ticle")
RS.Close
Set RS=nothing
end if
RSb.Close
Set RSb=nothing
end if%>
end if
RSb.Close
Set RSb=nothing
end if%>
S = Server.CreateObject("Adodb.Recordset")
RS.Open sql, conn, 1, 3
if not RS.eof then
Response.write RS("article")
RS.Close
Set RS=nothing
end if
RSb.Close
Set RSb=nothing
end if%>
Dîroka “evîna platonîk” a di dirêjahiya sedsala 20’emîn de di navbêra kurd û rûsan de rûda, ji gazinca kurdê aÅŸiq a li ser nankoriya rûs a maşûq pêk tê. Nêzîkbûna gelê Rûsya ya empatiyê û liberketina wan a ji bo kurdên bindest û nêzîkbûna gelê kurd ê ji ber bindestiya xwe hînî psîkolojiya lêgerîna piÅŸtgiriyê bibû ya ji bo “Sovyeta mezin/gelê Rûsya” ku weke rizgarker didît, di dirêjahiya sedsala 22’an de berdewam kiriye. Radeyeke wiha ya têkîliya watevî, di ti dema dîrokê de wernegeriyaye encamên siyasî.
Kurdîstaniyan tim û tim di nava xeyalên ku bi Rûsya’yê re dest bidin hev evîna xwe dianîn ziman, lê belê Rûsya, bi nazdarî û nazenînî hewldida ku kurdistanî li dervehi balkêşiya wê nemîne. Bi tevî ku Serokê kurd Mele Mustefa Barzanî ku 12 salê xwe li Rûsya’yê derbas kiribû di salên 70’yî ya sedsala derbasbûyî de gazincên xwe bi gotinên weke “Kurdan her gava rabûne raperînê ji rûsan alîkarî xwestine, lê belê ti carî bersîveke erênî ji wan wernegirtine” anîbû ziman jî, evîna kurdan a ji Rûsya’yê re tim berdewam kiribû.
Ev evîn, di dawiya salên 1990’an de ji bo kurdîstaniyan bi xeyalÅŸikestineke dûr û dirêj bi encam bû… Di sala 1991’e de gava ku Bush’ê bav li ÃŽraq’ê xist, kurdan bi pirsgirêkên giran re rûbirû hiÅŸt û xwe vedizand û ji ber vê helwesta Bush kurdan zulma nebûnê dikÅŸandin, ji aliyê din ve kurd ji helwestên Rûsya/Sovyetan a di aliyê Saddam de jî gelek xemgîn dibûn.
Wiha xûya dikir dawiya evîna platonîk a mezin dihat.
Rûsya, di sala 1998’an de xwedî li Serokê kurdan Abdullah Öcalan derneket. Ev yek jî bû darbeyeke herî mezin ku li sewdaya kurdan a ji Rûsya’yê re ket. Heta li gorî baweriya beÅŸeke girîng ê gelê kurd, “li dijî Öcalan û têkoşîna azadiya gelê kurd, Rûsya di komploya navdewletî de jî cîh girtibû.”
Di 2003’an de Rûsya ku li dijî dîktatoriya ÃŽraq’ê di nav hêzên hevpar ên navneteweyî de cîh negirt û piÅŸtgiriya Saddam kir, evîna kurdan a bê bersîv bi tevahî ji dest revand. Li Başûrê Kurdistan’ê avabûna Dewleta Federe ya Kurdistan’ê û avabûna Hûkumeta Herêmî ya Kurdîstan’ê ango bi gotineke din kêm be jî pêkanîna hesreta sedsalan a gelê kurd a ji bo dewletdariyê rûs’an xistibû nav tirs û xofê de.
Ji bo Rûsya’yê ku di çarçoveya siyaseta xwe ya li dijî Amerîka’yê de nêzî bûyerên li Rojhilata Navîn dibû, qêrînên azadiyê yên kurdan li ber gûhê wê ferqa xwe ji vize viza mêşekê pê ve tinebû. Kurdên ku siyasetê di nav tevkûjî û raperînan de hîn bûn, êdî ji bin nîrê hêviyên bê bingeha maddî û evîna bê bersîv derketibûn.
