Peykerê ku ji tirsê herifî PEYKERÊ KU JI TIRSÊ HERIFÎ

Peykerê ku ji tirsê herifî-Serhildana 12-ê Avdara 2004-ê li rojavayê Kurdistanê

Meksîm Îsa: Peykerê ku ji tirsê herifî (Serhildana 12-ê Avdara 2004-ê li rojavayê Kurdistanê)
 
Pêşgotin
 
Serhildan ew e, dema ku mirov li hemberî karekî ne rewa, stem, binpêkirin an jî standina mafekî rewa serî hildide û nepejirandina xwe ji vî karî re eÅŸkere dike û bi xurtî bersiva xwe dide.Wek ku tê zanîn, gelê kurd ji roja hebûna xwe ve û heya roja îro pêrgî stemkarî, çewisandin û binpêkirinê hatiye. Ewî her demê bi berxwedan û serhildanan bersiva xwe daye. Di dîroka Kurdan de gelek serhildanên pîroz pêk hatine, wek serhildana 1925-ê a Şêx Se’îdê Pîran li bakurê Kurdistanê û serhildana başûrê Kurdistanê ya sala 1991-ê. Gelê rojavayê Kurdistanê her demê bi hêza keç û xortên xwe tev li serhildan û ÅŸoreşên beşên Kurdistanê yên din bûne û heya roja îro jî gelek ji wan hîn tev ÅŸervanên çiyayên Kurdistanê ne.
 
Di 12-ê Avdara 2004-ê de li rojavayê Kurdistanê cara yekê miletê kurd serî hilda. Wek her kes dizane, ku ji roja partiya yekê ya Kurdan di sala 1957-ê hatiye damezirandin û heya aniha tu bûyer bi awayê 12-ê Avdarê çê ne bûne. Gelê kurd li rojavayê Kudistanê û tevgera wî ya siyasî her demê bi awayekî aştiyane xebitîne. Helbet sedema vê yekê jî ew e, ku ne rewş ne jî erdnîgariya Sûriyê alîkar in, ku serhildaneke çekdarî bête amade kirin. Herwiha ne rojekê jî xebata çekdar ketiye bernameyên partiyên rojava de.
 
Serhildana 12-ê Avdara 2004-ê bûyereke gelekî balkêş bû, nexasim ji bo rêjîma Sûriyê. Rêjîmê tu carî bawer ne dikir, ku dê gelê kurd bi vî awayê tund bersivê bide. Lê piştî ku rêjîmê ya xwe kir, li seranserî herêmên Kurdan li Sûriyê teqiya û li bajarine mezin jî xwepêşandan li dar ketin. Gelê kurd di wan rojan pir xwîn rijand û Kurd bi dehan pakrewan bûn, bi sedan birîndar bûn û bi hezaran jî ketin zindanê de. Kurdên rojavayê Kurdistanê di rojekê de erd hejandin û cîhan tev bi xwe hesandin. Ya herî girîng ew bû, ku gelê kurd dîwarê tirsê herifand. Ew tirsa ku keti bû dilê her kesî de wek firek av çû. Ne tenê dîwarê tirsê hate herifandin, lêbelê peyekerên serokê Sûriyê yê berê Hafiz El Esed jî hatin herifandin. Hêrsa gelê kurd zora her tiştî bir. Êdî hew ber xwe didît.
 
Di vê gotarê de ezê li ser destpêka vê bûyerê rawestim, herwiha ezê sedemên bingehîn li gorî baweriyên xwe- ji vê serhildanê re bînim zimên. Helbet pêwîst e, ku em bizani bin, ku armancên rêjîmê ji afirandina vê pîlanê çi bûn. Herwiha ezê hewl bidim, ku ez armancên gelê Kurd jî ji vê serhildanê diyar bikim. Li dawiyê ezê encamên vê serhildanê bidim xuyakirin û herwiha emê çawa kari bin sûdê ji bûyerên wiha wergirin, ku careke din biqewimin?
 
