştekî normal e. Ez ê çi ji destê min bê bikim û antrenor çi bêje ezê wê bikim.


Nuha 5 hevalên ku tu yê bi wan re bileyîzî di dema maça Spanyayê de raqîbê te bûn. Li ser wê maçê tu bi wan re qet diaxivî?

Maçek gelek xweş bû. Divê ez qebûl bikim ku Spanya heq kiribû wê rojê qezenc bike û her wisa Şampiyonatiya Cîhanê jî. Ew tîma çaktirîn ya şampiyonatiyê bû. Ez tenê dikarim wan pîroz bikim.


Ferqa La lîga û Bundesligayê pirr e. Te qet li maçên lîga Spanayayê temaşe kirine.

Erê. Ez her gav li Derbyya temaşe dikim. El clasico, maça navbera Valencia?û Real Madrid. Lê ji ber ku rojên ku maç hene ez jî di maçan de me, nikarim zêde temaşe bikim. La Lîga çaktirîn lîga cîhanê ye û loma jî ez li vir im.

Ferqa stîlan çi ye?

Li vir lîstik tund tê leystin. Wekî din lîstikvanên çaktirîn jî li vir in wek Ronaldo û Kaka.

Hinekî behsa xwe bike?

Ez ji heval û malbata xwe hez dikim. Dema şansê min çêdibe ez diçim serdana wan. Ez bavê malbatê me û ez gelek caran wext eyar dikim da ku bi wan re bim. Bi hevalan re diçim derve û sînemayê. Lê nuha ezê hinekî ji mala xwe?dûr bikevim.

Malbata te ji Tirkiyeyê ye û tu jî li Gelsenkirchena Almanyayê hatiyî dinê?

Ez?bi koka xwe ya Tirkiyeyê serbilind im. Ez di malbata xwe de generasyona sêyem a alman im û ji ber ku ez li vir mezin bûmê ez xwe wek almanekî hîs dikim. Hevalên min pirr in û ez hîs dikim ku ez aîdî her du aliya me jî. Ez her du gelan jî nasdikim ku diaxwazin ez li Real Madrîdê bim.

Ji bo jiyana te ya nû a li Spanayayê, tu li benda çi yî?

Min dît ku li ser kolana gelek kes hene. Cara ewil ez ew qas kesan dibînim û kêfa min hat. Ecêb e. hewa jî alîkariya min dike ez li vir bim daku Madrîdê jî bikim mala xwe ya nû.

Ji bo Stadyûma Santiago Bernabeu çi dibêjî?

Santiago Bernabeu mezin e û ez bawerim atmosfera maçan ê guhertî be. Ji Satdyûma Bremenê gelek mezintir e.


Di dawiyê de tiştekî tu bixwazî bêjî?

Ez dixwazim bêjim ku her sal li vir ezê bixwazim tiştê herî baş bikim û hem lîga Spanaya û hem jî lîga Şampiyonan qezenc bikin

Dîroka girtina ser: 29.08.2010 23:27:07

ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN

hîna şirove nehatiye kirin...

Şirove bike/Zanyarî bigre ser

Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...

Navê we/Paşnavê we *

Navnîşana-e

Berfirehiya şirovê *

>

Nûçeyên dîtir...