Kurdan fêm kiribûn ku çi ji bo “girtîxaneya gelan” Rûsya ya Çar, çi ji bo “bihûşta azadiya gelan” Rûsya’ya Sovyet’ê, çi jî ji bo Rusya’ya demokrat “a ji nîrxên gerdûnî re rêzdar” qîmetê wan ji bikarhatina maÅŸeyekê wirditir nebû.
Bi vî awayî ji salên destpêkê yên sedsala 21. û pê ve, çirûskên hêvî û baweriya dawî ya Kurdîstan’ê li hemberî Rûsya’yê vemirîn; têkîliyên kurdan û rûsan derbasî qonaxeke nû bû. Êdî kurd ji nêzîkatiyên îrrasyonel ango ne-rasteqîn ên li hemberî rûsan derbasî nêzîkatiyeke rasyonel ango rasteqîn bûn.
Bi sala 2003’an re bingeha siyaseta Rojhilata Navîn a Rûsya’yê hilweÅŸiya bû û nêzîkatiyên li hemberî kurdan ên weke “bikarbîne û bavêje” têk çû bûn, hatibin têk birin.
Bi gotineke din kowboyên Washîngton’ê mûjîkên (gundî-xulam) Moskowa’yê neçar hiÅŸtibûn ku li Rojhilata Navîn nalan bidin hev.
Rûsya li hemberî guherîna statukoyê û mêzênên li Rojhilata Navîn nerazî bû. Nêzîkatiya wê ya neyênî ya ji avabûna Herema Kurdistan’ê re, ji rewÅŸa rayedarên rûs ku bi israr ji bikaranîna bilêvkirina pevya “Kurdistan’’ê direviyan dihate fêmkirin.
Di 28’ê Cotmeh a 2007’an de dema ku li paytexta Hûkumeta Herêma Kurdistan Hewlêr’ê balyozxaneya Rûs hate vekirin, hingî di daxûyaniya Wezareta Karê Derve ya Rûsya’yê de bêyî ku peyva “Kurdistan” were bikaranîn dihate gotin ku “li bajarê ÃŽraq Erbîl’ê balyozxaneya Rûsya’yê hatiye vekirin.” Di berdewamiya daxûyaniyê de dema navên kesên di merasîma vekirina balyozxaneyê de cîh girtine dihate rêzkirin, ji bo Nêçîrwan Barzanî weke “Serokê Hûkumeta Herêma Federe ya Kurd” dihate behskirin ku ev yek dida xûyakirin dîplomatên rûs hêna di bin bandora dema Saddam de bûn.
Rûsya, bi taybetî ji bo li hemberî hewildanên DYA’yê yên “azadkirina ÃŽraq’ê” yên di salên 2003 – 2006’an de, di qada navneteweyî de bibe asteng, her wiha bi esasî Sûriye, bi qismî jî di ser ÃŽran’ê re bi rêyên îstîxbaratî cesaretê bide “berxwedanvan” ango bermayiyên Saddam ên li ÃŽraq’ê. Lê belê Rûsya, bi qasî ku nerazîbû ew çend jî bi temkîn bû. Moskowa ku ji aliyekî ve serê wê bi çeçenan re di belayê de bû, ji dengên dijber ên li dijî hikûmeta navendî ya Tatarîstan û BaÅŸkurdistan’ê bilind dibû bêzar dibû, ji aliyê din ve li hemberî bandora DYA ya li Ûkrayna, Kafkasan û Asya Navîn lewaz diket û bi pirsgirêkên aborî re digewizî. Lewra Moskowa bi awayekî cidî û eÅŸkere, ne wextê wê hebû û ne jî hêza wê hebû ku li hemberî destêwerdana DYE ya li Rojhilata Navîn têbikoÅŸiya.
Di vê demê de hin siyasetmedar û stratejên evîndarê “Rûsya ya mezintir” dinivîsandin ku “ji sala 2003’an û pê ve statukoya li Rojhilata Navîn di ser ÃŽraq û Kurdistan’ê re ketiye nav gûherînekê, lewma pêwîst e Rûsya ji bo berjewendiyên xwe tevlî vê pêvajoyê bibe û êdî wext hatiye bi kurdan re têkîliyên aktîftir deyne.” Lê belê nîrxandinên di vî warî de li Kremlîn’ê ti bersîv nedidîtin.