 2. Peykerê ku ji tirsê herifî
 
2.1.Bûyera yarîgeha gogê li bajarê Qamişlo
Di roja 12-ê Avdara 2004-ê de yariyeke gogê di navbera taximê Cîhad ê bajarê QamiÅŸlo û yê Fitiwa yê bajarê Dêra Zorê li yarîgeha bajarê QamiÅŸlo hebû. Weke her carê hezdarên gogê yên herdû taximan ji danê sibehê ve amadekariyên xwe dikirin, da ku piÅŸtgiriya taximê xwe bikin. Lê tiÅŸtê ku bû ne asayî bû. Ji destpêka katjimêrên sibehê ve alîgir û hezdarên taximê Fitiwa yê Dêra Zorê ji Otobîsên xwe daketin û xwe berdan nava kolanên bajarê QamiÅŸlo û êdî dest bo sixêf û gotinên bêrêz derbarê serok û rêberên Kurdan de kirin. Herwiha êrîşî hinek dikanên Kurdan jî kirin. Bi vî awayî û bêyî ku tu kes îşê xwe ji wan bîne, berê xwe dan yarîgeha bajêr beriya alîgirên taximê Cîhad. Helbet alîgirên Fitiwa ji aliyê ewlekariyê ve ne hatin velokirin[1]. Di gel wan hinek çekên sivik jî peyda bûn.Gelê me yê belengaz berê xwe da yarîgehê, lê nizanî bû çi sosret li pêşiya wî ye! Di wê xuleka ku ew derbasî yarîgehê dibe, cemawerên Fitiwa êrîşê wan dikin, çi bi kevir çi jî bi qehfikên tepilkên xwe. Çend kes ji wan wêneyê dektatorê ÃŽraqê, yê ku Kurd qir kir, Sedam Hisên bilind kiri bûn. Herwiha wêneyê serokê Sûriyê BeÅŸar El Esed jî di destên wan de hebûn û bi hêrsek mezin sixêfên xwe berdewam kirin û êrîşa xwe germtir kirin. Heya ku pevçûn di navbera alîgirên herdu taximan de pêk hatin. Gava ku bûyer mezin bû hêzên ewlekariyê derbasî nav meselê bûn, lê ne ji bo ku wê çareser bikin, ji bo wê ji nû ve gur bikin. Ewan bi fermanekê ji parêzerê Hesiçayê yê berê Selîm Kebûl, bi guleyan êrîşê cemawerên kurd kirin û di encamê de gelek birîndar bûn, û herwiha hinek jî pakrewan bûn. Paşê fermana parêzerê Hesiçayê nivîsikî eÅŸkere bû, ku tê de hati bû: “Komara Erebî ya Sûriyê/Parêzgeha Hesiçayê/Nivîsgeha pêkhêner/Hejmar: 2/690/Mêjû: 12.03.2004”.
Gelekî nihênî: Li gorî civîna awarte ya komîteya ewlekar di roja Înê ya vê mehê de û bi beşdariya parêzerê Hesiçayê û serokên şaxên ewlekar li parêzgehê ev ferman hatin standin:
1-      Rawestandineke tund li hemberî wêrankirinê li bajarên me yên li parêzgeha Hesiçayê û berdana guleyan li hemû kesên, ku tevliheviyê û kînên zavî (taîfî) gur dikin û li çi kesê ku bi yekîtiya axa erebî ya Sûriyê dilîze!
2-      Binçavkirina çi kesê, ku ji 10-60 salî be, ku rêzê ji zagonan negire!
3-      Hemû ÅŸaxên ewlekar karê xwe li gorî yasaya awarte pêk tînin!
       Parêzerê Hesiçayê û serokê nivîsgeha pêkhêner (Dr. Selîm Kebûl)”[2]
 
