Sehra hejmaran...

Gelo hun dizanin, ji pêşketina şaristaniyê ve, an jî ji destpêkirina şaristaniyê ve gelk zanyar û bîrewer li ser, hejmaran û sehra hejmaran radiwestin.
ji Arşîmet bigrin, pîsagor hetanî lêkolînvanên îro yên ku li ser nivîsên Ahîtê radiwestin, nihîniyên nava Tewratê vedikolin, tev jî qala sehr û nihênîbûna hejmaran dikin. Em tenê çend mînakan şanî we bidin.
-New Yourk City ji 11 pîtan pêk tê.
-Afganistan ji 11 pîtan pêk tê.
-Ramsîn Yuseb ( kesê ku sala 1993 ji bo tunekirina bînayên cêwî yê Emerîka gefa xwe kirî) navê wî ji 11 pîtan pêk tê.
-George W. Bush ji 11 pîtan pêk tê.
û wekî din
-New Yourk, Navçeya 11. ya Emerîka ye
-Firoka yekem ya ku li bînayên cêwî dayî hejmara wê ya firînê 11 bû.
-Firîna bi hejmara 11 an di nava xwe de 92 rêving radigirtin. 9+2 = 11
-Firoka ku hejmara wê 77 û li bînaya dûwem xistî ji 65 rêvingan tejî bûbû. 6+5 =11
-Bûyer 11 ê mihê pêk hat. 9/11 li Emerîka meh destpêkê tê nivîsîn 9+1+1=11
-9 Êlûnê roja 254. ya salê ye 2+5+4 = 11
-Piştî 9 Êlûnê ji bo dawiya salê 111 roj dimînin
-Bûyera êrîşker ya ku 2/11/2004 li Madrîtê rû da piştî êrîşa bînayên cêwî bi 911 rojî pêk hat.
Bûyera herî seyr:
Ji kerema xwe van gotinên me yek bi yek pêk bînin bê ka hunê bighêjine çi encamî.
1. Di computera xwe de belgeyî WORD ê vekin.
2. Bi tîpên mezin Q33 NY binivîsin. Ev hejmar ya firoka yekem ku li bînayên cêwî dayî ya deriyê firînê ye.
3. Q33 NY reş bikin ji bo ku hun awayê nivîsê bigûherin
4. Meziniya nivîsê derxine 72 yê ya herî mezin
5. Û dawî jî awayê nivîsê bixine - wingdings - hun dê bibînin bê çi derdikeve
----------------------
Her me dest bi mijarê kiriye, berhevekî dîtir em pêşanî we bidin.
Şibîna hev ya bûyera dû serokên Emerîka emê hilgirine dest.
Yek jê Abraham Lincoln
Yê dîtir John F. Kenndy
Sala ku Lincoln ketî kongro 1846
Sala ku Kennedy ji bo kongrê hatî helbijartin 1946
Sala ku Lincoln bu serokê Welatên yekgirtî yên Emerîka 1860
Sala ku Kennedy bu Serokê Emerîka 1960
Herdû kesên ku şûna van herdûkan bûne serok paşnavê wan Johnson bû.
Kesê ku piştî Lincoln bûye serok Andrew Jonson sala bûyîna wî 1808
Piştî Kenned yê ku bûye serok Lyndon Johnson sala bûyîna wî 1908
Paşnavê sekretera Lincoln Kennedy bû
Navê paşnavê sekretera Kennedy Lincoln bû.
Herdû jî roja înê ji dûrve hatin kuştin û herdûkan jî gûle ji serê xwe xwarin.
Herdû jî ji aliyê Emerîkiyên başûrî ve hatine kuştin, yên ku şûna wan rûniştin jî başûrî bûn.
Herdû mêrkuj jî navê wan heryek ji sê navan pêk dihat û hejmara pîtên wan 15 bûn.
Sala bûyîna mêrkûjê Lincoln John Wilkes Booth wî 1839 bû
Sala bûyîna mêrkujê Kennedy Lee Harvey Oswold 1939 bû.
Lincoln di şanoyekî bi navê Kennedy de hate kuştin.
Kennedy di navgihînekî merqa Lincoln de hate kuştin.
Kesê ku Lincoln kuştî ji şano bazda di navgihînê de hate girtin.
Kesê Kennedy kuştî ji depo revî di şano de hate girtin.
Herdû mêrkuj jî bêyî ku doza wan dest pê bike hatine kuştin.
Berheva Rewanbêj
Dîroka girtina ser: 13.09.2010 21:09:24
ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN
hîna şirove nehatiye kirin...
Şirove bike/Zanyarî bigre ser
Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...