Dîzayî: Perwerde bu sedemê nûbûna gelê Kurdistanê DÎZAYÎ: PERWERDE BU SEDEMÊ NÛBÛNA GELÊ KURDISTANÊ

Dîzayî: Perwerde bu sedemê nûbûna gelê Kurdistanê




Wezîrê Perwerdê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dîzayî da xwiyakirin ku perwerde li Herêma Federal a Kurdistanê buye sedemê ji nûve bixwe bawerkirinê. Sefîn Dizayî li ser perwerdeya Herêma Kurdistanê axivî û diyar kir ku di dema Rejîma Saddam de perwerdeya li dibistanan dihat dayîn bi tevahî sistemeke nîjadperest û şovenîya Rejîma Baasê bû.

Dîzayî, da zanîn ku dema di salên 1991ê de Kurdistana Başûr bidest xistin, Kurdistaneke talankirî ji wan re mabû û bal kişand ser rol û keda mamosteyan: "Divê em rola mamosteyan li ber çavan bigrin, di nav wan şert û mercan de projeyek ya perwerdê pir girîng bû. Herwiha tê zanîn di wê demê de ambargoyek ji aliyê welatên derdor û Neteweyên Yekgirtî (NY) ve hebû. Lê belê gel û mamosteyên me bi îradeya xwe ya bihêz li hemberî van zehmetiyan rawestiyan û nehiştin perwerde raweste. Lewra îro em gihane vê qonaxê û dema em li salên 1991-î binêrin li tevahiya Kurdistanê hezar û 320 dibistan hebûn, di wan dibistanan de jî tenê 480 hezar xwendevan hebûn. Lê îro jimara xwendevanên li Kurdistanê dixwinin gihiştiye milyonek û 500 hezar û ya dibistanan jî 5 hezar 600."


’Komkujiyê psîkolojiya gel têk da’

Dîzayî, balkişand ser komkujiyên salên 1987 û komkujiya Helepçe û wiha axivî: "Gelê Kurdistanê di komkujiyan re derbas bûbû. Lewra bi destpêkirina perwerdê, ji ber ew êş û jan hê nûbun û serê gel jî tevlîhev bû. Derketina perwerdê bû sedemê bawerî û bihêzbûna gel. Ji bo me perwerde ne tenê fêrkirina alfebeyekê bû. Berî her tiştî ji xwe bawerbûna dinav kesayetiya Kurd de bihêzbûnek bi xwere anî." Sefîn Dizayî amaje bi wan zor û zehmetiyên ku di beşên dersan de jî çêdibû da û got. "Di beşên wek Zanyarî, Biyolojî, Bîrkarî û İngiizi de me zehmetî dikşand, sedemê wê jî nebûna mamosteyan bû."


’Saziyên Perwerdê yên Fezayê di jêr çavdêriyê de ne’

Wezîrê Perwerdê Sefîn Dizayî behsa dibistanên Fezayê (Kolejên Işık) jî kir û wiha pêde çû: "Dibistanên Fezayê di salên 94an de hatin Kurdistanê, wê demê şert ne pir baş bûn û wan jî bê ku pereyan bistînin xizmet kirin, bi vî awayî heta sala 2002an berdewam kirin. Piştî wê perwerde bû bi peran û niha li tevahiya Herêma Kurdistanê çar dibistanên wan hene, di van dibitsanan de İngilizi, Kurdî, Tirki û Erebî perwerde tê dîtin". Herwiha Dizayî bibîrxist ku mercên ji bo wezareta wan derbas bidin bo wan jî derbas dibe ev mer ne tenê ji bo Fezayan bo hemû dibistanên taybet yên biyanî derbas dibin.


’Hebuna Fezayan heta niha tu pirsgirêk bi xwe re neanîne’


Dizayî, ragehand ku hebuna Fezayan (Kolêjên Işık) heta niha tu pirsgirêk bi xwere neanine û ji nêzîk ve çavderiya xebatên wan dikin ji ber perwerde karekî hesas e û divê ew jî bi awayekî pir hesas van xebatan bişopînin û wiha dirêjî bi axaftina xwe da: "Perwerdekirin karekî pir bingehîn e, divê em perwerdeyeke serkeftî bidin, zarokên vî gelî bi awayekî serkeftî pêş bixin da rojekê xizmetê ji bo gelê xwe bikin." Sefîn Dizayî balkişand ser zimanê dayikê jî û wiha pêde çû: "Perwerdeya bi zimanê dayikê mafê her neteweyekê ye, li her derê divê zimanê dayikê hebe û piştî wê jî ew dayîk û bav dikarin zarokên xwe fêrî zimanên din bikin, niha ev şert li Kurdistanê heye ku herkes bi zimanê dayikê bixwine û zimanên din jî fêr bibe."

’Rêjeya Perwerdeya li Kurdistanê gihiÅŸtiye ji sedî 87’


Dizayî, herî dawî li ser sîstema perwerdê ya li Herêma Kurdistanê rawestiya û axaftina xwe wiha qedand: "Li Kurdistanê ji bo bilindkirina rêjeya perwerdê ji xeynî xwendevanên normal sîstema ku jêre dibêjin ’xwêndina bilez’ yani salekê hesabê du salan dikin heye. Ev na jî bo wan xwendevanan ne ku di dema ÅŸer de perwerdeya xwe nêvî hiÅŸtine. Herwiha sistema ’nehiÅŸtina nexwandevanî’ heye. Rêjeya xwendevanên li Kurdistanê yên di salên 2000-î de nedixwendin ji sedî 37 bû. Ev rêje dinav deh salan de ket jêr ji sedî 17an. Armanca me di sala 2015an vê rêjeyê bixin jêr ji sedî 10an."

Rudaw-Jêder: NetKurd

Dîroka girtina ser: 26.11.2010 11:31:03

ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN

hîna şirove nehatiye kirin...

Şirove bike/Zanyarî bigre ser

Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...

Navê we/Paşnavê we *

Navnîşana-e

Berfirehiya şirovê *

>

Nûçeyên dîtir...