ticle")
RS.Close
Set RS=nothing
end if
RSb.Close
Set RSb=nothing
end if%>
end if
RSb.Close
Set RSb=nothing
end if%>
S = Server.CreateObject("Adodb.Recordset")
RS.Open sql, conn, 1, 3
if not RS.eof then
Response.write RS("article")
RS.Close
Set RS=nothing
end if
RSb.Close
Set RSb=nothing
end if%>
-Piştî heyşt salan-
NAR’Ê QURAN DÍXWEND
Ji ber nexweşîya xalê Heydo, daweta Xecikê bi awayeki bêdeng derbas bibû.
Xalê Heydo her çiqas li ser pêyan be jî, nexweşîya wî giring û giran bû. Li gora saxitî û ceribandina tixtoran, rewşa wî êdî bêhêvî û neçar dihatîbû nirxandin.
NAR’Ê, wek hevşîreyekê arîkarîya kalo yê xwe dikirîbû..
Piştî çûyîna Xecikê, êdî keçika malê NAR bû. Wan rojan hemî qaxûya karên li malê, wek bitenê ji wê dihatîbû pirsîn.
Hîna yazdeh salî bû. Lê xwe wek keçikek ciwan û hîn mezintir dihesiband. Bi xwe pirr ewle, jîr û bi qîret xuya dikir. Bi wê qîret û rewşa xwe, wek du peyamên giring dida bû malbat û gundîyan.
A yekemin, wek digot : Ez êdî ne zarok im. Ez jî dikarim wek xwişka xwe Xecikê, hemî karên li malê, li derve û li hevşo bikim.
A duyemin jî : Bi qîret û karkirina xwe, wek him sipasî malbatê dikir, û him jî bi rasti ji kalo yê xwe pirr hezdikir. Lewma her şev ji bo saxitîya wî due dikir û lewma sê caran xetim a Quranê bidawî anîbû.
Her şev bênavber berî xewa xwe, hema hema wek mînak ev due yê li jêr dikir û wiha digot :
" REBÎO !
Tu kerem û rehim, xudanê erd û ezmanî. Min di zarokatî ya xwe da, tevî dayik, bav û hevalên xwe, hemî hebûnên xwe yên din jî wenda kirin, û qet tucaran gazinde nekirin. Lê wek tu jî dizanî, Heydo him kalê min û him jî bavê min e. Ew ji ber pişika xwe ya spî pirr nexweş e.
REBÎ’YÊ min ! Tu melhema xwe bişîne û wî wek berê qêm û sax bike. Bila Ezraîlê te qêmîşe wî nebe. AMÎN "
* * *
Destpêka wê sibehê, derî yê malê lêdiket..
Wek herdem, disa NAR bezî çû û derî vekir. Dît ku, ciran û heval ji bo pez dotinê, li benda Gula Îsmê disekinine. Zelalê stu yê xwe dirêjî hundirê malê dikir û ji NAR’Ê rewşa xalê Heydo dipirsîbû.
NAR’Ê bi çavên xwe yên tijî, nedikarî bersivek çawa bide Zelalê..
Ji hundirê odê, dengê kuxîk û nalîn a xalê Heydo kûr kûr dihate bihîstin. Zelalê carek din ji NAR’Ê pirsî :
" Keçê, ez dê çawa carekê xalo bibînim lê? "
NAR’Ê, rahişte destê Zelalê û tevhev ketin hundirê odê. Wê gavê, Gula Îsmê dermanên xalê Heydo didabû wî.
NAR’Ê bi navî Zelalê, ji Gula Îsmê wiha destûr dixwast û digot :
" Dayê ! Zelal dixwaze carekê kalo bibîne? "
Berî Gula Îsmê, xalê Heydo bersîv dida û wiha digot :
" Were Zelaaal ! Were keça min were.. Were fedî neke, qey tu jî êdî ji vê malêyî. Were dayê were."
Û destê xwe dirêjî bûka xwe ya nû (dergist a Bekir) Zelalê dikir.
Zelal : Çawayî xalo ?
Heydo : Çawa bibim keça min.! Êdî genimê zevî ya me hişk bû Zelal.. Bila hûn her daîm hêşîn û qêm bimînin înşila.
Zelal : Xwedê herdem li gel tebe û te biparêze xalo..
Heydo : Sipas Zelala min, zor sipas.
Hevdudîtina xezûr û bûkê, bi awayeki fermî, kurt lê xemgîn qedîyabû.. Kê çawa bizanîba ku, ew hevdudîtina wan bibûya, ya dawîyê.
