ticle")
RS.Close
Set RS=nothing
end if
RSb.Close
Set RSb=nothing
end if%>
end if
RSb.Close
Set RSb=nothing
end if%>
S = Server.CreateObject("Adodb.Recordset")
RS.Open sql, conn, 1, 3
if not RS.eof then
Response.write RS("article")
RS.Close
Set RS=nothing
end if
RSb.Close
Set RSb=nothing
end if%>

Mîr muzîk, sitiranbêjên ku dê biçine şahiya şeva sersalê ya KurdFM asteng kirin. Sitiranbêj Dîno, Beytocan û Sîmar ji aliyê Mîr muzîkê ve hatine astengkirin.
Radyoya Kurdî ya li ser torê ya ku berî bi salekê dest bi weşanên xwe kirî û hewil dide ku serê sala nû dest bi weşanên zindî bike, ji bo ragihandina radyoyê û destpêkirina bernameyên xwe şahiyekî sersalê li dar dixe. Ji bo vê yekê jî berî bi sê mehan amadeyiyên konserê hatine kirin. Sitiranbêjên sereke Sitiranbêj Dîno, Beytocan,Ibrahim Rojhilat,Sîmar,Şevîn,Sevilay Ekinci,Suat Alîcan û Rênas Mîran ji bo konsera şeva sersalê hatibûn diyarkirin û li gorî vê jî eve sê mehe reklam têne kirin.
Di rojên bihûrî de hate diyarkirin ku Mîr Muzîk bi sê sitiranbêjan re axifiye û gefên xwe li ser wan kirine. Sitiranbêjên ku Mîr muzîk bi wanre axifî , Dîno,Beytocan,Sîmar. Gefên ku hatî kirin jî eve ne:-Eger hun herine vê şahiyê divê hun peywendiyê xwe, têkiliyê xwe ji me bibirin.- Li himber vê yekê jî sitiranbêj ketin nava tengasiyekê de û çûyîna xwe ya vê şehiyê dane rawestandin.
Berpirsiyarê KurdFM Agirî Soran diyar kir ku, ewana bi Dîno re axifîne, bilêta Beytocan ya ji Stokholmê bo Amsterdamê jî wana kirîne, dîsan li gel Sîmar jî axifîne. Di encamde tête diyarkirin ku Mîr muzîk bi hersê sitiranbêjan re axifîye û gotine eger hun herine vê konserê em dê vê yekê li himber xwe wekî helwestek bigrine dest û em vê yekê na pejirînin.
Berpirsiyarê KurdFM Agirî Soran weha got: -Kurdîtî ne milkê kesekî ye û di bin tekela(Nîr û yekdesta) kesekî de nayête meşandin. Mîr muzîk sedemekî wisan diyar nedaye nîşandan. Tenê dibêjin ku em bi Ibrahîm Rojhilat re kar nakin ji ber vê yekê divê hun neçin. Wekî dîtir jî ji bo min gotine Ew Gerîllayekî kevine. Ji ber van sedemên pûç ev sitiranbêjana asteng kirin. Ez jî vê yekê dibêjim. Ez Gerîllayekî kevinim û Ez Kurdekî Nû me. 10 Salan min ji bo gelê xwe şer kir. Bi dehan hevalên min dema ku li ser çongên min can ji dest xwe dan, hêviya wan ew bû ku ez rojekê wana jî bi cîhanê û bi Kurdan bidim nasîn. Ez jî vê yekê dikim. Min deh salan xwîn û xwêhdana xwe da, lê min ne ji bo Mîr muzîkê da. Ji xwe qet heya min ji wana nîne jî. Ez neha jî bi keda xwe kar dikim û perên ku bidest dixim karên Kurdewarî pê dikim. Eve şeş sale firoşgeha min ya Kurdewarî heye muzîkan ji Mîr muzîk dikirim. Eve saleke min radyo vekiriye 15 hezar euro mesrefa min lê çûye. Ezê temenê xwe yê mayî jî bidime xebata Kurdî û Kurdewarî. Lê ez van çeqelan dinasim, dizanim ku hîna nizanin bi Kurdî bi axifin jî. Bi navê xebatên Kurdî bila kesik kurdan dagir neke. Ez xebata xwe ji ya wan hezar carî pîroztir dibînim. Ji ber vê yekê jî eve tenê biyano ne. Çîrokin û çîrokên pûçin. Ez keda xwe dizanim û ez nirxê keda xwe dizanim. Ewana nikarin bi qasî şevekî min ya çiyayên zerzanê, bi qasî seetekî min ya girtîgeha îranê, bi qasî kêliyekî min ya çiyayê zargrosê kedê bidin. Û li Ewrûpa jî bi heman rengî nikarin bi