Pêşangeha 2010 ê ya Pirtûkan dest pê kir PÊŞANGEHA 2010 Ê YA PIRTÛKAN DEST PÊ KIR

Pêşangeha 2010 ê ya Pirtûkan dest pê kir




Pêşangeha sala 2010 a ya Pirtûka li bajarê Elmanya Frankfurtê roja bihûrî (06.10.2010) ê dest pê kir. Her sal vê demê pêşangeha pirtûkan ya cîhanî li Frankfurtê tê lidarxistin.

Pêşangeha pirtûkan ya cîhanî, piranî ji 4 hetanî 6 rojan didome. Du sê rojên destpêkê karmend, nûner û kesên berpirsiyar yê welatan, yê sazî û dezgehan, yê weşanxaneyan hevûdû dinasin, peywendî li gel yek dideynin. Hizir didin û distînin. Kesên nivîskar pirtûkên xwe û xebatên xwe didin nasîn. Panel têne amadekirin û di derbarê pirtûk û wêjeyê de civîn têne lidarxistin.

Pêşangeha îsal jî bi vî rengî dest pê kir. Wekî hersal îsal jî pêşangehên Kurdan jî di nava pêşangeha giştî ya cîhanî de cî girtin. Bi navê Hikumeta Herêma Kurdistanê pêşangeh hatibû vekirin. Wekî din jî pêşangeha weşanên Mezopotamya hatibû danin. Pêşangeha Mezopotamya di beşa pêşangehyê ya bi hejmara 5.1 ê de hatiye danînin. Li jêrê jî pêşangeha Kurdistanê di beşa 5.0 ê de hatiye danîn.

Lê mixabin li gorî salên bihûrî weşanxana û kesên wêjevan xwe di vê xebata hêja de kêm dihêlin. Li gorî salên bihûrî Kurd şûna ku vê xebata cîhanî ya mezin bêhtir bibînin û beşdar bibin, mixabin îsal beşdarbûn kême. Pêşangehyên Kurdan jî hatine piçûkkirin û ya herî giring jî aleya Kurdistanê jî vê carê hatibû piçûkkirin.

Em hêvîdarin ku Kurd vî derfetê mezin yê danasîna wêjeya xwe ji bo tevayî cîhanê bi awayekî baş binirîxinin. û em hêvîdari ku Kurdên ku herin serdana pêşangehê bi bêhêvîtî venegerin malên xwe.
Dîroka girtina ser: 08.10.2010 03:56:29

ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN

hîna şirove nehatiye kirin...

Şirove bike/Zanyarî bigre ser

Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...

Navê we/Paşnavê we *

Navnîşana-e

Berfirehiya şirovê *

>

Nûçeyên dîtir...