* * *
Piştî çûyîna bêrîvanan, kuxik û nalîna xalê Heydo hîn zêdetir dibû. Wê gavê, NAR ketibû bin tirs û berpirsiyarî yek pirr mezin. Di heman demê da, ber bi aşxanê (metbexê) meşîya û xwast ji kalo yê xwe ra, cezwe yek şîr germ bike. Lê bi dengê xalê Heydo hilperî û ji nûve vegerî odê.
+NARÊÊÊ !
-Kerem bike kalo..
+Keça min, wan dermanên min bîne, ez hebek din bixwim lê.. Êşa min zêde dibe. Ax ax.!
-Kalo ! Biborîne, dayê min got tu dermanan nede kalo hetani ez vegerîm..
+Tişt nabe lê..
-Kalo, tixtor bi dayê min ra gotiye bila zêde dermanan nexwe, Xwedê neke, ew dê pêbimire..
+Keça min dirêj neke lêê ! Wan dermanan bîneee.!
Ev cara yekemin bû ku, xalê Heydo li hemberî NAR’Ê ewqas bi hêrs diaxivi. Dema ku NAR’Ê zerika dermanan anî û danî ber kaloyê xwe, xalê Heydo bi dengeki xemgîn, bi NAR’Ê ra wiha digot :
+Biborîne keça min, li min biborîne.. Ji ber xopana êş ê, nizanim bi kê ra diaxivim.. Biborîne.! Û heqê xwe jî helal bike.
-Kalo ! Ji bo kuxika te piçek şîr germ bikim ?
+Na na, naxwazim keça min.. Sipas.. Paşê, paşê..
Xalê Heydo piştî derman xwarinê, ketibû nav xewek pirr kûr. Lê NAR, îcar ji ber bêdengî ya xalê Heydo, ketibû bin tirs û meraqek mezin. Lewma zû bi zû dikete hundirê odê û her carekê xwe bi xwe ev pirsan dipirsî û digot :
-Kalo.! Êdî şîr germ bikim ?
Kalo ! Ez şîr germ dikim..
Kalo ! Min şîr germ kir..
Kalo ! Şîrê te sar dibe..
Kalo, kalo !
NAR li aşxanê him digirî û him jî li ber Xwedê digeriya. Paşê rabû ser xwe û çû ji ode ya xwe Quran anî û ji bo saxitî ya kalo yê xwe, dest bi xwendina sûre ya Yasînê kiribû.
Piştî demekê, xwast carek din sehêtî ya (qontrol) kalo yê xwe bike..
Xalê Heydo, lihêf (yorxan) kişandîbû serê xwe û qet tu deng jê nedihat. Û NAR’Ê dîsa bangî kalo yê xwe dikir..
Kalo, kalo !
Paşê bi rageşî yek (heyecan) mezin, destê xwe dirêjî perê lihêfê kir û bi xuyabûna rewşa xalê Heydo him veciniqî û him jî qîjîya..
Kaloooo ! Wêêêê, kalo yê min mirîyeeee !
Hawar û qîjeqîj a NAR’Ê, wê gavê hundirê ciranan jî dianîbû xwarê.
XALÊ HEYDO ÇÛ REHMA XWEDÊ
Xalê Heydo, ji ber êşên xwe yên giran û dijwar, nedixwast li benda Ezraîl bisekine. Ew ber bi Ezraîlê xwe çûbû. Û bi du qutî derman xwarinê, dawîya jîyana xwe, bi destên xwe anîbû..
Wê sibehê, pirr hewl dida, lê nedikarîbû rabe ser pêyên xwe û here avdesthanê. Û bi neçarî, hewce ya xwe, bi arîkarîya Gula Îsmê, di leganekê da kiribû..
Li gora şîrove û gotinên Gula Îsmê, ji ber wê sedemê û lewma xwe kuştîbû..
Mele û mezinên gund, meytê xalê Heydo dişuştin. Çendek ciwanan jî, li derveyî gund, tirb a (gor) wî dikolandin.
Malbat ê, hosîname (vasiyetname) ya xalê Heydo, li gora xwastina wî bikar dianîn. lewma mezelê wî, li jora gund û li bogira girekî dihate kolandin. Rehmetî di saxbûyîna xwe da, ev gotinan dikir û wiha digot :
"Eger rojekê ez mirim, bila meytê min nekin nav mezelê gund. Min li dûrî gund, têxin bin axê û bila naxwazim cîhê min jî, ji hêla tukesî da were zanîn. Wan neh zêrên li malê jî, bidin NAR’Ê. Min ew ji bo saxitîya wê sêwîyê bi berhevxistîbû."
