Parêzer -Çîrok- Maupassant PARÊZER -ÇÎROK- MAUPASSANT

Parêzer -Çîrok- Maupassant




Guy de Maupassant
Wergêr: Omer Dewran

Hinde bi şensbûna xwe heger di xewna xwe de jî dîtiba bawer nedikir. Jean Marin kurê mubaşirekî gundî bû. Ji bo perwerda xwe ya hiquqê hatibû Quartier Latine Parisê. Her tim diçû bîraxaneyan, bîra vedixwer, li gel jimareka zêde xwendekarên ku bêyî rawestan behsa siyasetê dikin, bibû heval. Pûte dida wan û her hevalîniya wan dikir. Demê parê wî heba jî, bûhayê xwerin û vexwerina wan jî dida.

Xwendina xwe tewaw kir û bû parêzer. Beşdarî gelek dewayan bû û derket, lê di hemûyan de jî bin ket. Rojekê, ji rojnameyan xwend ku hevalekî wî yê berê bûye parlementer.

Dîsa wek berê li pey hevalê xwe ket. Dest bi karên wî yên taybet kir. Hevalê wî yê ku çûbû parlemenê, rojekê bû wezîr. Piştî şeş mehan jî Jean Marin bû endamê Dezgeha Dadgeha Bala.

Demê bû endamê Dezgeha Dadgeha Bala, dest bi quretiyê kir, xwe têk da û berze kir. Her tim di nava kolanan de digeriya da xelk wî bibîne, bizanin ku ew endamê Dezgeha Dadgeha Bala ye. Ji vê çendê gelekî zewq werdigirt. li gel firoşgeran, rojnamefiroşan, nexasme li gel xwedanê faytonan jî, demê ji bo babetê herî kêrnehatî jî axivtiba, bi gotina "ez wek endamê Dezgeha Dadgeha Bala...." dest bi axavtinê dikir.

Jean Marin hêzek ji erk û pîşeyê xwe wergirtibû û ji ber bandora mirovê bi hêz û mezin, hestek li gel wî dirust bibû û hez dikir mirovan biparêze. Di her delîveyekî de bêyî rawestan bi comerdî alîkariya her kesekê dikir. 

Demê li ser kolanê yekê nasyar dîtiba, bi helwîsteka xweş ber bi wan ve diçû, bi dilsozî destên wan diguvaşt û bêyî ku ew bersiv bidin digote wan, "Hun dizanin ez endamê Dezgeha Dadgeya Bala me, ji bo xizmeta we amademe. Ez çawa dikarim alîkariya we bikim, qet xwe negirin bibêjne min. Ji ber erkê xwe ez mirovekî giringim". Paşê jî, hevalê xwe dibire kafêyekî, demê ji gerson daxwaza kaxezekê jî dikir wek her carê digot, "Bila perek be, nameya raspardinê dinivîsim".

Û bi vî awayî li kafeyên bajêr yên herî bi navdar, rojê belkî  bîst, sîh yan jî pencî nameyên raspardinê dinivîsî. Li van kafeyên bi nav û deng, nameyên raspardinê ji bo hemû karmendên dewletê heta dadwer û wezîran jî dinivîsî. Evê çendê dilÅŸadiyek dida wî.

Rojekî ji mal derket û ber bi karî ve çû. Baran dibariya. Dudilî bû ku li faytonê siwar be yan ne. Lê siwar nebû û bi rê ve çû.

Baranê geştir kiribû, hemû kolan û piyarê di nav avê de mabûn. Mosyo Marin ji bo hêj zêde ter nebe bi neçarî xwe avête bin derazinka dergehekî. Metranekî porsipî û kalemêr jî xwe gehandibû wê derê. Marin berî ku bibe endamê Dezgeha Dadgeha Bala hîç ji ayîndaran hez nedikir. Lê piştî ku kardînalekî ji bo babeteka giring bi wî şêwirîbû, êdî pûte dida ayîndaran.

Baran bi gujeguj dibariya.te digot qey asiman kun bûye. Marin û metran da xwe ji heriya ku ji rêkê dipeke biparêzin, bi neçarî çûne mala ku li ber dergehê wê ne. Marin her tim hez dikir xwe nîşan bide, lewma jî pir diaxivî, vê carê jî xwe negirt û got:

- Çi seqayeka naxweşe, ma ne metranê birêz?