Yek ji alîkarê dostê Saddam, Jirinovskî; A.Mitrofanov, ku rê dida ber siyaseta Rûsya ya li BaÅŸurê Kafkasya’yê, wirditir çû û digot: ‘’Divê Gurcîstan di navbêra Rûsya û ÃŽran’ê de were parvekirin.’’ Mitrofanov, ji bo Kafkasya dihatûyê pêşbîniyek dikir û digot, wê çar dewletên serbixwe, Rûsya, ÃŽran, Ermenîstan û Kurdistan hebûna xwe biparêzin. (Dugîn A.G. “esasên Jeopolîtîkê.” Beşê 5. Moskowa, 1997).
Bêgûman nêrînên ku digotin “Kremlîn peÅŸketina pêvajoyê zehmet fêm dike” ji bo berhêlkirinê bûn. Rûsya, didît ku li Rojhilata Navîn statuko ber bi guherînê ve dire lê belê bi banekînên siyaseta derve ya ji heyamê Çar mîras mayî, nedixwest bibe parçeyekî gûherînê.
Di 2003’an de Rûsya xwe ji meÅŸandina siyaseta aktîf a Rojilata Navîn dida paÅŸ. Mirov dikare behsa çend sedemên vê yekê bike:
Berî hertiÅŸtî hewildanên DYA yên gûhertina statukoya li Rojhilata Navîn, li dijî “berjewendiyên neteweyî” û “prensîbên ewlekariya netewî” ya Rûsya’yê bûn; ji ber xwemezindîtinê Rûsya bibû dijber. Wê ne dixwest bibe dûvikvanê DYA’yê û nedixwest bi vî awayî mezinbûna xwe li ber çavan piçûk bixwe.
PiÅŸtî ÃŽraq’ê bi hemleya ÃŽran’ê û bi pêkanîna projeya Rojhilata Navîn a Mezin re, wê bi destê xwe amerîkiyan bikira hevparê “sînorên xwe yên stratejîk” ên di Kafkasya re derbas dibe. Jixwe Rûsya’ya ku doktrîna ewlekariya xwe ya derve li dîjî berfirehbûna NATO’yê ava kiribû, ji ber ku NATO di ser Polonya û Bulgarîstan’ê gîhîştibû sînorên Ewrûpa’yê, li Ûkrayna û Gûrcîstan’ê ji meylên ji bo bloqa Atlantîk’ê heta dawî aciz dibû.
Ji aliyê din ve Rûsya, ji ber rastiya “statuko gelek zehmet tê gûhertin”, difikirî ku DYA li Rojhilata Navîn ketiye nav lîstikeke dijwar de û hesap dikir ku Washîngton wê di vê têkoşînê de lewaz bikeve.
Rûsya dilê xwe xweÅŸ dikir ku çawa serê wê demekê bi Afganistan’ê re di beleyê de bû, hêviyên xwe diparast ku DYA jî wê ji çirava Afganîstan’ê bi hêsanî derneketaya.
Kremlîn’ê ji xwe re weke rêya herî rast dîtibû ku li dijî ÅŸerên DYA’yê bi temkîn be, di her dîtina fersendê de avê ÅŸolî bike û bi vi awayî siyaseta xwe bi rêve bibe. Di rastiyê de Rûsya, li gel vê rewÅŸa xwe ya mayîna di kemînê de, her wiha ji bo rêyên alternatîf ji Rojhilata Navîn re bibîne jî serê xwe gelek diêşand, lê belê dema ku didît hemû rêyên zexm ji Kurdistan’ê derbas dibe, hingî di nav hesûdiya xwe ya li hemberî “xwediyê Kurdistan’ê” Amerîka’yê, digevizî. Moskowa îroniya “Rûsya di rêya kesên din de nameÅŸe. Lê belê Rûsya di rêya xwe de jî nameÅŸe” (nivîskarê hîcîv ê rûs Konstantîn Melîxan) dijiya.
