Nujenî û Çand NUJENÎ Û ÇAND

Nujenî û Çand

  
    Nûjenî rûdaneweyeke dîrokiye, li gorî cih û rewÅŸan tê guhertin. Nûjenî guhrankariye û şêweyê guhrandinê ye, pêngaveke ku ravekirin, raman, zanist, jiyan û têkiliyên mirovatî ber ji astekî dibi astek bilindtir û çaktir. Ji aliyekî din ve pêngaveke dema hazir derbas dike û derketina ji ast û xeleka pêgiran û kilasîk e. Lê, bêyî ku ji binî ve, ji kokên xwe, xwe qutbike. Nûjenî bi vê yekê tê pîvan: ka çiqas kevn derbaskiriye û tiÅŸtên xweserî parastiye. Jiber ku nûjenî bûyerek dîrokî û insaniye xwedî xuyek nisbiye- izafi ye. Nûjeniya mutleq nîne û neÅŸerte hemû nûjentî ser kokekî biafire, an jî yek car ji kokan jî qutbe, ji ber ku her cureyek nûjenî him berdewamiye ser kok û eslên xwe û him qutbûyîneke ji kok û eslên xwe. Nûjenî di çi aliyî de çêbibe, çi di aliyê wêjeyî, hunerî, zanist, hizir û civakî de be; pêşketinek çêtirîne li gorî yên heyî û yên berî xwe, ji ber ku her tÅŸtî ber bi vejîn û nûkirinê ve dibe da ku zêdetirîn xweÅŸ û geÅŸ, bibandor û rûmet be. Her weha nûjenî derfeta jiyanê ji her tiÅŸtî re diafirîne û dihêle ku heyîn û jîna wan berdewam bibe. Dervî vê yekê hemû cureyên din ên nûjeniyê dimînin pînekirin an jî boyakirin, ev jî dihêlin ew tiÅŸt birizin û bimirin. Nûjenî di qonaxên dîrokî de bi xwe re guherandinek giÅŸtî tîne û rê li ber çerx û demên nû vedike, dihêle ku mirov hîn firehtir, kûrtr û ji hemû aliyan ve li dema berî xwe û hemû tiÅŸtên ber çavên xwe binere. Jiber ku nûjenî bi xwe re raman, wijdan, xwî, zanbûn, kar, berhem, rêxistina civakî, etîk û rûmetên nû diafirîne. Ango bi temamî guherandineke mezin û berfirehe di çanda mirovahiyê de. Dibe ku ÅŸert û mercên derve bandor û tasîra xwe ser bûyera nûjeniyê dikin, lê negengaze nûjeniyek rastteqîne çêbibe ger ku ne ji hinav û dilê taybetmendiya xweserî ya wê civakê ve, pêk were. Ji ber ku nûjeniya ji derve, ya bi bandora çepisandinên derve bibe wê nola boyakirina camê bi rengên ku tu caran li hember tav û baranê liber xwe nadin. Dê sextetiya wê zutirin demê de derkeve û cewherê wê yê paÅŸketî, kal, vikîvala, biyanî û dûvik derkeve eÅŸkeretiyê. Jiber ku nûjeniya rastteqîne- çi kesayet, çi jî kom- bi zanebûn û vîna wan ve dibe û bi muhra wan a xweser dax dibe. Di jiyana me de û di nav çanda me de gelek nimûneyên nûjeniyê hene. Lê tevahî mîna pînên ji derve li me hatine dan in. Ew ne ji jiyan û çanda me tên, an jî bi zanebûn û vîna me hatine, li me bûne û bûne jiyan bo me. Ewana nûjentiya me ji xencî xwe kiriye û em dixwazin li xwe bikin û xwe pê nûjen bidin diyarkirin e. Ew ne fêkî, xwzî û berhema me ne. Ev awayê nûjeniyê biyanîbûna xwe di me de diparêze û nagihe taybetmendiya me ya hundirîn a kûr. Ev jî me dixapîne, xweserîtiya me diperçiqîne, paÅŸketina me dipareze û kêrhatiya me difetisî ne. Nûjeniya rastteqîne, nûbûna jiyanê ye, nûbûna mirove, nûbûna dîtin û nerîna mirov û kûrbûn hizir û berhembûyîna wî ye. Zêdbûnûa qudreta zanebûn, xwedanbûna zagonênû mercên jiyanê, guhertina û nû kirina insane û karê ji bo berjewendiya mirovan . Nûjenî kefÅŸkirinên nû, guhrandinên berdewam û bêrawestan ji dîtin û jiyana mirovan re ye. Ji aliyê wê yên wêjeyî, hunerî, pratîkî, hizrî û civakî ve. Ango ÅŸoreÅŸa çandî ye.Ka em binerin Kurd weke civak û netew li kû ne ji aliyê nûjeniyê ve? Ma ji bo me nûjenî pêwîst nîne? An heme emê herdem bêjin em bindestin û mafê ma hatiye xwarin û em tên inkarkirin û dostên me nînin û û.