Metranê kalemêr bi hêdika xwe ber bi xwerê tewand:

- Belê Mosyo, ji bo mirovekî wek min sebaret çend rojan hatiye Parisê, eve hêj xirabtir bû.

- Yaa hun ji gundan hatine?

- Belê mosyo ji bo çend rojan hatim.

- Bi rastî jî, ji bo yekê wek we ku bi tenê ji bo çend rojan hatiye paytextê, ev barane pir tişteka na xweşe. Lê ji bo me fermanberên dewletê ewên ku hemû rojên salê li Parîsêne, eve ne çi tişteka giringe...

Metran çi bersivek neda wî. Li derve dinêrî. Baran hindekî kêm bibû. Wek çawa jin dehmenên xwe hildigrin, metranî ji nişkê ve cupeya xwe kêşande jor.

Demê Marin dît metran xwe amade dike da biçe, gazî wî kir û got:

- Hun şil û pil dibin metranê birêz. Çend xulekan xwe rabigrin, bila baran raweste paşê herin.

Metranê kalemêr bi awayekê dudilî hindekî rawestiya, paşê dest bi axavtinê kir. 

- Ez bi lezim, neçarim biçim. Pêdiviye xwe bigehinim jivaneka giring.

Marin bi awayekî xembar got:

- Erê, ma ez dikarim bipirsim ku hun diçin kê derê?

Metran hindekî rawestiya paşê bersiv da û got "ber bi koşka mîrî ve".

- Ya?, destûrê bidin min metranê birêz ez çetrê xwe bidime we. Ez jî diçime Dezgeha Dadgeha Bala, ez endamê Dezgeha Dadgeha Bala me.

Metran li Marin nihêrî û got:

- Pir sipas dikim Mosyo, bi xweşhalî wê çetrê werdigrim.

Marin kete destê metran û bi rê ve çûn. Demê bi rê ve diçûn rêk nîşanî wî dida, bi başî berê xwe dida wî û hindek agehdarî didane wî.

- Ji wê ava baranê agehdar bin metranê birêz. Bi taybet jî ji erebaneyan agehdar bin... çinku heriya ku ji tekerên erebana dipekin, ser û berê mirovan dikin herî. Ji çetrên dewrûbera xwe jî agehdar bin. Serê çetir bo çavan zor metirsîdarin. Çi giringiyê nadine dewrûbera xwe û çetrên xwe li ser rûyê mirovan didin. Ji bo çi kesî xwe naêşînin. Tu dibêjî qey hemû bajêr yê wane. Bi hizra min perwerdeya wan dihête paşguhkirin.

Marin piştî van gotinên xwe keniya. Metran çi bersivek neda wî. Gavên xwe bi nazikî dihavêt da pêlav û cupeyê xwe herî neke.

Marin dîsa dest bi axavtinê kir:

- Bê guman hun hindekî ji bo zewqê hatine Parîsê, ma ne?

 Metran got:

- Nexêr, ji bo karekî hatim.

- Ya, ma karekî giringe? Hun dikarin bibêjne min ka ev kare di derbarê çi de ye? Heger ez bikaribim alîkar bim, ez amademe xizmeta we bikim.

Wesa diyar bû metran diltengî bibû.

- Na! Karekî taybete û hinde ne giringe. Di navbera min û pîskopos de arîşe hene. Pêywendî bi we nîne, eve arîşeka dêrê ye.

Mosyo Marin bi bêhedarî bersiv da û got:

- Lê babetên bi vî rengî karê Dezgeha Dadgeha Balaye. Belkî ez dikarim alîkariya we bikim di vê rewşê de.

Metran bersiv da û got:

- Belê mosyo, hun camêrin, jixwe ez jî diçime Dezgeha Dadgeha Bala, pêdiviye ez Mosyo Lerepêre û Mosyo Savon û belkî Mosyo Petitpas jî bibînim.

Jean Marin çû nava babetê:

- Ew hevalên minin metranê birêz. Ew baştirîn dost û hevpîşiyê minin. Mirovên qencin. Êz dikarim we ji bo hersêkan jî pêşniyar bikim, hun ji min bawer bin.

Metran ji bo mosyo Marin spas kir û bi awayekî ne diyar kire minemin. Marin pê gelekî xweşhal bibû.