Di sala 2003’an de bi darbeya ku Amerîka’yê li Bexda’yê xist siyaseta Rûsya ya ÃŽraq’ê jî hilweÅŸiyabû. Bi tevî ku di her fersendê de gotinên ÅŸablonwarî yên weke “Divê yekparebûna xaka ÃŽraq’ê were parastin” bikartanî jî, Rûsya’yê fêm kiribû ku yekparebûna xaka vî welatî rastî erezyona siyasî hatibû.
Ji ber ku hêza wê têrê nedikir rawestîne, dixwest qet nebe, nebe parçeyekî vê lîstikê. Siyasetmedarên rûs, xeyalÅŸkestî bibûn; di her serdana li ÃŽraq’ê dikirin Saddam bi mîlyon dolaran xelat dida wan, lê niha deriyê van xelatan hatibû girtin, bazirganiya çekan jî êdî nema dimeÅŸiya. Hêzên hevkar ên textê Saddam qûlipandibûn, ji zû ve rahiÅŸtibûn para şêr a pazara Kurdistan û ÃŽraq’ê. Rejîma nû ya ÃŽraq’ê, deynên Saddam ên li Rûsya’yê nas nedikir, peymana derbarê fîrma herî mezin a petrolê “Lukoyl” a bi dîktator re hatibû kirin, a xebitandina hevbeÅŸ a madenên petrolê yên ‘Kurna Rojava-2’êdî têk çûbû. Di ÃŽlona 2005’an de, Serokkomarê ÃŽraq’ê Celal Talabanî, di daxûyaniya ya ajansa Rûsya ‘ÃŽnterfaks”ê de, daxwazên rûsan ên weke “divê artêşa amerîkiyan ji ÃŽraq’ê derkeve” rexne kiribû. Her wiha Talabanî digot, ji nû ve vegera ‘Lukoyl’ê ya li bazara ÃŽraq’ê û bi rejîma nû ya ÃŽraq’ê re pêşxistina têkîliyên nû, girêdayî yekparebûna “aborî, siyaset û dîplomasiyê ye.” Ev daxûyaniya Talabanî gelek watedar bû. Lewma C.Talabanî dida xûyakirin ku rêya tenê ya par-stendina ji vê bazarê destekkirina rejîma nû ya ÃŽraq’ê û federalîzma Kurdistan’ê ye.
Derbarê xebitandina petrol û gaza BaÅŸurê Kurdistan’ê ku xwedî 45 mîlyar varîl rezerveyên petrolê ye û xwedî qanalên herî mezin ê gazê ye, 20 fîrmayên biyanî kontrat îmze kirin. Åžensê fîrma rûs ku di nava van fîrmayan de cîh digirt, zêde mezin xûya nedikir.
Rûsya bi helwesta xwe siyasî ya destek-nekirina hebûna Kurdistan’ê, berovajî vê yekê bi rawestîna xwe ya li dijî vê hebûnê, ji bo bi Kurdistan’ê re peymanên berfireh ên aborî mohr bike li peÅŸiya xwe kelem û astengiyeke pir mezin çêdikir. Kurdên ku di Bexda’yê de jî xwedî giranîbûn, niha gîhîştibûn wê hêzê ku peywateke di navbêra hikûmeta ÃŽraq’ê û Rûsya’de çêbibe, asteng bikin.
Di rewÅŸeke wiha de Moskowa difikirî ku li ÃŽraq û Kurdistan’ê tenê dikare kar û barên mûtehîdiyê bike û bi tamîrkirina kargehên li ÃŽraq’a berê avakiribû re mijûl bibe. Di nav 1200 fîrmayên biyanî yên li Kurdistan’ê bi qedr û qîmet, fîrmayên rûs, hejmara tiliyên destekî derbas nedikir. Jixwe ji sala 2003’an heta 2006’an, hikûmeta ÃŽraq’ê tenê bi dû fîrmayên Rûsya’yê re derbarê tamîrata santralên elektrîkê peymanên piçûk çêkiribû.