2.2.Sedemên serhildanê
Di baweriya min de gelek sedemên wê hene. Sedema sereke ji vê bûyerê re serkeftina Kurdên başûr û rûxandina rêjîma Sedam Hisên bû. Piştî êrîşa DYA[3] li ser Îraqê, herêma Kurdan li bakurê Îraqê kete qonaxeke nû de. Helbet serkeftineke balêkş bû ji hemû Kurdan re. Lewre jî Kurdên rojava kêf û dilxweşiya xwe jî anîn holê. Li hemberî vê kêfxweşiyê destine qirêj, ku dixwestin tolê ji rûmeta gelê kurd hilînin, kîna xwe eşkere kirin. Ewan pîlanek ji bo Kurdên rojava amade kiri bû, da ku waneyekê bidin wan, ku êdî ew rojekê ji rojan wek Kurdên başûr tiştekî bi serê wan nekin. Tiştê ku vê sedemê pesend dike ew e, ku alîgirên taximê Fitiwa ew siloganên qirêj li dijî serok û rêberên Kurdan li kolanên Qamişlo bang dikirin.
 
Sedema didoyê jî ew bû, ku piştî bûyera 1986-ê a ku li Şamê pêk hat, ku tê de Silêman Adê pakrewan bû, ev cara yekê bû, ku bi vî awayê hovane Kurd li kolanan bi dehan bi guleyên leşkerên Sûriyê têne kuştin. Dezgeha Kurdwatch di raporeke xwe de tewanbariyên rêjîmê diyar kiriye û wiha gotiye:
„ Nûnerên hikûmeta Sûriyê, di nav wan de cîgirê serok Eb­dilhelîm Xedam, »hêzên biyanî« bi bikaranîna pirsgirêkên li herêma kurdî ji bo armancên xwe gunehkar kir. Alavên ragihandinê yên fermî bûyer mîna karê çeteyên (îsabey­Ãªn) ji derve tên kontrolkirî û muxeribên ji dewletên cîran bi nav kirin, yên armanca wan ew e ku tekûzbûna Sûriyê têk bibin.“[4]
 
Sedema ku bûyer gurtir kir ew bû, ku hêzên ewlekariya Sûriyê gelek welatiyên ereb ên şarewer[5] bi çek kirin. Ji beriya vê bûyerê ve jî gelek êlên Ereban hebûn, ku bi kîn û dexisiyeke bêhempa li Kurdan dinihêrtin û her demê li behaneyekê digeriyan, da ku Kurdan bêşînin. Desthildariya Sûriyê jî ev xal ji xwe re bi kar anî. Ewlekariya Sûriyê piştgirî da van êlan ku xwe amade bikin, ji bo dikan û arziyên Kurdan talan û wêran bikin. Evê yekê hişt ku kolanên Qamişlo bikelin û bibin meydanek ji şer û pevçûnan di navbera Kurd û Ereban de.
 
Herwiha rewşa aborî ya wêran, proje û pîlanên rêjîmê yên berê û qedexkirina çalakiyên gelêrî û çandî yên Kurdan, wek cejna jinê di 09.03.2004-ê de, bûne sedem û ketin ser hev de heya ku di 12-ê Avdara 2004-ê de teqiya. Di serhildanê de hem rêjîmê hem jî êlên erebî, gelê kurd bi parçekirina xaka Sûriyê û hewldana girêdana wî parçeyî bi welatekî biyanî ve tewanbar kir û her tişt ji xwe re rewa kir, da ku êrîşî Kurdan bikin û tolê ji wan hilînin.
 