Xalê Heydo, di hundirê çardarê da gav bi gav ji gund bi dûrdiket..
Û dengê şîna NAR’Ê û Gula Îsmê, di heman demê da, wek ji devekî biderdiket û wiha dihate bihîstin :
Ax Heydo ax ! Te çima hevala xwe xapand lo ?
Kalooo ! Min bibexşîne kalo..
Ez kûr bibim, ji bo çi çûm xopana bêrîyê..
Ez bûm sedema kalo yê xwe, velleh ez bûm ..
Û heval û hogir, piştî bi cîh kirin a xalê Heydo, ji bo sersaxîyê vegerîbûn mala wî. Gundîyan tevî hêsirên xwe, behs û pesna xalê Heydo dikirin. Hevalê wî yê herî baş, Melê Osê Zaxo bû. Û Mele wiha digot :
"Miroveki bi xwe bawer û camêr bû. Herdem tevî me, lê wek bi tena serê xwe dijîyabû. Ez bawerim, lewma tirba xwe li cîheki dûr xwast. Qet nedixwast kesek ji bo kesekî din, tişteki xirab biaxive, an jî rexne yek çewt bike. Rehmetî miroveki xêrxwaz, dilgir û dilpaqîj bû. Xwedê rehma xwe bide wî û li cîheki bi taybet, bi şûn û war bike. " (Û digirîya)
"AMÎN, AMÎN !"
Hec Bektaşê Resûl jî, wiha qala bîranî yek xwe dikir :
"Min rojekê jê pirsî; Lo Heydo ! Mala bave te ava.. De êdî bîryara xwe bide lo.. Tu ne tevî me dikevî mizgeftê, ne jî tevî civaka cem ê dibi.. Gelo mirov nizanin, ka tu Alewî an jî Sunnî yî ? Rehmetî berê kenîya, paşê wiha bersiv dayîbû min :
’Bektaş, ez Kurdim û wek bav û kalên xwe zerdeştim. Tu karî min, li cem Ereban nabe û nabim xulamî wan.’ Em demek dirêj bi wê bersiva Heydo rehmetî dikenîyan. Xwedê rehma xwe bide."
Û ya rast û dirist ew bû ku ; Ciran û hevalan wek dîrokek bi rûmet qala xalê Heydo dikir, û ji dil û can da, heqên xwe li wi helal dikirin..
* * *
BÊJE XALTÎ -3
" Xwezî we jî ew bidîtaba.!
Mirov ji bo pesna wê, nikare kîjan peyvê bipêyîve û bine ziman..
Ez qurban, ez qurban..
Hîna biçûk bû. Tevî Xecikê pênc an şeş salan, ji Besik a Hec Nûrî, Quran, limêj û due fêrkiribû.
Li kêleka min radiwestî û tevi min pênc wext limêja xwe dikir. Di malbata me da, tenê Bekir, Xecik û NAR’Ê Quran dizanin. Heydo rehmetî destûr nedabû zarokên din. Rehmetî hertim wiha digot :
’ Gulê dinik nebe ! NAR’Ê wek mîna xwe neke misilman, gunehe.. Ew keçika filehe, û bawerî Hezretî Îse dikin. Eger rojekê xudanê vê keçikê werin, tu ya çi bersivê bidi wan ? Bihêle bila zarok mezin bibin û bi hiş û aqilên xwe, biryara xwe bidin. Kî bawerî kê û çi dike, bila bike. .Ji te re çiye ? ’
Rehmetî rast digot, lê wan salan dewletê zarokên fileh, yên Ermenî kom dikirin. Hin kesan digotin, dewlet van zarokan li Îstenbolê bi cîh dike, hindekan jî digot, ew zarokan tên kuştin. Min qet nedixwast nasnameya NAR’Ê were zanîn. Helbet cîranên li derûdorên me dizanîn, lê karkerên dewletê nedizanîn. Me qeyda nasname ya NAR’Ê, wergerandîbû ser navê xwe. Lê me disa jî, çendek salan NAR wek wedişêrî. Û min lewma dixwast, bila NAR wek me were zanîn. Min çi bikiraba, ez qurban ? "
Xaltî ya Gul, carinan xwe bi xwe radiwestî, bêhna xwe fireh dikir û îcar wek diket nav xiyalên kûr û dûr. Ji wan xiyalên kûr, yan bi hêsirên xwe vedigerî, yan jî bi awayeki rûken. Û digot :
"Heydo rehmetî, ji NAR’A xwe pirr hezdikir, pirr..
Me hema hema her sal, hirîya pêz û çendek jî berxên nêr difirotin. Rehmetî bi wan peran ji bo NAR’Ê zêr dikirîn.