Rûsya bi taybetî piÅŸtî 2005’an, her çend dixwest siyaseta xwe ya derve ya li ser Kurdistan’ê bispêre prensîbên pragmatîzmê jî, ji stereotîpên polîtîka derve ya Yekîtiya Sovyet’ê rizgar nedibû.
Pirsgirêka Rûsya’yê ew bû ku kurdan weke partnereke siyasî qebûl nedikir. Di dema Yekîtiya Sovyet’ê de siyaseta derbarê kurdan de jî, dirêjahî û berdewamiya siyaseta Tirkiye, ÃŽran, İraq û Sûriye’yê bû û weke faktorekî alîkar hatibu destgirtin, karekterê serbixwe yê pirsgirêka kurd ji nedîtîve dihate dîtin. Di rêxistina îstîxbaratê ya rûs de pisporên Kurdistan’ê dihatın peydekirin, lê belê di wezareta karê derve ya Yekîtiya Sovyet’ê ne jî di ya Rûsya’ya hemdem de pisporên raste rast bi pirsgirêka kurd re mijûl bibin û li pirsgirêka kurd serdar bin ti carî peyde nebûne.
Rûsya, di pêvajoyên piÅŸtî ku têkoÅŸina azadiya kurdan gîhîştiye asteyeke cîdî, di qada navneteweyî de deng aniye û li Bakûrê İraq’ê rastiya Kurdistan’ê domdariyek bi dest xistiye, hîngî ketiye dewrê de û hewil daye li ser destkeftiyên kurdan berjewendiyan bidest bixe.
Eger em li dîroka 20 salên dawî binêrin, di kûlîsên Moskowa’yê de tenê dû carî pirsgirêka kurd bi awayekî cidî hatiye nîqaÅŸkirin.
Di sala 1991’ê de ku hêzên hewayî yên Amerîka’yê İraq’ê bombe dikir, li Başûrê Kurdistan’ê rêveberiyeke fîîlî ya kurdan ava dibû û di sala 1992’an de ku tevgera PKK’ê zorî dida Tirkiye’yê, Rûsya hewil daye bi kurdan re bikeve nav têkîliyê de, bi taybetî bi rêya rêxistina îstîxbaratê KGB’ê re bi PKK’ê re hewildanên hin danûstendinên bê encam meÅŸandiye.
“PiÅŸtgiriya” yekane ya Rûsya’yê ku tim talox dida daxwazên alîkariya leÅŸkerî ya PKK’ê ew bû ku di sala 1997’an de ji bo Parlemena Kurdistan a li Dervehî Welat, destûr dabû li Moskowa’yê civînekê li dar bixe. “Hevkariya bi PKK’ê re” ya Rûsya’yê bi armanca meÅŸandina ÅŸerê propaganda û enformasyonê bû. Stratejiya bingehîn a Moskowa’yê bi vê “hevkariyê” re ew bû, ÅŸerê çeçen ê Amerîka di ser Tirkiye’yê re destek dikir, ew jî di ser PKK’ya bi Tirkiye’yê re ÅŸer dikir balans bike û ji bo astengkirina xeta boriyê ya Ceyhan’ê ya wê di ser Kurdistan û Kafkasan re derbas bûba, bide xûyakirin ku ew dikare “çeka PKK’ê” bikarbîne.
Qonaxa dûyemîn ku Rûsya bi pirsgirêka kurd re ji nêz ve eleqedar bûye, piÅŸtî 2003’an teqabûlî pêvajoya damezirandina Dewleta Federe ya li Başûrê Kurdistan’ê dike. Vê carê Rûsya, destek dabû dîktatoriya İraq’ê, “dagirkeriya Amerîka” ÅŸermez kiribû, daxwazên azadiyê yên kurdan paşçav kiribû û helwesteke statukoparêz wergirtibû.
Bi gotinekê, karekterê serbixwe yê pirsgirkê kurd û têkoşîna azadiya kurdan ti carî li “berjewendiyên neteweyî” yên Rûsya’yê hev nehatiye.
Berovajî vê yekê, di demên ku kurd nêzî armancên xwe bûne, rûsan hewil daye wan li paşxîne.
