Hetanî 20 ê Êlûnê divê pêşketinin bibin HETANÎ 20 Ê ÊLÛNÊ DIVÊ PÊŞKETININ BIBIN

Hetanî 20 ê Êlûnê divê pêşketinin bibin




Hevpeyvîn : Özlem Akarsu Çelîk bi Serokê PKK Evdille Öcalan re
Jêder: Rojnameya Tîrkî, Akşam,15 Êlûn 2010
Ji
Tirkî Wergêr: Agirî Soran

 

-Kî bi Ocalan re hev dibîne? Di hevdîtina de çareseriya kêşeya Kurd tê axaftin? Çekdanîna PKK ya demkin peywendiya xwe bi van hevdîtinan ve heye?

Ji roja ku ez anîme Imralî hetanî roja îro gelik caran, hindek koman bi min re hevdîtin çêkirin. Demên destpêkê komên leşkerî bûn, piranî dixwestin hevdîtinên ragihandinî/istixbaratî pêk bînin. Min jî dixwest hevdîtinan di çonayetiya danûsitandin û pêkhatinan ve bihizirim. Di encamde, di dawiya van hevdîtinên demên destpêkê de, encamên rast û dirûst yên ku alîkariya çareseriya kêşeyê bikin ne ketine dest. Di demên dawî de koma ku ez didîtim, bi rengê komekî civatî(sivîl) bû. Hevdîtinên ku min li vira kirî piranî bi rengê hevdîtinên dayin û sitandinê bû.

BI MIN RE HEVDÃŽTIN DIDOMIN

Ev hevdîtin di astekê de didomin. Eger çareseriya demokratîk-mafî  ya kêşeya kurt tête xwestin, divê di van hevdîtinan de nûnerên Kurdan wekî diyardeyên siyasî bêne pejirandin û bi awirekî rastteqîn li kêşeyê werê temaÅŸekirin. Min ne got, çi dibê bila bibe ji bo çareseriya kêşeya Kurd bi minre hevdîtin çêbibin. Ya giring ewe ku ji komarê gavên ji dil û rast werin avêtin. Naxwe kesê bingeh werê girtin BDP dibe, PKK dibe, ez dibim, cewaziya vana nîne. Di destpêke pêvajoya vebûnên Demokratîk de, di neqÅŸa rêkê ya ku min amade kirî de di derbarê hilgirtina kêşeyê ya dest û çareseriya wê de xebatekî min çêbû. Lê neha ew li kîderê tê girtin ez nizanim. Li vêrê ji bo çareseriya kêşeyê bi mehan li ser xebitîm, ev neqÅŸa rêkê ya 156 rûpelî ya ku min ked di berde dayî, ji aliyê komarê ve nehate dîtin û bi reya giÅŸtî ve nehate parvekirin.

TÊGEHEŞTINA KURD Û TIRKAN YA APO DIJÎ HEVIN VÊYA DIZANIM

Eger tê xwestin ku kêşeyên dîrokî yên wekî kêşeya Kurd werine çareserkirin divê têgeheÅŸtinên derûnî yên kevin werin derbaskirin. Yên ku arî çareseriyê bikin, nav û rewÅŸa wan ne pîvan be. Ez di vê zanebûnê deme, dizanim ku têgeheÅŸtina Kurd û Tirkyan ya min dijî heve. Ji ber vê yekê dihizirim ku ev hurehurana tu carî divê neyêne piÅŸtçavkirin.  12 salin li ÃŽmraliyê ji bo çareseriya Demokratîk ya kêşeya Kurd hewil didim û ji neha û pêve eger tendirûstî û derfetên min dest bidin ezê hewil bidim.