Ji bona xatirê NAR’Ê, zarokên din jî rihet dikir û li gora kêfa dilên xwe dijîyan. Dema ku Bekir û Xecikê tiştek dixwastin, hertim NAR diajotin pêş.
Çavên min birijin..
Ji bo mirîna Heydo, lome ji xwe dikir û xwe wek kesekî tawanbar didît. Hema hema salekê, wek li xwe û li jîyanê xeyidî bû. Ez bi rewş û halê wê pirr xemgîn tibûm. Paşê hêdî hêdî ji bîrkir.
NAR şewqa malê bû. "
* * *
- Piştî deh salan -
NAR DÍ GOVENDÊ DA
Wan rojan, malbat di nav meraq û rageşî yek (heyecan) mezin da dijîyabû. Ji ber ku, piştî bist rojan daweta Bekir û Zelalê destpêbikiriba. Lê meraq û rageşî ya NAR’Ê, bi awayeki hîn eşkere xuya dikir û dihatîbû ber çavan. Sedema rageşîya wê, ne tenê dawet bû. Sedemên wê yên hîn giring û balkêş jî hebûn.
Çawa nebe ?
Wê gavê, Gula Îsmê tevî herdu bûkan, ji sindoq a xwe, cihîzê ku Marîa Xanimê ji bo NAR’Ê hiştî derdixist. Û paşê jî, yek bi yek radestî NAR’Ê dikir û wiha digot :
"NAR’A min ! Êdî tu qaxûyê min neman. Sipas ji Xwedê re ku, min ev rojan bi van çavan dîtin. Ew êdî sindoqa te ye. Bila tiştî xwe, ji vê bi şûnde bi xwe veşêrîne. Lê ez dixwazim ji van herdu perçe qumaşan, ji te ra fistanekî bi taybet bidin durin. Tu ya li dawetê li xwe biki nabe?"
NAR’Ê wek axaftinên Gulê qet nedibihîstin. Wê gavê, ketibû nav xiyalên kûr û bêbinî. Demekê li herdu gustilkan temaşe kir û paşê jî, bi rûmetek mezin, ya Marîa yê êxist tilîya xwe. Û ew gustilka di tilîya xwe da, wek zarokekê demekê çexdikir. (wek mînak pêdilist.)
Gula Îsmê, îşmar dida herdu bûkên xwe û digot :
"Keçê de êdî rabin herin ser karên xwe. Ez jî, ji we ra çayekê deynim ser argun. Bila NAR jî rihet rihet tiştên xwe berhev bike."
( Gula Îsmê û herdu bûk ji odê biderketin.)
NAR’Ê bi nêrînên xwe yên tûj û watedar, temaşeyî gustilka Garo dikir û xwe bi xwe wiha digot :
" Çima Bavo !
We çima wiha kir ?
Min xeletîyek çawa û bi kîjan rengî kiribû ?
Çima berê te, paşê jî dayika min ez di xewê da hiştim, û hûn bê min gihaştin hevdu ?
We çima xanî, bax û bexçe yên me, ji xelkên bîyanî ra hiştin ?
Ji bo çi ?
We çima mal û gundê me terk kirin ?
Çima, çi qewimî ? "
Û paşê, ji ber ew pirsên dirêj û bêbersiv neçar ma û di navbera girî û keserên xwe da, ev gotinan dikir :
"Belkê bikarim rojekê bersivê bidim van hemî pirsan, lê ya ku ez qet tênagihîjim ew e ku :
We çima ez li vira hiştim ?
Çima ? "
Ji ber girîn û şînê, NAR bêhêz û bêmecal mayî bû. Di her nefes kişandina xwe da, wê jî êdî dengê xîzexîza singê xwe û êşa dilê xwe dibihîst. Û ji ber wan êşên giran, lêvên sorik disa reng diguhêrandin. Berê hêşin, paşê jî reşik û ziravik xuya dikirin.
NAR’Ê destê xwe direjî xalîçe yê herîr kir û berbî xwe kişand. Xalîçe li ser erdê rêxist û herdu perçe qumaşên herîr jî, wek balifêkê pêçand û danî bin serê xwe. Û bi wî awayî xwe dirêj kir û demekê kete nav xewek kûr.
Heta wê rojê, qet tukesî ji bo qirkirina gelê Ermenîyan, tu agahîyên rast û dirist nedabûn NAR’Ê. Ji bona wê, tu wate nedidabû bûyerên ku hatîbûn qewimî.