Di Kanûna 2002’an de, sefîrê sefaretxaneya İraq’ê yê Rûsya’yê di serdana xwe ya li Kurdistan’a İraq’ê de ku bi Neçîrvan Barzanî û Behram Salîh re rûniÅŸtibû, pîlanên Amerîka yên jihevdexistina rejîma Saddam ÅŸermezar kiribû, yango kurdan bi lidarxistina komploya li dijî İraq’ê tewanbar kiribû.
Di 2003’an de Hevserokê Parlemena Başûrê Kurdistan’ê Roj Nurî ÅžaveÅŸ ji bo serdanekê çûbû Moskowa’yê û li wir neçar mabû gazinc û lomeyên siyasetmedarên rûs ên derbarê siyaseta Amerîka ya ÃŽraq’ê de guhdar bike.
Di 2003’an de avabûna dewleta federal a kurdan, bala Rûsya’yê ji ber dijberiya DYA’yê kiÅŸandibû. Rûsya pêvajo bi baldarî ÅŸopandibû, ji bo ku Kurdistan li ser pêyên xwe nesekine, tiÅŸtê ji dest hatibû giÅŸ texsîr nekiribû, ji bo bi Kurdistan’a Azad re têkîliyên siyasî û aborî pêşnexîne, heta navîna salên 2000’î li ber xwe dabû. Rûsya, piÅŸtî dît û fêm kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistan’ê bi awayekî bê-veger bi hêz bû û kurd di siyaseta İraq’ê de bûn faktorekî diyarker, hêdî hêdî ber bi Kurdistan’ê ve dest bi gav avêtinan kir. Di sala 2005’an de piÅŸtî ku Parlemena Kurdistan’a Yekgirtî vebû û Serokê Herema Kurdistan’ê ku bi rêyên demokratîk hate hilbijartin dest bi wezîfeya xwe kir, di qada navneteweyî de eleqeya ji bo Kurdistan’ê bi hêz bû, evana giÅŸ Rûsya neçar hiÅŸtibû ku raste rast bi Kurdistan’ê re têkîliyên siyasî deyne. Di sala 2005’an de sefîrê balyozxaneya Rûsya yê li İraq’ê, mebestên xwe yên li Hewlêr’ê vekirina konsolosxaneyekê beyan kiribû û piÅŸtî hin rêze hevdîtinan konsolosxane di sala 2007’an de bi fermî dest bi xebatan kiribû.
Her wiha piÅŸtî sala 2005’an hin fîrmayên rûs berê xwe dabûn Kurdistan’ê, li vê dere li gel çend fîrmayên piçûk, nûnertiya kargeha boriyê ya Lipetsk’ê hatibû damezirandin, bi fîrma rûs “Horbest Limited” re di mijara li nêzî Hewlêr’ê lêgerîna gaz û petrolê de peymannameyek hatibû mohrkirin û konseya bazirganî ya Rûsya-Kurdistan’ê hatibu avakirin.
Di Gulana 2008’an de, radyoya dewletê ya Rûsya’yê “Dengê Rûsya’yê” di ser pêlên kurt derbasî weÅŸana kurdî bibû, ji meha Cotmehê û pê ve jî ji bo bajarên Başûrê Kurdistan’ê Hewlêr, Suleymaniye, Duhok û Kerkûk’ê di ser pêlên FM’ê dest bi weÅŸana dû saetan kiribû.
Evana hwmû ango gavên derbarê Kurdistan’ê de ku dihat payîn di çarenûsa Rojhilata Navîn de roleke girîng bilîze, ne li gorî “mezinbûna” Rûsya’yê bûne û di hewildanên hatine kirin di radeyeke gelek formalîte de wate. Gelek girîng e ku mirov analîz bike ka çima hebûna aborî ya Rûsya’yê li Kurdistan’ê ew çend lewaz e.
Ji ber ku di vê nivîsê de derfetên me tine ku em sedemên vê yekê dûr û dirêj dahûrînin, emê tenê qeneata xwe ya bingehîn diyar bikin. Li gorî baweriya me, mebesteke Rûsya’yê xûya nake ku bi Kurdistan’a “di bin kontrala DYA’yê de” têkîliyên aborî yên cidî ava bike û hewildanên heyî jî bi îhtîmaleke mezin ji bo îstîxbaratê û beralîkirina îstîxbaratê ye.