EGER HEVDÃŽTIN WERIN BIRÃŽN

Piştî wergirtina raya giştî di navbera 13-20 ê Êlûnê de dê gelik tişt baştir zelal bibin. Eger hetanî vê demê pêşketinek çênebe êdî ez berpirsiyarî wernagrim. Eger ji aliyê hikumetê ve hindek pêngavên diyar werin avêtin wê demê ez dê bikim ku dewra xwe bilîzim. Belê bi minre hevdîtin çêbûn, çêdibin. Ku hevdîtin bi carekê re qut bibin û êrîşekî berfireh pêk werê, dê demê tiştekî ku li vira bikim namîne. Hevdîtin bidomin ez dê hiş û bîra xwe bikar bînim û dewra xwe bilîzim.

BI SERÊXWE BÛNA DEMOKRATIK KU XWE NASIPÊRE SÎNORÊN ERDÎ Û NIJADÎ

-We got ku –Kurd, BDP, DTK (Kongreya civaka Demokratîk) dê bixwe biryar bidin bê jiyanekî çawan dixwazin. KCK,PKK dê di nava sîstema bi serêxwebûna  demokratîk de dê ciyê xwe diyar bikin. – Kurd dibêjin biserêxwebûna demokratîk, lê ditirsin ku herêm ji vêya xisarekî mezin ya aborî bibîne, hejar bimîne û bi tenê bimîne. Wekî din jî gûmanên WYE(Welatên Yekgirtî yên Emerîka) di derbarê siyaseta herêmê de hene. Dîsan ew pirsa ku herkesek mitala bersiva wê dike heye, Kurdên ku li Rojava dijîn dê çawan bin?

Biserêxwebûna demokratîk, li Tirkiyê xelet tête giftûgo kirin. Ew biserêxwebûna demokratîk ya ku em diyar dikin, xwe nasipêre sînorên erdnîgerî û sînorên nijadî, xwe di sipêre demokrasiyê. Civak dê komara navendî bi sînor bike û destpêşxeriyên xwe bixwe birêve bibe. Ya giring bi sînorkirina Komarê ye.Ew biserêxwebûna demokratîk ya ku em qala wê dikin ne tenê ji bona Kurdistanê, ji bo Ege,Derya reş û Anadoliya navîne jî. Divê em bibînin ku çemka Netew-Komar ji gelan re teng tê. Emerîka vê modelê pêk tîne lê ev model li Rojhelata navîn nayê.

EM DI AVAKIRINA KOMARÊ DE HENE, LÊ EM DI NAVA WÊ DE NÎNIN

Dema ku em qala biserêxwebûna demokratîk dikin em bêdadiyekî dîrokî destnîşan dikin. Ev bêdadîya wêye –Hun di avakirina komarê de hene lê di nava wê de nînin.- Çemka min ya biserêxwebûna Demokratîk , ji bo dîroka Komara Tirkî jî rexneyekê rave dike.  Biserêxwebûna demokratîk rojanekirina salên 1919-1922 yane. Tê zanîn di wan salan de, Ji bo Kongreya Erziromê Mistefa Kemal, şûna endamê Bitlêsê yê ku endamtiya wî dikevê beÅŸdarî Kongrê dibe. Wekî namezetê Kurd beÅŸdar dibe. Em jî dixwazin ev dîrok çalek û rojane bibe.

TIRKÊN SIPÎ FAŞÎZMÊ PÊK TÎNIN

Ew faşîzma ku Tirkên sipî pêk tînin tevayî cewaziyên dîtir tune dibîne. Nasnameya ku di dîroka Komarêde hat xwestin ku werê afirandin nasnameya Tirkîtiyê ye. Bi navê avakirina Netewekê hat xwestin ku tevayî zimanên cûda, çand, nasname û bawerî bibin yek reng û şêwe. Ev çemka NETEW-KOMAR ya ku li Tirkî heye herkesek dixwaze ji alîkî ve biqeşêre. Pêvajoyekî bi vî awayî dest pê kir. Erka Kurdan dibe ku ewbe pêşengî bikin. Bıserxwebûna Demokratîk li himber Netew-Komar ê rêka herî rastye ya ku werê pêkanîn. Ne tenê ji bo Kurdan, li Tirkiyê li Rojhelata navîn dikare were pêkanîn. Netew-Komar dibe ku newê derbaskirin lê heya me jê heye lê em qîma xwe tenê bi Netew-Komarê nayênin.

