ticle")
RS.Close
Set RS=nothing
end if
RSb.Close
Set RSb=nothing
end if%>
end if
RSb.Close
Set RSb=nothing
end if%>
S = Server.CreateObject("Adodb.Recordset")
RS.Open sql, conn, 1, 3
if not RS.eof then
Response.write RS("article")
RS.Close
Set RS=nothing
end if
RSb.Close
Set RSb=nothing
end if%>
Beriya ku însan şareza bibin bi rîtuelan dijîn. Ji bo ku nêçîra xwe bikin diketin eyarên heywanan û teqlîdên wan dikirin û nêçîra xwe bidest dixistin. Mirovahî bi rîtuelên weke; taziya, aşûra, qesîde û hwd. re nîşaneya şanoyê didin. Şano bi van mînakan dikeve şêweyekî din. Piştre şahiyên Dîonîsos derdikevin li Yewnana Antîk. Di nava demê de şano pêş dikeve û gelek merheleyan derbas dike. Çeşîdên cur bi cur derdikevin. Ji wan; tragedya, komedya, dram, fars, vodvîl, muzîkal, opera, kabare, absurd, epîk, ajît-prop û hwd. derdikevin. Ji bo ku hatiye nivîsîn, ji dîroka Beriya Zayînê heta îroyîn bi materyal bingeha dîroka şanoyê li Yewnana Antîk hatiye avêtin.
Em werin ser mijara xwe; Şanoya Kurd. Dîroka şanoya kurd çiye û neçiye? Weke ku em dizanin; Mezopotamya an jî Kurdistan ji gelek gelan re bûye şaristaniyeke dewlemend. Destanên weke Gilgamêş, Newroz, Mem û Zîn, Siyabend û Xecê û hwd. hene. Dîsa lîstikên ku di nav gel de tên lîstin mijarên şanoya gelêrî ne. Zargotin, reqs û mûzîk... Lê divê em dengbêjan jibîr nekin. Dengbêjan çanda kurdan bi devkî heta îroyîn anîne. Dengbêj, vebêj û çîrokbêj ji bo şanoya kurd dewlemendîne. Em herçiqas bêjin koka şanoya kurd pir kevin û dewlemend e jî, ji bo ku di wan deman de şano bi zanyarî nehatiye çêkirin, em nikarin ji bo şanoya dramatîk behsa dîrokeke kevin bikin. Herçiqas bingeh û çavkaniya Şanoya Kurd dengbêjî be jî heta îroyîn, motîf û materyalên di Şanoya Kurd de nehatine ceribandin. Ev nayê wê wateya ku çavkaniya Şanoya Kurd ne dengbêjî ye.
Di sala 1918’an de kurdekî bi navê A. Rehmî Hekarî(Zapsu), teksteke bi navê Memê Alan dinivîse û di kovara Jînê de diweşîne. Ev tekst di ÅŸanoya kurdî de weke teksta yekemîn tê pejirandin. Ev tekst piÅŸtre gelek caran hat çapkirin. Tê gotin ku di salên 1918-1919’an de li Stenbolê Komela Jinên Kurd du lîstikên ÅŸanoyê derdixin holê. Mixabin ev çi lîstikin û bi çi awayî hatine afirandin û mijara wan çiye nayên zanîn. Em ji kurdên başûr hîn dibin ku di sala 1920’an de lîstikên kurdî li Başûrê Kurdistanê pêşkêş kirine. Di salên 1960’an de lîstikên li dijî pergalê derxistine. Di sala 1930’î de Kurdên li Rusyayê perwerde bûne, li bajarê Elegezê lîstika Mem û Zîn derdixin ser dikê. Di sala 1931’ê de Ereb Åžemo lîstikeke bi navê Koçekên Derewîn amade dike û tê lîstin. Di sala 1946’an de di dema Komara Mahabadê de lîstikek bi navê Dayika NiÅŸtiman tê afirandin. Lîstik muzîkaleke ku çar perçeyan dike mijar e. Ev lîstik kengî, di çi rewşê de derketiye ser dikê em nizanin, teskta lîstikê jî neketiye destê me.
Dîsa nivîskarê hemdem û nemir Musa Anter di sala 1959’an de li Girtîgeha Harbiyeyê berhemeke ÅŸanoyê bi navê Birîna ReÅŸ dinivîse. Ji salên 1970’yî û vir ve li Rusyayê ronakbîrên kurd karê ÅŸanoyê pêş dixin û di wê demê de gelek berheman di afirînin. Û gelek berhemên ÅŸanoyê ji bo radyoya Erîwanê weke ÅŸanoya radyayê amade dikin. Di wê demê de gelek lîstikên klasîk jî werdigerînin zimanê kurdî. Ji wan; Gogol “Hesêbgêr” û Vîktor Hugo “Bêçare” çend mînakin. Di wan salan de li Silêmaniyê dibistana Hunerê tê avakirin. Ev dibistan ji bo pêşketina ÅŸano û lîstikvanan roleke mezin dilîze. Gelek nivîskar û lîstikvan ji wê dibistanê derdikevin. Heta vê derê em ji hin gotin, hevpeyvîn, lêkolîn û nivîsinan hînbûn. Dibe ku ev dîrok ji sedî sed ne rastbin.
Ji bo kurdên bakûr; di sala 1988’an de Mamoste Cemîl û hevalên xwe li metropolê Tirkiyê di cematên kurdan de lîstikên gel ango gelêrî yê ÅŸanoyê dileyîzin. Åžanoyên odeyan çêdikin. Ev agahî Mamoste Cemîl di hevpeyvîna xwe ya 2005’an de ku min pê re kiribû dabûn min. Lê bi rêxistin di sala 1990-1991’ê de bi damezrandina Navenda Çanda Mezopotamya û Kay-Der ê ÅŸanoya kurdî bi hêz dibe. Teatra Jiyana Nû bi rêberiya Mamoste Cemîl lîstika xwe ya yekemîn “MiÅŸko” dileyizin. Heta îroyîn zêdeyî 50 lîstikan derdixin ser textê ÅŸanoyê û di gelek mîhrîcanên navnetewî de derdikevin ser dikê. Gelek turneyan pêktînin. Klasîkên cîhanê werdigerînin ÅŸanoya kurdî. Niha li gelek cihan ÅŸanoya kurd tê çêkirin. Him sazî him jî ÅŸanoyên taybet yên weke; Teatra Jiyana Nû, Seyr-î Mesel, Teatra Avesta, Teatra Destar, Åžanoya Bajarê Mezin A Amedê, Åžanoya Åžaredariya Surê, Åžanoya Åžaredariya Nisêbînê, Teatra Arsen Poladov ku Åžanoya Kurd dikin hene.
Şirove bike/Zanyarî bigre ser
Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...