NAR’Ê, ew rojên xwe yên zor û dijwar, bi piştgirî ya Zelalê û bi şîretên Gulê derbaskiri bû. Û xwe ji bo dawet a Zelalê û Bekir amede dikir.
* * *
Roj, sibehîya dawetê, û berê nîvro bû. Û li berî malê dahol û zirne lêdiket..
NAR, di nav fîstanê xwe yê rengîn û herîr da, wek berfînek li ser berfê xuya dikir. Di serê govendê da, ger bi lîstik, ger bi bejnûbal a xwe, wek hundirê ciwanên gelê Kurd dilhêland. Ciwanan ji ciwanan, jinan ji jinan ew yek pirsa dipirsîn;
Heval / Gelo ew keçikê di serî govendê da, ya kê ye lê / lo ?
NAR’E, NAR..
NAR ?
NAR’A Heydo ye..
Maşilla, maşilla ! Çi Xezal e.. Xwedê ji çavan biparêze, çiqas jî bedew e..
Piranîya gundîyên ku ji derûdoran hatîbûn dawetê, NAR nasnedikirin. Lê di demek kurt da nasname ya NAR’Ê, ji hêla herkesî da, êdî dihatibû zanîn.
Wêêê ! Keçik a Garo û Marîayê ye ?
Erê, erê.. Filehe fileh..
Na, na.. Êdî misilman bûye misilman..
* * *
Û NAR KETE ERDÊ
Di guhên NAR’Ê da, wek pembo hebû. Wê gavê ne şîret, ne jî hişyarî dibihîstin..
Gula Îsmê, carek din bangî keçika xwe Xecikê dikir û bi wê re, ev gotinan dikirin :
"Keçê hûn çima tênagihîjin ! Ew keçika nexweşe.. Tixtoran hezar carî em teme kirin ku, bila xwe zêde newestîne."
"Dayê, min û Cemîlê, me sê an car caran ew hişyar kiribû, lê tu bersiv nedabû me."
Û piştî demek kurt, Xecika Heydo wiha berdewamî axaftina xwe dikir û bi Gula Îsmê re, ew gotinan dikirin.:
"Bihêle dayê ! Wê ranewestîne.. Bila xwişka min, li gora kêfa dilê xwe bilîze.. Me kingê NAR evqas bikêf û bêxem dîtiye ? Eger ew ji govendê biderkeve, welle tu tama vê rojê û govendê namîne.. Bihêle dayê ! Bila xelk û alem têra dilên xwe, li temaşî Xezal a Heydo bikin."
Gula Îsmê, di ber xwe da him digirîya û him jî, carinan serê xwe berjor dikir û ji bo saxitîya NAR’Ê, wek mînak li ber Xwedê digerîya.
Wê gavê, ji nişka va bûyerek pirr balkêş û nebawer hate qewimî..
Û serê govendê qetîya..
Xeleka govendê, berê belav bû û paşê jî, wek goga rîs, ji nû va li dora NAR’Ê dipiçikî..
NAR bi dirêjî li ser erdê bû..
Hawar a Gulê, Xecê, cîran û hevalan, di navbera çiya yên Nemrût û Suphan da, dengvedida û diçeliqîya.
NAR’ÊÊÊÊ !!!
Wê gavê, wek dinê rawestî û êdî dawîya jîyanê hatibû. Ji ber wê yekê, hemî mêvan şaş û metel mayîbûn. Ciwanên gund, bibûn wek peykerên zindî. Bi nêrînên xwe yên vala û bê wate, li termê (beden) NAR’Ê dinêrîn. Mezin û mermalan jî, di nav goga rîs da, li NAR’A Heydo digerîyan.
NAR, êdî ji çiqil a darê filitî û ketîbû erdê..
Apê Behtî, Sebo û Xecika Heydo jî, dendikê NAR’Ê, yek bi yek ji erdê berhev dikir, û ji nû va dikirin nav fistanê rengîn û herîr. Û bi wî awayî dipêçandin û dibirin tixtor.
NAR, wek deh sal berê, lê îcar di himbêza xwişk û birayên xwe da, bi awayeki bêdeng û bê bêhn diçû bajarê Axlat ê. Êdî stû yê xwe, dirêjî tu deran nedikir. Û wek nedixwast wan dimenên xopan carek din bibîne û bîranîyên xwe yên spî û zelal biherimîne. Wê wek kalo yê xwe, biryara jiyana xwe, ji berê da dayîbû. Lewma serê govendê nedidabû tu kesî. Dixwast, bi çûyîna xwe bibe embazek qet nê ji bîrkirin. Û wek kalo yê xwe, wê jî dersek giring û watedar didabû gelê Kurd, û dîrok a Kurdistan ê.