- Hun dikarin kêfxweş bin ku hun mirovekî bextewarin metranê birêz. Hunê bibînim bi saya min hemû karên we çareser dibe.

Hatine Dezgeha Dadgeha Bala. Marin metran bire jûra xwe, piştî ku cihê rûniştinê nîşanî wî da ew bi xwe jî li pişt mêza xwe rûnişt û dest bi nivîsînê kir: "Hevpîşeyê min birêz, rêzdar û hêjatirîn endamê dêra me metranê birêz mosyo...."

Rawestiya û berê xwe da metran û ji wî pirs kir, "navê we bi xêr"

-  Metran Ceinture.

Marîn dîsa dest bi nivîsînê kir:

"... birêz metran Ceinture, ewê ji bo we behsa karekî biçûk bike, ji ber vê çendê hewceyî alîkariya we ye. Hevpîşê min ye birêz, ez dilniya me ku hun alîkariya wî dikin...".

Û bi peyvên her carê yên rêzgirtinê jî nivîsî û nameya xwe qedand.

Jean Marin piştî ku karê xwe qedand çû mala xwe. Demê bû şev xew kir. Li beyanî, yekem karê wî anîna rojnameyan bû.

Yekem rojnama ku da destê xwe rojnameyeka layangirê hizrên radikal bû. Tê de nivîsek bi navê "Ayîndar û fermanberên dewletê" hebû û dest bi xwendinê kir:

"... em dê berdewamî bidin nivîsîna karên ayîndaran yên ne baş. Endamekê tarîqata cizvîtan aşkire bibû li beramberî hikumetê nexşe danaye, piştî hindek helwîstên wî yên nemerdî ku em nikarin li vê derê aşkire bikin, vegeriyabû ser karê metraniyê. Guman li ser wî heye ku ew endamekî berê yê tarîqeta cizvîtane, ji ber vê çendê ji layê pîskopos ve ji kar hatiye avêtin û da vê rewşa xwe şîrove bike hatibû daxwazkirin ji bo Parîsê. Ev metranê bi navê Ceinture, ji layê endamekî Dezgeha Dadgeha Bala ve bi dil û can hatiye berevanîkirin û şerm nekiriye ji bo vî bê arê cupeyî nameyê raspardinê jî nivîsiye û hinartiye ji bo hevpîşeyên xwe. Em vê helwîsta endamê Dezgeha Dadgeha Bala ya bêwate radigehînin û vê rewşê pêşkêşî nêrîna wezîrî dikin...."

Mosyo Marin, wek tîrekî ji cihê xwe pekiya, yekser cilê xwe li xwe kir, xwe gehande hevpîşeyê xwe Petitpas. Petîtpas jê pirs kir û got: "Ma hun dîn bûne? Vî kalemêrê planger pêşniyarî min dikin".

Marin dikire kikekik diaxivî wêk dîn bûye.

- Nexêr... hun jî dibînin hatime xapandin... wesa diyar dikir ku mirovekî pir bi namuse. Fêl li min kir û bi namerdî ez xapandim... tikaye, wesa bikin ku bila ew tûşî sizayeka giran be. Ez dinivîsim, ka bibêjine min ji bo kê binivîsim da siza bidine wî. Ez diçim nik dawakarê giştî û serok pîskopos, belê serok pîskopos...

Marin ji nişkê ve li pişt mêza mosyo Petitpas rûnişt û dest bi nivîsê kir:

"Monsenyor destûrê bidine min da pêşkêşî pêzanîna we bikim ku niyaza min ya baş ji layê metranê bi navê Ceinture ve bi neqencî hatiye bikarhînan û ez bûme qurbana fêlên wî. Ez bi derewên ayîndarekê ve xatime xapandin..."

Marin name wajo kir, devê kaxezê girt, mor kir û paşê vegeriya ser hevpîşê xwe, hevpîşê wî gote wî:

"Dibînî ma ne dostê min yê ezîz? Bila eve ji bo we bibe ezmûnek û çi caran, ji bo çi kesekî nameyên raspardinê nenivîsin!"

 

(xxx5 Åžubat 1884)

 

Dîroka girtina ser: 18.08.2010 00:52:29

ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN

hîna şirove nehatiye kirin...

Şirove bike/Zanyarî bigre ser

Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...

Navê we/Paşnavê we *

Navnîşana-e

Berfirehiya şirovê *

>

Nûçeyên dîtir...