ticle")
RS.Close
Set RS=nothing
end if
RSb.Close
Set RSb=nothing
end if%>
end if
RSb.Close
Set RSb=nothing
end if%>
S = Server.CreateObject("Adodb.Recordset")
RS.Open sql, conn, 1, 3
if not RS.eof then
Response.write RS("article")
RS.Close
Set RS=nothing
end if
RSb.Close
Set RSb=nothing
end if%>

Di 17?ê kanûna 1946?an de, hê saleke komarê temam nebûbû, Îranê dawî li komara Kurd a Mahabadê anî. Dewleta îranê, di 30?ê Adara 1947?an de jî, li qada Çarçira, ku lê Komara Mahabadê hatibû îlankirin, Qazî Mûhammed îdam kir. Rêveberiya Îranê bi îdamkirina Qazî Mûhammed û birayên wî, xwest dawî li hewldanên azadiyê bînin û hêviya kurdan ya azadiyê ji holê rakin û navên pêşengên azadiyê bidin ji bîr kirin.
Bi kurtî vê destana dîroka nêz ya Kurdan
Di meha Çileya Pêşîn de piştî ku Sowyetê xwe ji heremê kişand, Îranê berê êrîş bir ser Azerbaycanê û piştre berê xwe da Kurdistanê û herdû komar jî hilweşandin. Di 17ê Çileya Pêşîn 1946an de Mehabat ket bin destê hêzên Îranê û bi awayekî fermî dawî li Komara Kurdistanê hat.Di 30ê Adara sala 1947an de seet 6ê sibehê Qazî Mihemed,kurmamê wî Seyîf Qazî û birayê wî Sadir Qazî li Meydana Çarçira ya Mehabadê, li ciyê ku Komara Kurdistan hatibû îlan kirin, hatin sêdarkirin.
Bi dagirkirina Kurdistanê re çapemeniya Kurdî hat qedexekirin û agir berdan hemû pirtûkên Kurdî yên ku bidest xistin.Generalê Artêşa Komara Kurdistanê,Mele Mistefa Barzanî teslîmî hêzên Îranî nebû. Alaya Kurdî ji Qazî Mihemed wergirt û bi xwesteka Serokkomar bê ku şer bike û bibe sebebê xwînrijandinê li Mehabadê, bi hêzê xwe re berê xwe da çiyayên Kurdistanê... Piştî 45 salan li başûrê Kurdistanê dewleteke ku ev 14 sal in ji dagirkeran hatiye paqijkirin û roj bi roj çêtir şewqa xwe dide 40 milyon Kurd, hat damezirandin û ala Komara Kurdistanê li ser çiya û baniyên wê hat bilindkirin.
Bi boneya 60 saliya avabûna Komara Kurdistanê rojnameya Peyama Kurd, serdana kurê Pêşewa Elî Qazî kir. Elî Qaziyê ku weke Kurê ReÅŸ tê naskirin, li bîranînên zarotiya xwe vegeriya û peyama xwe bi riya rojnameya me ji gelê Kurd re ragihand. Kurê Pêşewayê Kurd Elî Qazî wiha dest bi gotinên xwe kir, “Ez dixwazim berî hertiÅŸtî 60 saliya damezirandina Komara Kurdistanê li kurdên herçar beşên Kurdistanê pîroz bikim. Pêkhatina wê komarê, di dîroka Kurdistanê de bûyereke bê nimûne ye. Yekem car bû ku komarek bi navê Komara Kurdistan dihat damezirandin”.
Di derbarê pêvajoya damezirandina komarê û kamilbûna mercên damezirandinê de Elî Qazî dide zanîn ku Komara Kurdistan ne bi alîkariya Sowyetê, lê bi daxwaza kurdan hatiye îlankirin. Li gora axaftina Elî Qazî, Sowyetê nedixwest ku Kurd ji Komara Azerbaycanê cuda bibin û komareke serbixwe ava bikin.Lê Kurd guh nadin vê yekê û ew di roja 17.12.1945an de ala Kurdistanê li ser temamê dam û dezgehên dewletî bilind dikin.Li ser navê komarê jî Elî Qazî nerazîbûna xwe tîne ziman û dibêje, “Komar ne Komara Mehabadê ye. Navê wê Komara Kurdistanê ye û ev nav li ser gelek dokumentên wê demê tomarkirî ye. Ji bo Wezareta Ferhengê wiha hatiye nivîsîn, “Wezaretî Ferhengî Cimhûrî Kurdistan”.