Tixtorê Tirk, piştî saxitî ya NAR’Ê, di nav şaşitîyek mezin da, ev peyvan diaxivî :
Eyvah, eyvah ! Buna inanmak istemiyorum.. Bu güzel kız mağlesef ölmüş. (Heywax, heywax ! Naxwazim bawerî vê yekê bikim. Lê mixabin ev keçika bedew mirîye)
Piştî rave kirina tixtor, Sebo û Xecikê, xwe avetibûn ser termê NAR’Ê û bi wî awayî şîna xwişka xwe dikirin.
NAR’A Heydo, li roja daweta Zelalê û Bekir, ji serê govendê bi derket û wek stêrek ciwan, xîj bû û çû gihaşte kalo yê xwe.
Li gora xwastina Gula Îsmê, tirba NAR’E, li kêleka tirba xalê Heydo hatibû kolandin. Û dixwast, bila bav û keç têra dilên xwe di nav jîyanek nû û bê derd û êş da bijîn.
Xwedê tevî wan, rehma xwe bide hemî mirîyên we jî.!
* * *
BÊJE XALTÎ - 4
"Çavên wan kûr bibin inşila..
Ciranên hesûd û nexwaz, bi çavên xwe yên tûj, wek guran li NAR’A min dinêrîn. Wele ez wek navê xwe dizanim ku, NAR bi çavên wan gêr bû."
Xaltîyê disa dest bi girî kirîbû. Paşê, berçavka xwe ji çavên xwe derxist û bi herdu mistên xwe, şilî ya çavên xwe ziha dikir û digot :
"NAR nemir ez qurban, wele nemir..
Qey min bi van herdu çavên xwe dît. Dema ku ciranan meytê wê kirin nav çardarê, û danîbûn ser milên xwe, û ber ve tirba wê dibirin, ruhê NAR’Ê ji çardarê bi derket û wek çûçikekê firîya hundirê ewr..
Û bi fistanê xwe yê nû, hêdî hêdî ber ve ezman hildikişîya..
Piştî wê rojê, me fistanê NAR’Ê wenda kir û tu caran nedît. Hingê em baş têgihaştin ku, NAR wek Hezret Îse çû kete himbêza Xwedê. Lê me termê wê li jora gund, û li kêleka tirba Heydo êxist bin axê.
Ma hûn jî bawer nakin an ne? "
* * *
NASNAME Û AGAHÎYA VÊ DÎROKÊ
Ji bo mijar a vê dîrokê, çendek peyvên min hene ..
Çavkanî ya dîroka min, bi arîkarî û agahdarîya nas û hevalên min yên Kurd, Ermenî, Êzîdî, û Amerîkî pêkhat. Piranî ya nasên min, wek min koçber in. Ji bo wê, mijara axaftinên me, bi gelemperî li ser pirsgirêka mafên mirovan û ji bo azadî ya gelan tê axaftin.
Ji hêla din ve, gelek nivîskar, rojnamevan û rewşenbîrên Kurd û yên bîyanî jî, ji bo qirkirina gelê Ermenîyan, raman û nêrînên xwe, bi dirêjî nivîsandin û anîbûn ziman. Min jî wek we hemîyan, ji pirtûk û nivîsarên wan kesên hêja, gelek sûdên giring û balkêş girtin. (Wek çendek embaz û agahîyên li jêr)
Lê bal û mîqatî ya min, herdem li ser jîyan a zarok û jinan e. Carinan xwe bi xwe dipirsim û dibêjim :
Dema ku şer diqewimin, zarok û jin çi dikin ?
Çi difikirin û çi tê serê wan ?
Û piştî şeran, ji jîyana wan çi kêm, an jî çi zêde dibe ?
Gelê Ermenîyan, ji xwe bi şûnde bi hezaran zarok hiştin. Hinek ji wan jîyîn û hinek jî, wek NAR’Ê nejîyan û mirin. Yên jîyayî hebûn û nasnameyên xwe bi temamî înkar kirin û bi wi awayi, wek minak xwişk bûn Alewî, û bira jî bûn Sunnî. Û di bin bandor û asîmîlasyon a dewleta Tirk, wenda bûn çûn.http://www.kurdistan-post.com/Niviskar-op-listarticles-secid-7.html
* * *
- Ji çapemenî ya Kurdistanê, çendek nimûne -
Qirkirina Ermaniyan
Dewleta Osmanî di Gulana sala 1915 an de, fermana nefîya Ermenîyan derdixîne. Dewleta Osmanî dibêje, biryara nefîya Ermenîyan ewbûye ku wê Ermenî di şerê navbera Osmanî û Ûrisan de derkeve, piştgirîya dewleta Ûris bike. Ermanî ber bi Îraq û Suriyê koçberdibin û hinek ji karwanên Ermenîya xwe ji qirkirinê xilasdikin û hinek ji wan di rê de ji alîyê cendirmê Tirk û Alayên Hemîdîye ve tên kuştin. Ermenî di bin kontirola Ûris de li wanê dewleteka Ermenî avadike, lê umrê vê dewletê pir nakişîne, bi teqwîyekirina eskerên Osmanî, qirkirana herî mezin li Wanê pêk tê. ( Dem: Hezîrana sala 1915an)
www. wikipedikia.org
......................................