Y.Nebiyev, di nivîsara xwe ya bi sernavê “Rûsya û kurd roja îro” de destnîşaneke wiha kiribû: “ li Rûsya’yê gelek kes naxwazin fêm bikin ku ew demên kurd ji hevdîtina çend sîxûrên îstîxbarata rûs” dilxweÅŸ diman, li dawiyê man. Ew nêzîkatiyên xwe yên weke “gava pêwîst bike wê ji lîstikên xwe re bikin alav, gava pêwîst neke wê weke hêzeke îhtiyadî bisekinînin” berdewam dikin. Heta gelek ji wan di nav xiyalên wiha xav de ne ku qaÅŸo kurdan di herêmê de li dijî berjewendiyên Rojava bikarbînin.”
Bi rastî jî siyasetmedarên rûs rastiya ku kurdên Başûr, dixwazin bi Rûsya’yê re têkîliyên partnerî yên ji dil, wekhev û rast pêşbixînin, gelek zehmet fêm dikin. Bi qasî tê fêmkirin, wê Rûsya hêna gelekî zehmetiyê bikşîne ku kurdan weke lîstikvanekî serbixwe yê siyaseta herêmê bibîne. Ev yek jî bê-baweriya kurdan a li hemberî Rûsya’yê zêde dike. Talabanî, di peyama xwe ya bi navgîniya rojnamevanên rûs de ÅŸandibû wiha digot: ‘’Nêzîkatiyên Rûsya’yê yên ne-dostanî gûmanên me zêde dike.”
Nêzîkatiya Rûsya’ya hemdem a li hemberî têkoşîna demokratîk a li Bakûrê Kurdistan’ê (Tirkiye) tê meÅŸandin, ji ya Başûr gelekî ne cûdatir e. Rûsya bi saziyên qanûnî yên li Bakûrê Kurdistan’ê re ti têkîliyên wê tine. Di salên dawî de yekane “qenciya” Rûsya’yê ya ji bo Bakûriyan ew bû ku li dijî hemû hewildanên bê dawî yên Tirkiye’yê, berovajî dewletên Ewrûpî, Rûsya PKK nexistibû nav lîsteya “rêxistinên teror” de.
Bi dawîbûna ÅŸerê sar re berjewendiyên Rûsya û Tirkiye’yê hin caran li hev gûnciwîne. Weke mînak, parlemena Komara Tirkiye’yê ku destûr neda artêşa DYA’yê di ser Tirkiye’yê re bikeve İraq’ê de, tezkereya Adar’a 2003’an derxistibû. Naveroka vê teskereyê li gorî dilê siyaseta Rûsya’yê bû ku li dijî hilweÅŸandina Saddam derdiket.
Di Tebax’a 2008’an de di ÅŸerê navbêra Rûsya û Gurcîstan’ê de, Tirkiye bi hêceta peymana Montro’yê destûr dabû ku pir bi sînoor keÅŸtiyên ÅŸer ên Amerîka’yê di tengavên tirk re derbas bibin, ku ev yek Rûsya’yê dilxweÅŸ kiribû. Di mijara ÅŸerê DYA’yê yê ÅŸerê Afganîstan’ê de, helwestên her dû dewletan diÅŸibiyan hev.
Di qada aborî de Rûsya û Tirkiye di nava hevkariyeke cidî de ne. Di sala 2008’an de hecma bazirganiya derve ya di navbêra her dû dewletan de bibû 35 mîlyar dolar, ji bo pênc salên dahatûyê hat hedefkirin ku hecim bigîje 100 mîlyar dolarî. Di rewÅŸa heyî de Tirkiye ji sedî % 68’ê pêwîstiya xwe ya gazê ji Rûsya’yê temîn dike. Her wiha di navbêra Tirkiye û fîrma “Gazprom” a Rûsya’yê de peywatek hatiye çêkirin ku xeta boriya gazê ya “Herikîna Başûr” di derya ReÅŸ a Tirk re derbas bibe. Di Tebax’a 2009’an de li Enqere’yê Putîn û ErdoÄŸan gelek peymanên bazirganî-aborî mohr kirin. Di meha Gulan’ê ya îsal de tê payîn di gera Serokkomarê Rûsya’yê Medvedyev ya Tirkiye’yê de peymanên berfireh ên nû werin rojevê.