Xwesteka min ya derketina derve çênebû lê...

-Ma hun xwe serokê gelê Kurd dibînin? Xwesteka we ya derketina derve heye?
Min tû demê xwe bi van peyvan neda nasîn.  Ji bo yên ku mitale dikin bê Ocalan bi kîjan xalan ve kete nav vî karî de, dikarim peywendiya xwe û dayika xwe mînak bidim.Dema ku hîna hefsalî min dest bi dibistanê kir, min dît ku neçar tême hiÅŸtin da ku zimanekî ji zimanê xwe yê dayikê cûdatir hîn bibim. Wekî zarokekî tirsiyam, hizirim û got ma çawan zimanekî biyanî hîn bibim, gelek pê hêrs bûm.  Bi wî hişê xwe yê zaroktî, li hêviyê mam ku dayika min, min ji wê kuÅŸtdariya tuxmî ya çandî rizgar bike û ji bo ku ev yek pêk nanî gelik bi dayikan xwe re ketim nava pevçûnê. PiÅŸtî ku ji malê derketim û hetanî dayika min mir jî, carekê jî min telefon jêre venekir û pêre ne peyivîm.  Raperîna min ew hinde mezin bû ku, dema dayika min di doÅŸeka mirinê de jî bû lê negeriyam. Êşa vêna hîna jî jiyan dikim.

Dema ku bi dayika xwere pev diçûm min digot – Mirîşk jî bi çîçikên xwere bi zimanê ku ji hevdû tê bighêjin di peyivin û li hev dighin, çîçikên xwe di parêzin, çima tu nikarê viya bike?-

Eve mijara mine, rastiya ku APO derxistiye holê eveye. Ya ku ev rastî derxistî, Kêşeya Kurd e ya ku îro herkesek li ser giftûgo dike û di astekî mezin de jî di pejirîne. Ji bo çareserkirina vê kêşeyê ji bo kesê xwe tu daxwaziya min tu carî çênebûye. Rojevekî minî wisan ya ku ez li Imralî bim an li derveyî wê bim nîne. Ku tê xwestin ez di çareseriya vê arîşeyê de dewrekî bê aliyê bi alî bilîzim divê were zanîn ez di van mercan de nikarim tiştekî bikim. Lê ku merc werin amadekirin ji bo Çareseriya Demokratîk û Aşîtiyê bêgûman ezê dewra xwe bilîzim.

KU ME XWESTIBANE WÃŽ REFERANDUM WENDA KIRIBANE

-Ku biryara BDP ya biryara ra-nedanê nebane, bi gotina we –Kurd ; ji bo vê paketê yasayên bingehîn ya ku mijarekî rasterat ku wana peywendîdar bike têde cî nagre bigotane –Erê?

Ji bo ku em çareseriya demokratîk, yasaya bingehîn ya demokratîk li ser Komara Tirkî bi sepênin me biryara ra-nedanê wergirt, raste. Ku me xwestibane sedî sed ev ra-dana giÅŸtî dê wenda kiribane. Me bigotane –NA- ne gengaz bû ku ev paketê gûhertinê derbas bibe. Me ÅŸansekî dawî da Erdoxan, divê vêya bibînê. Hêvîdarim ku ji neha û pêve di mijara yasayên bingehîn yên demokratîk û çareseriya demokratîk de dê pêşketinên erênî çêbibin.

Dîroka girtina ser: 18.09.2010 19:30:50

ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN

hîna şirove nehatiye kirin...

Şirove bike/Zanyarî bigre ser

Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...

Navê we/Paşnavê we *

Navnîşana-e

Berfirehiya şirovê *

>

Nûçeyên dîtir...