Qirkirina gelê Ermaniyan
Armanca û hedefa sultanê sor Abdullahamîd ji sazkirina alayiyen hemîdiyê ew bû ku dijminahiyê têxe nava gelê Kurd û Ermeniyan, wan bi hev bide birrîn, Kurdistan û Erministanê têxe Tirk. Vê pîlana xayîn û pîs, di navbera sala 1915 - 1919 an de di binê perdeya dîn da, anî cih. Nêzîkî du milyon û nîv Ermeni (zar û zêc mêr u jin pî u kal) bi hovîtîkî gelek mezin hatin kustin. Mal û serwetên wan hatin talan kirin. Zanî û eraziyên wan jî, li kesên din hatin belav kirin, bi hazaran Ermenî reviyan derveyî welat (Iran û Sûriye ü Urdunê).
Tirkan bi vi rengî hovîtiyek pir mezin di dîrokê de nivîsandin. li aliyên din jî, ji gelê Kurd re wiha digotin " Rûsdê werin wê zar û zêçên we bikujin" ew bi vî seklî ditirsandin û dixapandin. Li ser vê derewa wan bi sed hezaran gelê Kurd di sirr û serma û berfa zivistanê de bi çola ketin û perîsan bûn. Bi vê pîlanê, valakirina Kurdistanê û qirkirina gelê Kurd bi cih anîn. Eger Kurdistan wê rojê di binê istila Rûsa de bima îro wê weke komarên Qafqas yên dinê gihîstibûya azadiye xwe. Ev zilm û zordestiya Tirka dom nedikir.
www.hebuname.com
.....................................
Jenosîda Ermenî, Suryanî û Kurdan
Xidir Ûso / Tevlî tirkan herkes dizane ku dewleta Osmanî, desthilata Ittihat-Terakki di 24 Nîsan 1915 an de dest bi qirkirin û qewirandina Ermenîyan, Suryanî û Ezîdîyan ya ji warên wan kirîye.
Ji bo ku Komara Tirkîye, ji alî kadirên Ittihat-Terakki ve hat avakirin, rêvebirên vê komarê yên Kemalîst, projeya xwe ya tirkkirina Enedol û Kurdistanê berdewam kirin. Ji alîkî ve dest bi bişaftin, nefîkirin û komkujîya Kurdan kirin, ji alî din ve jî dest bi êrîş û qewirandina gelên ne musluman kirin. Loma dewlet heta îro, him vê qirkirinê diparêze û him jî sîyaseta tunekirin û qirkirina gelê Kurd û hûrgelên li Enedol û Kurdistanê berdewam dike.
Heta ku dewleta tirk devji sîyaseta înkar, bişaftin û tunekirina gel û neteweyên ne tirk bernede, qirkirina gel û cemaetan jî qebûlnake. Loma jî hertim amadeye ku komkujî û qetlîamên nû bike. Jixwe êrîşên li dijî Rûman, qetlîamên Mereş, Sêwas, Çorûm ku li hemberî Elewîyan û planên Artêşa tirk (Ergenekon) yên ji bo cûnta, dide îspatkirin ku sîyaseta Ittihat-Terakki ya komplo, berahevdana gelan û qetlîaman berdewame.
www.rojakurd.com
..............................................
Nîjadkujîya Ermenîyan
Bijîjk Bengîn / Di sala 1914 da şerê gerdûnê yê yekemîn destpêkir. Di vê salê de, piştî destpêkirina şer, komîta jontirka ya bi navê Ittîhad û Terakî li kêleka Almana li dijî Rusya kete şer. Ittîhad û Terakî di xwest planê xwe yî tûranî pêk bîne û ji boy vê ji peşî artêşa Osmanîya êrîş bire ser Rusya.