Li ser beÅŸdarbûna kurdên ji beşên din yên Kurdistanê ji bo vê bûyera dîrokî, Kurê ReÅŸ dibêje, “Bi taybetî ji başûrê Kurdistanê, xelkekî pir bi serokatiya Mele Mistefayê nemir hatin rojhilat û di damezirandin û birêvebirina Komara Kurdistanê de cî girtin.Wê demê Mele Mistefa Barzanî ÅŸerê dewleta ÃŽraqê dikir û di encama wî ÅŸerî de ew tevî xelkê xwe derbasî rojhilat bû. Lê Komara Kurdistan ji dewleta ÃŽraqê netirsiya û pêşwaziya wan kir. Ne bi tenê pêşwazî kirin, di heman demê de Pêşewayê rehmetî di dema îlankirina komarê de Mele Mistefa Barzanî ji herkesî bêtir nêzîkî xwe kir û ev yek di wêneyan de jî diyar e”.Li ser pirsa ku Pêşewa Qazî Mihemed ala Kurdistanê radestî Mele Mistefa Barzanî kiriye jî Elî Qazî wiha axivî: “Li ÃŽranê ev babet di pirtûkekê de gelekî vekirî hatiye nivîsîn. Dema ku di dadgehê de rayedarek ala Kurdistanê tîne û dixe bin lingên xwe, Merhûmê Pêşewa jê re dibêje, “Tu nikarî bêrêziyê li ala Kurdistanê bikî, ji ber ku min ew ala spartiye destê kesekî ku wê her berz bihêle û ew jî Mele Mistefayê Barzanî ye”. Ew al niha li cem Kak Mesûd Barzanî ye”.
Weke gotina dawî jî Elî Qazî ji temamê serok û rêber û gelê Kurd daxwaz dike ku roja damezirandina Komara Kurdistan, bikin rojeke milî û her sal were pîroz kirin.Her wiha rojnameya me bi boneya salvegera wê bûyera dîrokî xwe gihand kevintirîn endamê PDK-ÃŽran Ebdulqadir Debax ku berê endamê Komeleya J.K bûye û peyama wî wergirt. Ebdulqadir Debax bi vî awahî 60 saliya Komara Kurdistanê pîroz kir, “Di serî de li gel pêşkêşkirina pîrozbahiyên cejin û bîranîna damezirandina yekemîn Komara Kurdistanê, ez jibo neteweya Kurd serketin, gihîştina armancan û jibo nîştimanê xwe yê xweÅŸtivî rizgarî û azadiyê ji Xwedayê Yezdan dixwazim”.Debax, peyama xwe wiha anî ziman, “ÃŽro dîrokê erkeke giran xistiye ser mil û wijdana hemû mirovên Kurd. Pêwîste hemû jin,mêr, pîr û lawên rûniÅŸtvanên Kurdistanê bi zimanekî xurt derdê êş, bêbeÅŸbûn û êxsîriya neteweya Kurd bigihînin Serokkomar, Serokwezîr û desthilatdarên welatê xwe.
Pêwîste hewara xwe bigihînin ber deriyê Yekîtiya Welatên Ewrupa û Yekîtiya Welatên Cîhanê.Divê em ji wan re bibêjin,werin ey desthilatdarên dinyayê karnameya wê yek saliya Komara Kurdistan temaşe bikin, ji aliyê dadwerî, demokratî, azadiya jinan, perwerde û hînbûn,pêşvebirina zanistê, cudakirina olê ji siyasetê, emniyet û asayişê di gişt aliyên jiyanê de, ji aliyekî din ve temaşeya karnameyên dewletên dagirkerên Kurdistanê jî bikin ji hemû aliyan ve.
Gelo ji wê salê û ta niha, ango di van şêst salan de dewletên dagirkerên Kurdistanê, bi hemû hêza xwe ya maddî û manewî, karîne emniyet,asayiş û dadweriya civakî li welatên xwe û tenê li derdora xwe jî peyda bikin?
jêder: Hawarnet.com
Şirove bike/Zanyarî bigre ser
Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...