Bi kurtahî, teqez e ku Rûsya wê di çarçoveya têkîliyên aborî yên bi Tirkiye’yê re dimeşîne li daxwazên mafdar ên Kurdên Bakûr binêre. Ji aliyê naverokê ve, ev têkilî, ti ferqa xwe ji têkîliyên bazirganî yên Yekîtiya Sovyet’ê bi Rejîma Saddam re ji 1970’an heta 2003’an meÅŸand, tineye. Bê gûman, ji salên nostaljiya “evîna platonîk” wêdetir wateya xwe tine ku Kurd, ji ber têkîliyên wê yên ji bo berjewendiyên aborî bi Tirkiye’yê re dimeşîne, ji Rûsya’yê bixeyide.
Lê belê li gorî baweriya me fêde heye ku mirov tiÅŸtekî wiha bîne bîra rêveberên rûs: Têkoşîna kurd her çend bi gavên giran û azar bimeÅŸe jî, divê hêza vê têkoşînê ya “hilweÅŸandina rejîman” neyê jibîrkirin. Nêzîkatiya dijber a Rûsya’yê ya li hemberî hebûna siyasî ya Kurdistan’ê her weke ku wê windahiyeke ciddî bi kurdan nede jiyandin, wê tiÅŸtekî cidî jî bi rûsan nede qezençkirin.
Ji aliyê din ve di vê pêvajoyê de ku em dikevin dehsala dûyemîn a sedsala 21. de, em dibînin ku li Rojhilata Navîn tekîliyên “stratejîk” û qada bandorê ya Rûsya’yê bi gelemperî bi komên marjînal ên oldar û îdeolojiyên sosyalîst re û rejîmên mehkûmî hilweşînê (mînak: ÃŽran) re bi sînor e. Rûsya, hêna bi israr siyaseta parastina statukoya li herêmê dimeşîne. Bi awayekî dîrek û îndîrekt parastin û hîmayekirina saziyên paÅŸverû teokratîk, monarşîk (mînak: Sûriye) û antî demokratîk û rejîmên nihêrvan (mînak: Tirkiye) di warê pîvanên demokrasiya hemdem a navneteweyî û ji aliyê exlaqa siyaseta demokratîk ve ti aliyê wê yê mafdar û were parastin tine ye.
Ji aliyê din ve dîrok; nîşand dide ku li Rojhilata Navîn ên rejîmên statukoparêz ên bi navên “komar”, “demokrasî” ku nîzama rêvebirinê ya serdama navîn tîne bîra mirovan diparêzin bi sernakevin, berovajî vê yekê kesên hewil didin û vîna gûherîn û vegûhezîna vê yekê nîşan didin bi ser dikevin, mezin dibin û pêş dikevin.
Pêşketinên di salên destpêkê yên sedsala 21. de tên jiyandin, bi hemû aliyê xwe datîne holê ku li Rojhilata Navîn “sedsala kurdan” destpê kiriye. Kurdan, li herêmê li ser bingeha gûhertina statukoyên paÅŸverû vîneke bi hêz nîşan dane. Bê gûman, ji bo têkoşîna demokrasiyê ya ku kurd li dijî statukoparêzan dimeşîne, alîkariya helwestên hêzên derve yên gûherînxwaz jî çêbûye.
Ji niha û pê ve li Rojhilata Navîn rêya bi bandorbûyînê ji parastina demokrasiya herêmê û azadiyan derbas dibe. Parastina rejîmên li ber hilweÅŸandinê, her weke ku wê Rûsya’yê ji hêz û taqetê bixîne, dikare bibe sedem ku wê bi tevahî ji Rojhilata Navîn jî dûr bixîne.
Şirove bike/Zanyarî bigre ser
Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...