û û....?? Raste têkiliya paÅŸketina netewekî bi bindestiya wî re heye û têkiliya paÅŸketina civakekî bi neyîna azadiyê re heye. Åžertê yekem ê pêşketin û nûjeniyê rizgarî û azadaiye. Lê, tekoşîna gelên bindest ne tenê bi siyasî û leÅŸkerî ye û ne bi wan tenê digihe serkeftinê û bi wan tenê civaka xwe azad û serfiraz dikin. Li gor dîtina min siyasetmedar û rêxistinên kurd pêwîstiya xwe bi rexne dayînek mezin hene, bi taybet di derbarê rêbaza tekoşîna xwe ya netewî de. Ji ber ku me weke netewek heme heme hemû hêz û taqeta xwe di ÅŸer û siyasetê de xerckir. Lewma em dibînin piÅŸtî ku siyaset û ÅŸer hin encamên berbiçav bi destveanîn, dor hate ser pêşxistina civakê û dest bi kar û xebatên çandî yên ku heyîn û rengê me dide diyarkirin nav civata netewan de, me dît em çiqas bêçare, lewaz û kêmin. Ji vê yekê re gelek sedem hene. Ez dixwazim hinekî ser van sedeman jî rawestim. Netewa Kurd nebû xwedî dewlet, lê weke gelekî tekoÅŸer ÅŸerê heyîna xwe li dijî cîhana lê bûyî dijmin sedsalekî da meÅŸandin. Her çiqas ku ev tekoşîn di çarîka dawî ya sedesala bîstan de ji aliyê partiyên siyasî ve dihat rêvebirin, lê herdem tekoşîna netewa me bi aliyê xwe yê siyasî û leÅŸkerî ve ma. Xebatek çandî berfireh pê nehatiye hizrandin. Heta vê yekê hiÅŸt ku Kurd tenê weke miletekî ÅŸerker di cîhanê de werin naskirin. Ev tiÅŸta ku helbestvanê mezin Ahmedê Xanê berî 300 salî pê fikirî û dest pêkirî, me nekarî di dema nezîk de wate bidinê. Wî Mem û Zîna xwe çêkir bo ji gelên din re bibêje Kurd jî xwedî zanebûn û irfanin, lê me xebata çandî weke xebatek bêwate dît. Partiyên siyasî ji bo propogenda xwe hin saziyên çandî çêkirin, lê mixabin ev sazî bûn saziyên partiyan û ji dervî civakê man. Raman di Kurdistanê de pêşket, lê ramanên birdozî bûn. Beşê herî zêde yê wêje û huner di xizmeta bîrdoziyên di Kurdistanê de bûn û gelek zuha û tengbûn. Saziyên her tiÅŸtî avabûn, lê ne yê tiÅŸtekî bûn. Beşê herî mezin ê rewÅŸnebîran dervî xebatên wan ên bingehîn man, di bin rehmet û ÅŸefeqeta partiyan de man. Pir pirtûk û nivîs hatin weÅŸandin, lê her tiÅŸt di wan de hebû ji xencî babetên çandî. Çapemeniya gelê kurd nekêm3i çapemeniay gelên xwed3i dewlet e, l3e mixabin çapemeniya partiya ne. Ycar dê çawe çanda me ya ewqas dewlemend û zengîn pêşbikeve? jixwe mijara nûjeniyê ya ku ser zimanê her kesî ye ma pîne û boyakirin. Her çiqas ku mirov di van salên dawiyê de lebat û tevgerek çandî ya berfireh dibîne li tevahî Kurdistanê, lê hîn ji yek alîbûn û seranserîtî derbas nebûye. Di serî de hemû partî û rêxistinên kurdî besha xweguherandin û nûkrinê dikin di bername û