2.3.Armancên rêjîmê
Helbet rêjîma Sûriyê bi afirandina vê pîlanê armancine xwe hebûn. Armanca sereke -di baweriya min de- ew bû, ku çavên Kurdên rojava biÅŸikînin û nehêlin ku mîna yên başûr doza mafên xwe  bikin, nexasim piÅŸtî serkeftina Kurdên başûr. Ji bo ku vê carê bi çekan pîlana xwe pêk bînin, ewan bi xwe gelek welatiyên ereb bi çek kirin, da ku nakokiyeke mezin di navbera welatiyên herêmê - Kurd û Ereb- de pêk bîne, bêyî ku bi awayekî berbiçav destê wê di meselê hebe! Lewre jî wan derfet da Ereban, ku êrîşî dikanên Kurdan bikin û wan talan û wêran bikin.
 
Armanca didoyê ew bû, ku ew vê carê nakokiyekê têxin navbera gelê kurd û tevgera wî ya siyasî li Sûriyê. Ji ber wiha jî hêzên ewlekariyê xwest bêtir milet bêşîne û derbeya mezin berê lê bixe, ne li endamên serkirdayetiya tevgerê. Helbet di wan rojan hinek lîderên kurd hatin girtin, lê piÅŸtî çend katjimêran dîsa serbest hatin berdan. Armanc ew bû, ku ew ji gelê kurd re bêjin, ku tevgera wan a siyasî bi kêr nayê û ne hêja ye, ku rêberiya wan bike! Mixabin di rewÅŸeke wiha de, ku ji niÅŸka ve bi ser miletê me û tevgerê ve hati bû, ku ew herdû jî ji rojeke wiha re ne amade bûn,  gelek tevlihevî û nakokî derketin.
 
Wekî din jî bi talankirin û wêrankirina dikan û arziyên Kurdan ziyaneke aborî mezin gihîşte Kurdan, nexasim li bajarên Kurdan, yên ku rêjeya Ereban lê pir bû, wek Hesiça û Serê Kaniyê. Diziyeke eşkere di bin çavdêriya hêzên ewlekariyê dibû. Li Kurdan çûn, hatin û ger qedexe bû. Vê yekê derfet dida gelek destên gemarî, ku dest bavêjin mal û milkên Kurdan.
 
Herwiha rêjîmê dixwest bi vê pîlanê tirs û sawê di dilê gelê kurd de biçîne, da ku pesend bike, ku ew xwedan hêzeke bêhempa ye, lê ewê hesab ne kiri bû, ku lehiyek dê were û gelek tiştên pîroz ên rêjîma Sûriyê li ber xwe bibe. Ewan hesab dikir, ku êdî bi girtina gelek welatiyên kurd, dê sûdeke aborî jî wergirin. Ji ber ku dê her kes hewl bide, ku bira, bav, heval û dostên xwe ji nav destên wan derxe. Helbet wek ku her kes jî dizane hêzên ewlekariyê bi vî awayî û bi salan perene baş ji van kiryaran derdixin.
 
Aramncên rêjîmê kûr û dûr bûn û ya herî girîng ew bû, ku bihêlin vê carê gelê kurd bi çekan şerê wê bike. Ev xwesteka ku rêjîm bi salan lê digere û bi dest wê nakeve. Lê gelê kurd û tevgera siyasî ji vê yekê re hişiyar bûn û ev xewna rêjîmê jê re hiştin. Bi giştî ez dikarim bêjim, ku armancên rêjmî ne gihîştin serî. Wek ku Kurd dibêjin: Hesabê malê û sûkê li hev ne hat.
 
2.4.Armancên gelê kurd
Dema ku videoyên serhildanê gihîştin min û min lê temaşe kir, dengê xortekî kurd hate min, ku digot: Gelî xortan! Divê xwîna Kurdan belaş neçe! Ne tenê li Qamişlo, li sernaserî herêmên Kurdan, Efrîn, Kobanî, Hesiça, Dirbêsiyê, Serê Kaniyê, Dêrikê, Tirbespiyê û li bajarine mezin ji bilî yên Kurdan mîna Şama paytext û Helebê, gel derkete kolanan. Wek lehiyekê, ku her tiştî li ber xwe dibe, dest pê kir. Armanc ew bû, ku divê rêjîm nas bike, êdî xwîna Kurdan ne erzan e. Êdî tu kes li dinyê tevî nikare mal û milkên miletekî jê bistîne ango wî tune bike.
 