qasî min xwe bidin karê Kurdî. Ji ber vê yekê mafê kesekî nîne ku ked û karên min yên Kurdewarî lê bipirse û asteng bike. Ji xwe karên min berdewamin. Bi hezaran Kurd bi milyonan Kurd yên ku destekê didin karê Kurdewarî hene evana ne bi xêra Mîr muzîkê ne jî di bin tekel û dagirkeriya tu kesî de dibin. Kurd dizanin bê ji bo çi û ji bo kê Kurdîtî dikin, pêwist nake kesik xwe bikê dîk. Ji sersalê ve ez Produktionekî Muzîkê vedikim, wê demê ez naçim Muzîkên Miradê Kinê nadizim ezê wan bi mafê wan çap bikim. Mîr muzîk ne saziyekî wisane ku ez ji bo Kurdîtiyê destûrê jê bixwazim. Di vê cîhanê de ji bo kirina karê Kurdewarî tu sazî nînin ku mirov desturê jê bixwaze.Kurdîtî jiyana mine ez jî vêya dijîm. Em radyoya KurdFM mezin dikin. Em dê Kurdvision an jî pêşbirka muzîka ya mezin jî lidar bixin. Em dê Produktionê jî vekin û Sersalê jî emê bi komekî mezintir û bi hêztir Konsera xwe lidar bixin. Ez bawerim ku dê Kurdên ku ev şahî bihîstî tevde jî werin Konserê. Ji ber ku ez xebatekî Kurdewarî dikim. Ku min bigotaya Dîno, Tarkan, Sezen Aksu, Îbrahîm tatlises tên ez bawerim ku kesekî astengî dernedixist. Lê koma me komekî başe û dê şahiyekî xweş bibihure.-
Şahiya şeva sersalê ya ku KurdFM lidar dixe amadeyiyên xwe bi lezgînî têne meşandin. Şûna sitiranbêjên ku nayêne şevê sitiranbêjên dîtir tên û eve jî di rojên pêş me de dê ji aliyê KurdFM ve dê bête ragihandin.
(rewanbej.com)
Ji bo zanyariyên Konserê hun dikarin vira bi tirkînin.
Mehmet Akbag - 2010-12-25 16:45:13
Sermeki gelki mezeni diji gelé Kurd. Kurd vé kebul nakin.azad azadixwaz - 2010-12-24 12:36:50
dibe go naven hewe MIR bit le bele mir iti li kevnediroka rupela de ma evro ki xizmeta gellexwe bike ew taca sere gellexwe ye bila ev kevnegerillayek bit anji ekiditir fark nine helwesten mir helwesteki kurdayeti nine kurdayeti bi mir despenekir u bi mir ji xelas nabit heke evro mir naneki li avrupa dibinit ewji bi xera sere kevne gerillaye weke agiri ne ez sahsen barez agiri dinyasim kurdeki rasen u be berambere u em dibejin mir prodiksiyon hisyarbe dara li binxwe nebre kurd kurde bere nine hun chi bikin bejin bila ezbeni de hesap ji hewe bete pirskirin un dibejin em li himber dagirkeriyene le bele di mejiyewede dagirkeri heye
Ahmet Serhat - 2010-12-23 10:53:25
kurdfm gûdar dikim. radyoyekî kurdîye û gelek xwese.xizmeta kurdandeye.karê we pîroz dikim. mîr muzîk gelo çi karî dikin. xizmeta kê dikin û çi dikin. eger xwesa wan naçe, ji bo çi bixwe karên kurdî nakin. bo çi şevek çênekirin. Ez mîr muzîk şermezar dikim. û min neditiye ibrahim rojhilat bi tirkî gotiye. her bijî hunermendê kurd ibrahim rojhilat
Sosin Zagros - 2010-12-23 10:48:08
Xizmetkariya Tirkan eveye, Ahmet Kaya ji bi vi rengi hatibû astengkirin. Di sedsala 21. de paşverûtiya mîr muzîk şermezar dikim, Ji xwe helwestên hunermendan qe tiştek na hesibînim ji ber ku eve ne hunermendîye
Dilyar Doz - 2010-12-23 10:45:49
Ev karane karen kiretin. Kesek nikare li peş çanda Kurdi bibe asteng. Gelê Kurd bi zimane xwe bi çanda xwe bi muzîka xwe ve heye. Ew kesên ku bibin asteng dijminatiya kurdan dekin. Ez ji Mir muzik û van sitiranbejan şermezar dikim
Şirove bike/Zanyarî bigre ser
Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...