ticle")
RS.Close
Set RS=nothing
end if
RSb.Close
Set RSb=nothing
end if%>
end if
RSb.Close
Set RSb=nothing
end if%>
S = Server.CreateObject("Adodb.Recordset")
RS.Open sql, conn, 1, 3
if not RS.eof then
Response.write RS("article")
RS.Close
Set RS=nothing
end if
RSb.Close
Set RSb=nothing
end if%>
heyderomer@web.de
Zinarê Xemo di gotareke xwe de dilan şad dike, ku îro enternêtê rê li pêş nivîsevanan vekiriye, da ya dilên xwe, bîr û bawerî û boçûnên xwe binivisînin û biweşînin bê ku kesek kanibe sînoran bide pêş wan, û hewildanên wan gem bike.(Gotara wî:Ev nivîs reqlama min e), û weha pê de diçe, ku hema mirov bi hêsanî dikane komputerê xwe veke, û melevaniyê di nav malperan de bike.
Hevpîşeyê me Zinarê Xemo bi vê nerîna xwe aliyê hêsan yê vê sergerê nîşan dike, lê aliyê din, yê ku berhema nivîsevan tê re digihêje xwener û xwendevanan ji bîra dike. Rast e, her kesê ku komputerek û enternêt li ber destên wî hene dikane, hema di kêlîkine hindik de jî, derbasbe gelek malperan, lê gelo, nivîsên wî jî dikanin wusa bi hêsanî derbas wan malperan bibin?.
Ez bawer im, ku dê bersiva vê pirsê ji hêla gelek nivîsevanên me de neyênî be, ji ber ku gelek malperên kurd hene, mercên weşandinê, bi awayê têorîk, ji ber kirinê, lê nizanin, an jî naxwazin wan mercan bixebitînin û bi cih bînin. Bi ser de jî têkiliya wan li gel nivîsevanan ji tinaziyan û rêznegirtinê ne bê par e.
Bila kesek, an malperek an jî weşangerek boçûna min şaş wernegire, li pêş her kesê, ku pênûsa kurdî bi deste de ye, ez kumê xwe radikim û bejna xwe ditewînim, lê rastiyên li meydanê nayêne veşartin.
Yekemîn pirensîpên dan û standinê di navbera nivîsevan û medya de, li ba alavên weşanên kurd bin pê dibe. Heye ku haya wan ji vê yekê tune be, lê rastî ew e, ku gava nivîsevan berhema xwe ji wan re verê dike, divê ewana jî hema bi kurte-emailekê wî agahdar bikin, ku ew berhem wergirtin, û dê wê biweşînin, yan jî na. Tê bîra min, beriya çend salan min ji kovara (El-Erebî) ya Kuwêtê re hinek gotarên xwe bi zimanê erebî li ser wêjeya erebî û perwedeyê dişandin, gava rêdaksiyonê gotar werdigirt, yekser jî sernivîserê wê name rêdikir, sipasiya xwe diyar dikir, û digot dê di hejmara bê de were weşandin, an jî lêborîn dixwast, û sedema newşandinê diyar dikir, û di pey wesandinê re, ji bo her gotarekê çekek bi 200 dolarê emerîkî ji min re dişand. Nivîsevanê kurd heya îro, û heye heya demeke nediyar jî peran ji alavên weşanên kurd naxwaze, lê wî maf heye, ku berhema wî paş guh nebe, û xwedî û sernivîserên wan malper û alavên weşanê tinaziyan bi wî nekin. Bersivnedan û paşguhkirina berhemê ji hêla wan alavan de gunehkariya herî mezintir e li nivîsevanan tê kirin.
Hinek malperên kurdî hene bersivê didin, lê ne di warê rêzgirtina nivîsevan re, belê di warê xweberzkirinê re, pêre jî gava mirov cara pêşî bersiva wan werdigire, dibêj qey sîstema weşandinê li ba wan weha ye, lê pir naçe ew texmîna mirov vala û çewt derdikeve. Wek nimûne, min bi xwe bersivên çend malperan wergirtine (netkurd û diyarname û avestakurd) tê de gotine min em vê gotar an jî lêkolîna te naweşînin, ji ber ku berê di malperine din de hatiye weşandin, an jî gotine eger te li cihine di weşandiye, em naweşînin. Bi rastî, berî pêşî min helwesta wan, tevî ku pê ne bawer im, gelek bilind nirxand, û rêza wan jî girt, ku ewana dixwazin her tim nivîsên nû biweşînin, lê mixabin, ewana nikanîn ev nirxê xwe biparastana, ji ber ku pir neçû, piştî bersivên wan, min dît ku ewana gotarên di malperên din de hatine weşandin, diweşînin, pêre jî yekser ji min ve diyar bû, ku rêvebirên van malperan ji (têkiliya xal û xarzî) rizgar nebûne, û têkiliyên dostane di ser nirxê zanistî yê berheman re digirin, û nizanin ku tevgera wêjeyî û rewşenbîrî kurdî çiqas ziyan ji ber vê cûretêkiliya kambax dibîne.