Milet jî baş nas dikir, ku rêjîm ji serkeftina Kurdên başûr dike biteqe. Lewre jî silogana ku heya aniha tê bîra, ku dihate gotin ew bû: Kurdistan yekperçe ye Qamişlo Helebçe ye! Ev bersivek bû ji rêjîmê re ku gelê kurd jî yekperçe ye û xwîn tu carî nabe av.
 
TiÅŸtê herî balkêş di serhildanê de herifandina peyekê serokê Sûriyê yê berê Hafiz El Esed bû. Vê bûyerê mejî di serê rêjîmê de ne hiÅŸt. Milet bi vê yekê dîwarê tirsê jî herifand. Ew dîwarê ku rêjîma Sûriyê bi rêberiya Partiya Be’is bi salan ava kiri bû, di çend katjimêran bi destên xortên kurd hat xwar. Gelê me bi awayekî aÅŸtiyane derkete kolanên QamiÅŸlo û bi awayekî eÅŸkere doza mafên xwe yên rewa kir. Li ser arme û alên wan hati bû nivîsandin, ku ew mafên xwe yên rewa di çarçeweya yekîtiya welat de dixwazin û venasîna Kurdan wek netewa didoyêdi Sûriyê dixwazin. Vê yekê pesend kir, ku tu hêz dê nikari be dîwarekî bixe navbera gel û tevgera wî ya siyasî de. Siloganên gel û daxwazên wan heman daxwazên tevgerê jî bûn. Gelê kurd dixwest rûmeta xwe biparêze û ji her kesî re bêje, ku tunekirina vî gelî dê tu carî pêk neyê û ev gel dê bijî, heya ku mafên xwe bi cih bîne û bi azadî, wekhevî û demokrasiyê ÅŸa bibe.
 
Kurdên rojava vê carê karî bûn, ku cîhanê tevî bi xwe bihisînin. Ev tişt ji rojên destpêkê yên serhildanê ve diyar bû, dema ku video gihîştin welatên Ewropayê, nexasim Siwêd, ku di medya xwe de derbarê vê bûyerê rawestiya û di TV-ya xwe de behsa wê kir. Armanc ew bû ku hêzên aştî û demokrasîxwaz yên navnetewî piştgiriya doza gelê kurd a rewa li Sûriyê bikin. Helbet Kurdên Ewropayê karî bûn heya radeyekê dengê gelê xwe bigihînin dezgehine mezin li Ewropa. Lewre jî ji teqîna guleya yekê ve derketin kolanên paytextên mezin mîna Broksel û Berlînê û xwepêşndên xwe yên aştiyane berdewam kirin. Bi giştî û her demê jî armanca gelê kurdan azadiya wî ye.
 
2.5.Encamên serhildanê
Di serhildanê de bi dehan Kurd pakrewan bûn, bi sedan birîndar bûn û bi hezaran jî ketin zindanên rêjîma Sûriyê. Herwiha ziyaneke aborî bi talankirin û wêrankirina mal û milkan  li Kurdan bû. Encamên serhildanê piÅŸtî rawestandina wê bi dawî ne hatin. Heya roja îro jî berdewan in. Ez dikarim bi kurtî girîngtirîn encamên wê bi nav bikim:
 
