Ne Şewitîm ne jî vemirîm-Xizan Şîlan NE ŞEWITÎM NE JÎ VEMIRÎM-XIZAN ŞÎLAN

Ne şewitîm ne jî vemirîm-Helbest

Cîhana xewnên şîrîn

di bîra kedereke nûdem de

binax bû

zimanê hezkirinê

di hewza temenê şêlû de

xeniqî

stûna pişta derbirînên nîvco

qeyrana ruhî ya bêderman

derbas dike

feleka bextreş konê xwe

di xwîna rayên canê min de

vegirt

ez

ne şewitîm

ne jî vemirîm

li brûskvedena şevên newêrek

aloziya baraneke îlegal im

li qonaxa hostatiya gotinên sernerm

anarşîstekî camêr im

ji devoka ker û lalan

ji helbesta xwe ya xam re

peyvên kemilî deyn dikim

serçavên xiyaneta rojên gemarî

bi şewqa çira awirên rindikê

diÅŸom

li nav toza çol û beyaran

bêrîkirinên berbabûyî

berhev dikim

ji parzûna demsalên serxweş

kêf û aramiyê

dipalînim

ji pêsîrên paytexta serhişk

bextewariya jiyaneke şîn

dimijim

li serma şevereşên xewle

tava rojê di berîka xwe de

digerînim

min

lîsteya êş û keserên xwe

çarçove kirin

û bi stûyê okyanûsên pîr ve

daliqand

 

                    Xizan Şîlan

                    2009-12-28

                    Stockholm

 

 

 

Dîroka girtina ser: 19.12.2010 14:14:19

ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN

hîna şirove nehatiye kirin...

Şirove bike/Zanyarî bigre ser

Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...

Navê we/Paşnavê we *

Navnîşana-e

Berfirehiya şirovê *

>

Nûçeyên dîtir...