Daxwaza parestina bi Kurdî hat piştdestkirin DAXWAZA PARESTINA BI KURDÎ HAT PIŞTDESTKIRIN

Daxwaza parestina bi Kurdî hat piştdestkirin




Li 6. Dadgeha giran a Amedê daxwaza xweparastina bi kurdî ya 151 siyasetmedar û aktîvîstên mafê mirovan ên kurd hate redkirin.

Dinavbera heyeta biyan û polîsan de gengeşî

Heyeta îtalî ku pankarata bni kurdî, îngilîzî û tirkî lê “ Ji her kesî re azadî” nivîsîbû hilgirtin lê polîsan xwest wan ji derdora edliyeyê bi dûr bixe û gengeşî derket.

Parlemetera eyaleta Hessenê Barbara Cardenas kete hundir edliyeyê û li ber derî daxuyaniyek da û got, “Ez wekî parlemeterekê li vir im. PiÅŸtgiriya girtiyên kurd dkim. Û dixwazim hemû serbest werin berdan. Em ji gelê Kurd hînî gelek tiÅŸtan bûn. Û bila otonomiyê bidin gelê Kurd. Delegasyonên ku ji ewropa hatibûn û nûnerên saziyên sivîl û nivî,skar û rewÅŸenbîr jî ketin hundir.

Her wekî dadgehê reda xweparastina bi kurdî kir biryara xwendine kurteya îdîanameyê jî da.

Di îdîanameyê de hatiye nivîsin ku ev kesên girtî bi hinceta, “dixwazin yekbûna dewletê xerabikin” , "rêveber û endamê rêxistinê ne”, “ Alîkariyê bi rêxistinê re dikin” lewma jî ji 15 salan heta cezayê muebetê ceza ji bo wan tê xwestin.^

Jêder: ANF NEWS



Dîroka girtina ser: 19.10.2010 11:06:57

ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN

hîna şirove nehatiye kirin...

Şirove bike/Zanyarî bigre ser

Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...

Navê we/Paşnavê we *

Navnîşana-e

Berfirehiya şirovê *

>

Nûçeyên dîtir...