1-      KuÅŸtina Şêx Maşûqê Xeznewî di sala 2005-ê de.
2-      Girtina siyasetmedar û lîderên tevgera kurdî ya siyasî bi awayekî bêhempa piÅŸtî 2004-an, mîna MiÅŸel Temo, Hesen Salis û Mistefa Cuma û gelekên din û baskokirin û lawazkirina tevgera kurdî.
3-       Derxistina yasafermana 49-ê ya sala 2008-ê û ya ku ziyaneke aborî mezin li rewÅŸa Kurdên rojava kir.
4-      KuÅŸtin xortên kurd di ÅŸeva Newroza 2008-ê de li QamiÅŸlo.
5-      KuÅŸtina keçek û du xortên kurd di Newroza 2010-ê de li Reqayê.
6-      Derxistina biryara 2707 ya ku dora 285 cotkarên kurd ji zeviyên wan bêpar dike.
7-      Derxistina biryarekê ji wezareta hindur ya Sûriyê, ku dora 287 welatiyên kurd, ên ku li derve dijîn, ji mafên wan ên ÅŸarewerî bêpar dike û tewanbarkirina wan bi pêkanîna hin tewankariyan di mafê komara Sûriyê de.
8-      Åžerê aborî yê ku hiÅŸtiye heya aniha dora 250 hezar niÅŸtecihên parêzgeha Hisiçayê koçbar bikin, da ku herêm vala bibe û demografiya wê bête guhartin.
9-      KuÅŸtina leÅŸkerên kurd di artêşa Sûriyê de, ku hejmara wan ji 2004-ê ve û hey aniha ji 40 leÅŸkerî derbas bûye.
Ji bilî van encaman gelek tiştên din hene û dê hîn jî hebin
 
3. Dawîneya mijarê
Piştî vê bûyerê pêwîst e, ku tevgera siyasî ya kurdî û gelê kurd li Sûriyê baş hişiyar bin û babetan bi awayekî vaceyî[6] şîrove û analîze bikin. Helbet divê hesabê rojine girantir jî bêne kirin. Divê em wek Kurd jî hêza xwe nas bikin û bizani bin, gelo heya ku em dikarin û heya ku jî em nikarin karekî ji bo berjewendiyên xwe pêk bînin.
Li dawiyê jî dixwazim bêjim, ku ew peykerê Hafiz El Esed, yê ku hate herifandin û dîsa hate avakirin, dê her demê ji xwe bêje:
Heger vê carê bûyerek wiha biqewime, ezê ji ber tirsê xwe biherifînim.
Meksîm Îsa
Elmanya
(Ev gotar di 30.08.2010-ê de hatiye amadekirin. Ez vê gotarê bi helkeftina bîranîna serhildana 12-ê Avdara 2004-ê ya heftê belav dikim…)
Jêder û çavkanî 
KURDWATCH?Nivîsar 4, »Serhildana QamiÅŸlo« Destpêka »serdemeke nû« ji bo Kurdên Sûriyê? Ji weÅŸanên sala 2009-ê yên dezgeha Kurdwatch a Navenda Ewropî ji bo Lêkolînên Kurdî
????? ???? 2004, ?? ???????? ??? ?????? ??????? ???????, ?? ??????? ???? ??????? ? ??????? ???? ?????? ??????????? ?????? ?? ????? – ?????- ???? 2006
[1] Velokirin=Teftîşkirin 
[2] Ji pirtûka (????? ???????? ????  2004 ?? ???????? ??? ?????? ??????? ???????, ?? ??????? ??? ??????, ???? ??????? ? ???????), rûp 5,  ji erebî bo kurdî hatiye wergerandin.
[3] DYD: Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê.
[4] KURDWATCH?Nivîsar 4, »Serhildana QamiÅŸlo« Destpêka »serdemeke nû« ji bo Kurdên Sûriyê?, rûp 10
[5] Şarewer: Sivîl ango medenî.
[6] Vaceyî=Mentiqî
 
Dîroka girtina ser: 19.03.2011 16:57:14

ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN

hîna şirove nehatiye kirin...

Şirove bike/Zanyarî bigre ser

Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...

Navê we/Paşnavê we *

Navnîşana-e

Berfirehiya şirovê *

>

Nûçeyên dîtir...