ramanên xwe de, ya rast jî ewe û ji wir nûjenî destpê dike; lê di rastiyê û pratîkê de mirov vê yekê nabîne. Hîn jî zihniyeta doxmatîk, eznavend û xwedî rastiya mutleqim di ramanên hemû partiyên siyasî yên kurdî de heye. Ev yek jî paÅŸketin û bêkêriya wan di vê çerxê de dide diyarkirin. Ewana bi vê yekê hemû hewildanên pêşketin û nûjeniye difetisînin di demeke ku gelê me pêdiviya xwe bi hinasek kûr û fereh heye bo ku hemû taqet û derfetên xwe bikar bîne bo serxistina tekoşîna xwe ya çandî. Di aliyê wêjeyî de hinek xebatên ber biçav hene, lê ew xebat negihana asta ku bi rastî xizîneya wêjeyî ya gelê me bi awayekî nûjen di nav çandên cîhanê de bide bi cihkirin. Ne romana kurdî, ne çîroka kurdî, ne jî rexneya wêjeyî gihaye wê astê têra civaka me bike û nûneratiya wî di nav wêjeya gerdûnî de bike. jixwe helbesta kurdî bêhêz û bê bandor maye. Dibe ku ji aliyê hunerî ve hin gavên berbiçav hebin, bi taybet di xala muzîkê de û di vê dawiyê de hinek fîlmên sînama tomar bûn-ev jî yekem care. Lê saziyên zanistiyê, lêkolîn û akademî hîn merov ÅŸopa wan di nav civaka me de nabîne. Gelo ev tiÅŸt hemû bê sedemin?? Na sedemên van gelek hene. Raste em weke netewkî bindestin û tekoşîna netewî hîn berdewam dimeşînin, kesayeta Kurd gelek parçe, jixwe biyan, lewaz û bêderfete. Weke civak hîn em gelek şûnde ne, ji aliyê aborî ve em miletekî jarin û ji aliyê sikolojî ve hîn girêka xwebiçûkdîtinê û emmezlûmin me derbas nekiriye. Lê ev tev nayên wê wateyê û nabin bihane ku em deyînin pêşiya xwe û bêjin; "em nikarin di çanda xwe nûjeniyekî çêbikin, an hîn dem nehatiye û gelek wext ji me re lazime". Em herî zede wek civak hînî tiÅŸta hêsan bûne. Em zû dikarin tiÅŸtên xelkên din bigrin, tiÅŸtên hazir heme li xwe bikin û xwe têxin qalibên wan. Ya ku di nav me de derketî û pir jî li pêşketî eve. Di encamê de ez dibêjim; rewÅŸa siyasî a Kurdistanê bigiÅŸtî em gihandina xala tekoşîna çandî. Ev xal jî ser me ferz dike ku em nûjeniyê di çanda xwe de çêbikin da ku bi çanda xwe bijîn. Êdî dem dema pêşxistina û nûjenkirina çanda kurdî ye. Em Kurd anceq xwe weke netew dikarin êdî bitaybetmendiya xwe ya xweser a çandî di nav gelên herma xwe û cîhanê de bi cih bikin û biparêzin. Ji bo vê yekê di serî de pêdivî bi rexnekirina ramana siyasî a kurdî heye, pêdivî bi demokratbûna partiyên kurdî heye. Pêdiv pê heye ku sazî ji bi bandora partiyan derbikevin û hew weke alavakî propogendaya wan tevbygerin. Di saziyên çandî de hunermend û rewÅŸenbîr, di saziyên zanist û akademîk de zanyar cih bigrin û siyasetmedar di partiyên xwe de. Pêwîstiya tevgerke nûjeniyê ji her aliyî ve îro derdikeve pêşiya me. Ev yek nebe çanda me derfeta jiyanê li hember pêlên bêhempa yên çanda serdest nabîne.

Dîroka girtina ser: 05.08.2010 02:08:12

ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN

hîna şirove nehatiye kirin...

Şirove bike/Zanyarî bigre ser

Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...

Navê we/Paşnavê we *

Navnîşana-e

Berfirehiya şirovê *

>

Nûçeyên dîtir...