Eger em werin ba rojname û kovaran, dîsan em dibînin rêdaksiyonên wan rêza ked û cefayên nivîsevan nagirin. Ewana jî mîna hevpîşeyên xwe; berpirsên malperan bersiva nivîsevan nadin, û tevî ku ewana rojname û kovarên xwe difroşin xwendevanan, ango keda nivîsevanan ji xwe re dikin pere, nayê bîra wan, ku libekê (nisxekê) ji nivîsevanên wê hejmarê re bişînin, bi ser de jî, wek nivîsevanekî gote min, eger nivîsevan doza libekê li wan bike, ewana bêhteng dibin, û wî tawanbar dikin.Tenê kovara (Pênûs), ku ez jî endamê rêdaksiyona wê bûm, ji her nivîsevanekî hejmarê re libek verê dikir. Lê mixabin ev kovar rawestiya.
Helwesta weşanxaneyên kurd jî ji ya malper û rojname û kovaran ne çêtir e. Helîm Yûsif di gotara xwe de (Cînayetên dijî pirtûka kurdî, cînayetên weşangeran-1), (diyarname.com), bê ku kesekî an jî weşanxaneyekê bi nav bike, weha diçe ku weşangerên kurd li gor mirûz, zanîna xwe û hin caran jî li gor erkên bazirganî li gel pirtûka kurdî têkildar dibin. Ez bawer nakim ku boçûnên H. Yûsif bê bingeh bin, û heye ev yeka bi serê wî hatibe, ji ber ku ew nivîsevanekî berhemdar e, û gelek pirtûkên wî hatine weşandin, ango boçûnên wî encamên gavine piratîkî ne. Her weha beriya du sê salan nivîsevan Jan Dost jî tehliya vê cûretêkiliya weşanxaneyên kurd dîtibû, gava weşanxaneyek bi romaneke wî lîstibû, û guhertinin tê de kiribûn. Ev yeka bi serê pirtûkeke min jî hat. Xwediyê weşanxana (Evra verlag) ku pirtûk çap kiriye bazara 200 rûpel bi min re kir, lê pirtûk bi 150 rûpelî û bê lîşteya naverokê/fihrestê ji çapê bi derket, bi ser de jî hîn mirov xwendina wê bi dawî nekiriye, pelên wê jê diweşin û dikevin.
Helîm Yûsif di gotara xwe ya navborî de dibêje:“Dema pirtûk wekî destnivîs diçe ber destên weÅŸangeran,bi awayekî bi rêk û pêk bersivê nade. Eger bersiv hebe, dê girêdayî xatiran be“. Ev jî rastiyek e, ku çiqas tehl e, lê divê were gotin, û çav lê neyên girtin, da weÅŸanger jî li xwe hay bibin, ku ne ji keda nivîsevanan be, ew nikarin bibin hilgirên navê weÅŸanger, û heyîna nivîsevan wan bi xwe re tîne heyîne. Dîsan ev boçûna H. Yûsif encama piratîkê ye, eger bi wî re wusa nebûbe, gelek nivîsevan bi vê helwesta çewt, ku hin weÅŸangerên kurd, nemaze yên bakurê Kurdistanê diyar dikin, re rû bi rû bûne.**
Elmanya, 05. 11. 2010
_________________________
* Her du malperên (diyarname.com û avestakurd ) ev gotar neweşandin. Xuya ye ewana ev helwest ji ber rexneyeke biçûk, ku di vê gotarê de li wan hatiye girtin, wergirtine, pêre jî bi awayê zelal diyar dibe, ku dîktatorên biçûk di hişên gelek rewşenbîrên Kurd hene, eger derfet lê were, dê ew dîktatoran zû mezin bibin û seriyan bifirînin. Gelo, eger tenê ev her du malperên Kurd hebana, dê çi bi serê rewşenbîriya me bihata?!.
**Malpera (welateme.net),ji bo vê têbîniya,jor xwe da kêlek her du malperên (diyarname.com û avestakurd) û ev gotar neweşand.
Şirove bike/Zanyarî bigre ser
Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...