Ittîhad û Terrakî ji boy pêkanîna armancê xweyî nejadperestî qirkirina Ermenîya plan kiribû. Ji boy vê yekê ji Teşkîlat-i Mahsusa hatibû bi wazîfe kirin. Li gorî vê wazîfekirinê ji di boya ku alayê Hamidîye (hêzên eşîrê Kurdan ), Cirimdarê hepisxana û çeteyên ku ji kesên ku ji balkan û kafkasa revîya bûn, dê bi hatana bi karanîn.
www.rizgari.com
...............................................
Genosîda-Qatlîam- Ermeniyan
Şoreş Zîrek / Di komîsyona Têkiliyên Derva ya Kongera Amerêkayê û di parlamentoya Swêdê da genosîda li hember Ermeniyan hate pejirandin. Ew genosîda kambax bi destê hukumeta Îttihad Terakî di dema Împaratoriya Osmaniyan da hatiye kirin.
Hin jî mîrasgirên dewleta Osmanî û berdewamê bîrûbawerîyên nijadperestên Îttihad Terakî, Komara Tirkiyê bi hemû hêza xwe genosîda Ermeniya înkar dike. Lê Cîhan jî dizane ku di nav hidûdên Împaratorya Osmanî da li hember gelê Ermenî qetlîamên nemirovayî hatine kirin.Qetliama Ermeniya bi planên rêvebirin nijadperestên Îttîhad Terakî Cemal,Enver û Talat paşayan ,taybetî bi destê Teşkilatî Mahsûse û Alayên Hemîdiye ku di terefê sulatan Evdilhemîd pêkanî bûn û hinek Kurdên nezan ku terefgirên wan da hatiye kirin.
www.kurdistan.nu
.................................................
Hevpeyvinek bi Sevan Nîşanyan re / Hişyar Berzan Şerefhanoğlu / AKnews
H.B.Ş. Bi qirkirin û sirgûnkirina ermeniyan qanûna ji hêla dewletê ve dest danîna ser malê kesên ku li derveyî Tirkiyeyê hate derxistin û bi peymana Lozanê ev yek hate pesindkirin. Dixwe ku bingeheke aborî ya bûyerê jî heye?
S.N. Bi qirkirin û talankirina malên rûm û ermeniyan ya navbera sala 1913 – 1922’ê de yek ji sê malên Tirkiyeyê dest guherî. Yên ku dest danîn ser vê malê endamên İttihat û Terrakiyê bûn. Ev bo parastina malên ku nû bidestxistine û bo ji tawankirinê xwe biparêzin ketin nava xîreteke mezin.
Sermiyana her du nifşên Komara Tirkiyeyê gava bête lêkolînkirin, dê derkeve ku bingeha xwe ji talankirina malên ermenî û rûman digre. Koç û Sabancî jî nava van de ne. Elîta komarê ya ku di dema M. Kemalê de desthilat bû daxilê vê ye û di serî de jî Atatürk tê. Koşka Çankayayê di bingehê de erdê Kasapyan e. “Malên Atatürkê” yên hemû welêt – ez nabêjim hinek, hemû – xenîmeta ku ji nemisilmanan hatiye destxistine.
H.B.Ş. Hemberî îdiayên ku “ermenî pir birêxistinkirî bûn û çekên giran pêre bûn” û “ev milyonek û nîv ermenî kom bi kom sax-salîm gihîştine Sûriyeyê” çiqas rastiyê nîşan dide?
S.N. Çi derdeke telalên îdeolojiya resmî ya bawerî dayîn û rastî nebû. Gur ji berxê re gotiye, “Te ava min herimand”, Berx dibêje, “Ma tu li jora min bûyî”, Gur dibêje, “Ha tu bersiva min didî” û berxê dixwe. Hîsab ew e.
www.aknews.com
...............................................
Û peyva dawîyê..
Piştî wan salan, jiyana Marîa û NAR’Ê , wek çîrokekê ketîbû nav dîrok a Kurdistan ê.. Êdî zarokên Kurdan, bi çîroka DAR’Ê Û NAR’Ê aş tibûn û diketin xewên xwe..
Dayikan wiha dest bi çîrokê dikirin :
Çi hebû, çi tunne bû..
Li kêleka behr’a Wan ê DAR’EK,
li ser wê darê jî, NAR’EK hîna hêşin û biçûk hebûûû.!
(Û ew çîroka, li gora dilên xwe dirêj dirêj vedigotin.)
Carinan zarokan ji dayikên xwe, ew pirsa dipirsî :
Dayê ! NAR ÇÍMA SOR NEBÛ ?
..................................
Mam Recall / U.S.A.
mamoste.kart@yahoo.com
www.birnebun.com
Şirove bike/Zanyarî bigre ser
Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...